Mexmûr
- 09:02 13 Kanûn 2024
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Gelê Mexmûrê dest ji parastina erdnîgariya xwe û avakirina jiyaneke nû berneda. Yek ji mînakên girîng ên vê yekê jî ew e ku gelê Mexmûrê li dijî DAIŞ'ê şer kir, di rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê de keda xwe da û baweriya gelê herêmê bi dest xist."
Berwar Avent
Encama zextan de rawestgeha dawî ya gelê koçber kampa Mexmûrê bû. Hatinê re zor û zehmetiyan jî dest pê kir û ji bo peydakirina hewcedariyên herî sereke yên jiyanê, di serî de bi NY’ê re bi gelek sazî û dezgeyan re têkilî danîn. Mexmûr her çiqas îro bi xweza û xweşikbûna xwe bê zanîn jî, armanca NY û Iraqê ev bû ku vî gelî li vê qada wek çolê bicih bikin û terkî mirinê bikin bû. Gelê ku beriya kampê jî bedelên mezin dabûn, di şert û mercên kampê de ji biçûkan heta mezinan bedelên mezin dan. Gelek zarok ji tî û birçînan, bi pêvedana dupişkê û germê jiyana xwe ji dest dan.
Hikûmeta Iraqê ya demî ji bo îmaja ‘Ez we li dijî PDK’ê diparêzim’ qebûl kiribû ku gelê Mexmûrê bê kampê. Hikûmeta Iraqê û NY ketibûn hesab û planên cuda. Îbareya "Mexmûr nikare ji sînorên navçeyê derkeve" li nasnameya demkî ya ku dane, bicihkirin û çûnûhatina gel hat qedexekirin û têkiliya wan bi gelê herêmê re hat kêmkirin. Kesên hatin vir bi tecrubeyên xwe yên berê ketin tevgerê û bi avakirina saziyên xwe hewl dan vê pergala ambargoyê ji holê rakin. Di vê çarçoveyê de bi avakirina komîteya têkiliyên derve re sazî ava kir û xebatên ji bo azadiya tevgerê kirin.
Di çarçoveya polîtîka tenê hiştina gelê kampê de êrişên cidî hebûn. MÎT'ê û hevkarên wê yên herêmî di nava gelê herêmê de propagandaya îftirayê ya wekî "Ev koçber ne misilman in, komunîst in, hemû ne misilman in" kirin. Gelê Mexmûrê ji bo têkbirina van polîtîkayan û vegotina rastiya xwe çalakî li dar xistin. Di qonaxa yekem de komeke zêde ya nimêjê li kampê organîze kirin û ji bo ku nimêja Înê bikin şandin mizgefta navçeya Mexmûrê. Ji ber vê yekê, wêneyê ku dixwest li ser kampê were belavkirin, têk çû û bi şêwazên ragihandinê yên bibandor hewl hat dayîn ku têkiliyên bi gelê derdorê re çêtir bikin. Ji bo ku têkiliyên bi gelê Mexmûrê yê rûniştî re bigihêje rêyeke normal, bingehek baş hate afirandin. Bi kirîna ji bo peydakirina pêdiviyên rojane û têkiliyên rojane yên li sûkê, di demeke kin de civakîbûna bi gelê herêmê re pêk hat. Di encama têkelbûna zaravayê soranî yê zimanê kurdî bi zaravayê kurmancî re di demeke kin de, atmosfereke baştir ji hev têgihîştinê çêbû. Belkî di dîrokê de cara yekem e ku gelên Bakur û Başûr demeke dirêj ewqas nêzî hev bûne. Êdî zaravayên cuda yên ziman valahiya di navbera xwe de girtibûn û di sohbetên xwe de bersiva zaravayên hevdu digirtin.
Di nava demê de desthilatdariya herêmî û PDK bi gel re avakirina têkiliyê qedexe kir û navber xistin navbera gelê kampê. Têkilî bi gelê kampê re hatin sînorkirin, ambargo û qedexe pêk hatin. Di avakirina têkiliyekê de ev wek ceza pêk dihat. Lê gelê Mexmûrê dest ji parastina erdnîgariya xwe û avakirina jiyaneke nû berneda. Yek ji mînakên girîng ên vê yekê jî ew e ku gelê Mexmûrê li dijî DAIŞ'ê şer kir, di rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê de keda xwe da û baweriya gelê herêmê bi dest xist. Vê rewşê hişt ku kamp bibe eniyeke tifaqa xwezayî bi şêniyên herêmê yên ku ji ber DAIŞ'ê zirar dîtine. Tevî nêzîkatiyên PDK'ê, şêniyên wargehê beriya ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî herêmê bikin, bi rêya Komîteya Têkiliyên Derve ji hemû partî û rêxistinên herêmê re pêşniyara têkoşîna hevpar a li dijî çeteyên DAIŞ'ê û parastina herêmê kirin. Ji bo parastina herêmê bi hev re di heman eniyê de bi partî û rêxistinên navborî re hevdîtin hatin kirin. Rêxistinên ku bi vê pêngavê kêfxweş bûn û piştgiriya xwe ragihandin, ji vê pêngava şêniyên kampê gelekî bandor bûn. Lê wekî her carê PDK li dijî vê destpêşxeriyê derket û bi hişyarkirina rêxistinên ku beşdarbûna xwe îlan kiribûn, hewl da vê destpêşxeriyê têk bibe.
Ji ber ku kamp bi rêxistinî û berxwedanê bersiva êrişan da û bi ruhekî israr li hemberî hemû êrişan li ber xwe da, bawerî di gelê herêmê de afirand û hîn bêhtir kir navenda balê. Gelê herêmê hewl daye bi Gelê Ereb re di nava aştiyê de bin û peywendiyên xwe weke bingeh pêş xistine û heta niha ti pirsgirêkeke cidî bi gelên navborî re dernexistine. Bi şêwazên civakî yên vî gelî re, bi zanebûna ku ev formên civakî tifaqa wan a cewherî ne, têkiliyên dostane pêş xistin. Bi nêzîkatiyeke bi prensîb, rastgo û jidil têkiliyên xwe ava kirin. Eşîrên Ereb ên herêmê rêz li gelê wargehê û baweriya ku li herêmê çêkiribûn digirtin û vê yekê jî têkiliyên xwe gihand asteke baş.
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Ji hundir ber bi derve ve herikîna ciwan û karkeran’ wê bê weşandin.