Derewên ‘Deqeya dawî’ ya çapemeniya alîgir

  • 09:02 1 Îlon 2024
  • Medya Kritîk
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wek tê zanîn gelek nûçeyên ‘Deqeya dawî’ yên derew ku çapemeniya alîgir serwîs dikin hene. Çapemeniya şer nabîne, sûc nîşan nade, rastiya berovajî dike. Rastiyeke ku çapemeniya alîgir jibîr dike heye. Ew jî hebûna çapemeniya azad e.
 
Di roja îro de bi înternet û çapemeniya dîjîtal re xwegîhandina agahiyan hîn hêsantire û bi vê re jî nûçeyên derew yên bê kontrol belav dikin. Bi taybet bi ‘Deqeya dawî’ nûçeyên derew tên parvekirin û bi lez belav dibin. Ev bandorek cidî li ser civakê dike. Çapemeniya alîgir li gorî hedefên xwe pir caran nûçeyên ‘Deqeya dawî’ çêdike. Ev nûçe derew bin jî ne derew bin jî divê em li binêrin çi hedef dike. Hinek nûçe ji dema ku bûyer qewimiye pir şûnde tên çêkirin û ev jî demê di derewîne. Bêguman jî sedemeke vê heye.
 
Ya tê dîtin ‘Şer e’ ya nayê dîtin jî ‘Sûc e’
 
Êrİşên Tirkiyeyê yên li hember başûrê Kurdistan li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di nûçeyên çapemeniyê de tê dîtin ku sûcê şer tê kirin. Lê li gorî desthilatdariyê li holê şer tuneye, têkoşîna bi terorê re heye. Ev jî rê li ber nedîtina krîza aborî vedike û bê dîtin jî dibêjin "Dewleta me sînorê xwe diparêze". Bêguman ev jî xwe dispêre "Guleyek çend pereye?". Lê ev guleyên ku zirarê didin Kurdan, di çapemeniyê de cuda tên nîşandan.
 
Di nûçeyên derew yên ‘Deqeya dawî’ de sîcîla çapemeniya alîgir nebaş e
 
Di vê rewşê de gelek nûçeyên deqeya dawî hene. Ajansa Anadolu ya nêzî deshtilatdariyê mirina Serdar Sonmez yê HPG’î yê di 18’ê Nîsana 2024’an de jiyana xwe ji dest dabû di 8’ê Tebaxê de wek nûçeya ‘Deqeya dawî’ serwîs kir. Mînake din jî ev bû; mirina endamê DSG’ê Eyup Yakut di 24’ê Cotmeha 2022’yan de hatibû serwîskirin. Lê Eyup Yakut di 10’ê Mijara 2021’ê de jiyana xwe ji dest dabû.
 
 
Lihevkirina çapemenî û desthilatdariyê
 
Gelek mînakên vê hene. Pirsa esas eve ku çima nûçe wek nûçeyên deqeya dawî tên serwîskirin. Me li gor jî got. Desthilatdarî ji bo aliyê netewperest krîzê, xizaniyê nebînin, desthilatdarî ji bo hebûna xwe bidomîne vê dike. Hewl didin ku nîşanê welatiyan bidin ku bi pirsgirêkên hîn girîngtir re têdikoşin. Di vê mijarê de jî deshtilatdarî û çapemeniya alîgir lihev dikin.
 
 
Ya tê zanîn bi ‘Deqeya dawî’ vedişêrin
 
Pêvajoya dawî de bi êrişên Tirkiyeyê re jin, rojnameger û sivîl hedef tên girtin. Endama navenda Lêkolîna Jîneolojiyê û  edîtora kovara Jineolojiyê rojnameger Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin. Dîsa  li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser riya Qamişlo-Amûrê  li hember wesayîta Jin TV êriş pêk hat û xebatkarê Jin TV Necmedîn Feysel jiyana xwe ji dest da. Di 23’yê Tebaxê de li Silêmaniyê wesayîtek hedef hat girtin û xebatkarên Çapemeniya Azad Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetiklirin. Nûçeyên der barê bûyerê de wek ‘Deqeya dawî’ hat dayîn.
Rojnameya Akşamê bûyera ku 23’yê Tebaxê de pêk hatibû, mirina Gulîstan Tara di 28’ê tebaxê de wek deqeya dawî derbas kir. Çapemeniya alîgir ku agahiyên rast nadin, tenê ji bo berjewendiyên desthilatdariyê bikarin.
 
Çapemeniya şer nabîne, sûc nîşan nade, rastiya  berovajî dike û demê jî di derewîne. Rastiyeke ku çapemeniya alîgir jibîr dike heye. Ew jî hebûna çapemeniya azad e.