Endama OSÎ: Ji bo rêzdariya li hember miriya divê em têbikoşin 2024-12-14 09:03:27   Elfazî Toral   STENBOL - Endama Însiyatîfa Rêzdariya ji bo Miriyan Burcu Çelîk der barê îşkenceya li ser kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane nirxandin kir û got: “Cenazeya kê dibe bila bibe, rêzdariya li hember bedena mirî mafê şîngirtinê ye. Binpêkirina şînê ye. Divê her kes li dijî kesên jiyana xwe ji dest dane, rêzdar be.”   Li cîhanê sûcên li hember jinan her diçe zêde dibin, di şerên tên meşandin de jî li ser bedena jinan destdirêjî û qetilkirin didomin. Bi taybet li ser kesên jiyana xwe ji dest dane pêkanînên îşkenceyê tên meşanidn. Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) 27’ê Mijdarê deli Helebê dest bi êrîşan kir û di êrişan de gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Bedena jinên hatin qetilkirin hatin îşkencekirin û teşhîrkirin. Endama Însiyatîfa Rêzdariya ji bo Miriyan Burcu Çelîk der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.   Burcu Çelîk balkişand ser texrîbata şer a li ser jin û zarokan û got: “Ji bo parastina mafê jin û zarokan, di vê her kes demên şer de ji bo jin û zarokan kevanek taybet vebikin. Divê her kes vê ji xwe re hinekî bike derd. Di şeran de teknîk dikare biguhere lê ev di esasê de serdestiyeke. Di vir de rola mêr pir mezine.Mixabin em di şeran de mudaxaleyên pir cuda li ser jin û zarokan dibînin. Li gorî me divê der barê vê qadê de em zêdetir bixbitin. Bedena jinê di şer de be jî dibe qada destdirêjiyê. Em li Sûriye Û Ukraynayê dikarin mînak bidin.”   Di şer de bedena jinê tê teşhîrkirin   Burcu Çelîk da zanîn ku divê bedena jinê di şer de neyê teşhîrkirin û yek ji sedema herî esas polîtîkayên zîhniyeta serdest ya li hember jinê ye. Burcu Çelîk wiha dirêjî dayê: “Mêr di jiyana normal de tundiya li ser jinê rewa dike. Di alî civakî û qanûnî de jî piştgiriyê digire û tevdigere. Ev feraset di hawirên şer de jî dome. Li ser cenazeya jinê jî tundiya fîzîkî û zayendî rewa dibîne. Bedena jinê tê teşhîrkirin.”   Mafê qanûnî!   Burcu Çelîk  daxuyakirin ku jin her qada jiyanê de aştiyê diparêzin û ji ber vê bedelên giran didin. Burcu Çelîk wiha dirêjî dayê: “Di hawirên şer de li ser bedenên jinan texrîbatan pêk tînin. Mudaxaleyî cenazeyan dikin. Destdirêjiyê li cenazeyan dikin. Ji ber vê mijarê desthilatdarî û mêrtiyê divê bên axaftin. Dîsa di şer de bi taybet zarok winda dibin. Bi hezaran zarok di şer de winda dibin.Jinên winda hene û qeyda wan piran tuneye. Wek ganîmeta şer tên dîtin. Jin û zarok tu car nabin derdê kesî. Di vir de yek esasê herî zêde tê binpêkirin mafê şînê ye. Ev binpêkirina mafê şînê ya kesên dijîne. Ev her tim demên şer de tên pêşbrî me. Em wek Însiyatîfa Ji Miriyan re Rêzdarî her tim vê dikin esasa ewil.  Divê radestkirina cenazeyan bêkirin û di mijara definkirinê de xesasiyet bê nîşandan.  Em her kesî ji bo rêzdariya li hember bedena mirî, vexwendiyê têkoşînê dikin.”