
Bi nûçeyên kesên din avêtina manşetê: Etîk li ku ye?
- 09:02 23 Sibat 2025
- Medya Kritîk
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerî ne xwedîderketina li keda kesekî din e, heke bi çavkaniyê re nûçe bê ragihandin vê demê dibe rojnamegerî. Dema ku nirxên exlaqî têne paşguh kirin, bawerî winda dibe, ne nûçe.
Rojnamegerî hewl dide civak bigihêje agahiyên rast û mafê raya giştî ya wergirtina nûçeyan diparêze. Lê bi qasî ragihandinê, ew agahî kî, çawa û di bin çi şert û mercan de têne hilberandin jî girîng e. Dema nûçeyek ku kê derxistibe holê, dayîna navê çavkanî, hem ji exlaqê pîşeyî û hem jî ji kedê re rêzgirtine.
Gelo ev rêgez hertim tê sepandin? Mixabin na. Di roja îro de nûçe bi lez belav dibin û di platformên dîjîtal de rekabet, hinek saziyên çapemeniyê berbi ku çavkaniyên ku nûçeyan çêdikin vedişêrin û naveroka wan wekê ku wan çêkiriye ve, dibe. Lê rojnameger ne xwedîderketina li keda kesên din e, rojnamegerî li pey rastiyê çûyînê, watedar dibe.
Dema çapemeniya alîgir, muxalîf û azad, nûçeyek ji hevdû bigire divê navê saziya medyayê ku nûçe jê girtiye diyar bike. Ev ji bo maf û keda rojnamegerê ku nûçe çêdike girîng e.
Nûçeya JINNEWS’ê tune hat hesibandin
Yek ji mînakên vê ya herî balkêş, di nûçeya ku nûçegîhana JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya ya der barê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyubî ya Amedê de çêkiribû de hat dîtin.
JINNEWS’ê di nûçeya ku 24’ê Cotmeha 2024’an de çêkiribû de, derxist holê ku hinek doktorên ortopediyê bi firoşkarên alavên medîkalê re hevkarî kirine û bêyî hewcedarî nexweş emeliyat kirine. Di nûçeyê de hatibû destnîşan kirin ku tevî di hestiyan de şikestin tuneye jî platîn li nexweşan hatine bicihkirin û nexweşên ku bi dermankirinên hêsan dikarin rehet bibin, mudaxaleyên cerahî lê hatine kirin.
Di nûçeya duyemîn ya 18’ê Mijdara 2024’an de kesên ku ev nelêrêtî kiribûn wek ‘Çeteyê fîksator’ hat binavkirin. Hat diyar kirin ku nexweş û xizmên nexweşan gilî kirine û tevî sûcdariyan doktor hîna li ser peywirê ne.
Herî dawî di nûçeya sêyemîn ya 19’ê Sibata 2025’an de hat weşandin de, hat diyarkirin ku mufetîşên wezareta tenduristiyê xwe negîhandine agahiyekê, lê hat hînbûn ku Odeya Tabîban a Amedê der barê doktoran de lêpirsîn daye destpêkirin.
Bêyî çavkaniyê nîşan bidin nûçe weşandin
Ev bûyera ku JINNEWS’ê bi mehan berê derxistibû holê di sibeta 2025’an de ji nû ve hat rojevê. Lê vê carê saziyên çapemeniyê yên din, wekê ev bûye cara ewil wan derxistiye holê pêşkêş kirin.
Haberturk, naveroka nûçeya JINNEWS’ê esas girt û nûçe çêkir, lê bêyî çavkanî nîşan bide. Wekê bûyer nû rû daye ragîhandin. Li aliyê din malpera bi navê Otesî agahiyên xwe dispêre lêkolînên JINNEWS’ê wekê ku wan bixwe dîtiye parve kirin. Nûçeya Tîgrîs jî heman neverok bikaranî lê navê JINNEWS’ê bikar neanîn.
Rewşa herî balkêş parvekirina xebatkarên Sozcu Tv Hazar Dost ya li ser hesabê xwe yên X parvekiribû. Hazar Dost îdia kir ku wî ev nûçe derxistiye holê. Di bernameya Ugur Dundar ya bi navê Arena de di weşana bi parlamenterê Îyî Partî Turan Çomez re hat kirin de wekê ku yekem car Sozcu TV ev derxistiye holê hat pêşkêşkirin.
Lê JINNES’ê bi mehan berê ev nûçe çêkiribû û navê Pelşîn Çetînkaya ku nûçe derxist holê qet nehat bibîranîn.
Rêbazên etîk çawa wisa hêsan tên binpêkirin!
Ev rewş jî nîşan dide ku rêbazên etîk yên rojnamegeriyê çawa tên binpêkirin. Veşartina çavkaniya nûçeyekê, ne tenê neheqiyeke li dijî rojnameger û saziya çapemeniyê ye heman demê de xapandina rayagiştiye.
Keda rojnamegera ku ewil nûçe derxist holê tune hesibandin, tê wateya çavkanî tarîkirin û berovajîkirina rastiyê. Ev bi qeslkirina pîşeyê sînor namîne, baweriya gel a bi nûçeyan jî ji holê radike.
Gelo saziyeke çapemeniyê çawa dikare keda hinekên din tune bihesibîne û ji civakê re îdiaya ‘nûçeyên rast û bê alî’ pêşkêş bike? Rojnamegeriya rast, karê kesên ku bi zelalî pêşkêş dike ye.
Li hember kedê rêzdarî, baweriya bi nûçeyane
Rojnamegerên dema ewil nûçeyê dibînin kedek mezin didin. Çavkaniyan dibînin, bi şahidan re tên gel hev, belgeyan lêkolîn dikin û ji bo agahiyên rast bidest bixin bi salan dixebitin. Nûçe ne bi aliyê tê dîtin bi lêkolînên piştî vê teşe dibin. Tunekirina vê kedê û xespkirina mafên rojnameger e. kesên din e. Nîşannedayîna navnîşana saziya medyayê, bêîtîbariyê jî xwe bi re tîne û baweriyê jî dihejîne.
Divê çi bê kirin?
Divê her dezgeheke ragihandinê bi zelalî bêje ku ji vê saziya medyayê fêde girtiye, heke navnîşan eşkere neke dê zirarê bide rojnamevanê ku nûçeyan çêdike, zirarê bide mafê raya giştî ya wergirtina agahiyên rast. Divê nûçeya ku tê dayîn bi destnîşankirina dezgeha medayayê ya eslî bê pêşkêşkirin. Jixwe, rojnamegeriya rast bi rêzgirtina kedê gengaz e.
Rêzdariya li hember kedê dilê nûçegîhaniyê ye
Rêzdariya li hember kedê dilê rojnamegeriyê ye. Dema navnîşana dezgeha medyayê wek çavkanî neyê nîşandan û bê veşartin, rastî tê nixumandin. Agahiyên rast tenê dema ku rêgezên exlaqî bi cih bînin digihîje civakê.