Mizgîn Xelîl: Divê her kes li dora Rêveberiya Xweser bibin yek 2024-12-16 09:03:10   Derya Ren   RIHA - Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Kantona Firatê Mizgîn Xelîl da zanîn ku Tirkiye bi êrîşên xwe paradîgmaya Neteweya Demokratîk hedef digire û wiha got: “Tevî hemû êrîşan em ê paradîgmaya Neteweya Demokratîk mayînde bikin û biparêzin. Ji ber vê divê her kes li dora Rêveberiya Xweser bibe yek.”   Rêveberiya Xweser, li Rojava di 2014’an de bi îlankirinê re ket pêvajoyek nû. Di vê pêvajoyê de di qada perwerde, tenduristî, dîplomasî, jin û leşkeriyê de gavên girîng hatin avêtin û li Rojhilata Navîn bû tespîta ku jiyanek alternatîf pêkan e. Rêveberiya Xweser ku ji bo hemû gelan bû hêvî, bû hedefa netew dewlet û emperyalîzmê.   Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên giredayî wê, Heyetî Tehrîr El Şam li hember qadên di bin Rêveberiya Xweser de êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de sivîl hedef hatin girtin, bi dehan kes hatin qetilkirin û sedan kes birîndar bûn.   Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveberiya Kantona Firatê Mizgîn Xelîl der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Darbeyên mezin li çeteyan hat xistin’   Mizgîn Xelîl ketina rejîma Baasê ya piştî êrîşên HTŞ’ê pêk hat bi bîr xist û wiha got: “Tirkiyeyê ev êrîş derfet dît û bi çavsorî êrîşî qadên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de kir. 14 sal berê Kurdan bi têkoşînek mezin şoreş kir û mafê xwerêvebirinê bi dest xistin. Ji roja Rêveberiya Xweser ava bû heta niha Tirkiye êrîş dike. Di her derfetê de êrîşên xwe didomîne. Bi vê re Tirkiyeyê hucreyên çeteyan li Mincibê xist dewrê. Di encama van êrîşan de sivîl hatin qetilkirin. Hedefa êrîşan yekîtiya gelên li wir e. Xwestin di navbera Kurd û Ereban de pevçûnan derxînin. Dixwazin bi polîtîkayên şer xwe heyî bikin. Lê QSD, YPG û PYJ’ê berxwedanek mezin nîşan dan. Darbyên giran li çeteyê girêdayî Tirkiyeyê xistin.”   ‘Yên tên kirin sûcê şer û mirovahiyê ye’   Mizgîn Xelîl bi lêv kir ku Tirkiye bi êrîşên xwe paradîgmaya Neteweya Demokratîk hedef digire û wiha da zanîn: “Di êrîşên li hember Minbicê de sivîl hedef hatin girtin. Bi vê jî sînor neman. Di êrîşa li hember Eyn Îsa de malbatek hat qetilkirin. Li Kobanê zarokên ji dibistanê vedigeriyan hedef girtin. Sûcên şer hatin jiyîn. Li gorî Peymana Cenevreyê, tiştên li wir hatine kirin sûcê şer û mirovahiyê ye.”   ‘Xwestin Kobanê jî hedef bigirin’   Mizgîn Xelîl di berdewamiyê de daxuyakirin ku di êrîşên ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê pêk anîne de qanûna şer esas nehatiye girtin û got hemû cîhan li dijî vê bêdeng e. Mizgîn Xelîl wiha domand: “Hêzên garantor li dijî vê bêdeng man. Her kes hevkarê van êrîşan e. Lê bila baş bizanin, em ê bi berxwedana xwe hebûna xwe bidomînin. Wê bi rihê Kobanê berxwedan bidome. Kobanê bû dilê şoreşê. Ji bo wan jî bû pençeşêr. Bi êrîşên li hember Minbicê xwestin Kobanê jî hedef bigirin. Lê hêzên me ev vala derxistin.”   ‘Em ê paradîmaya Neteweya Demokratîk biparêzin’   Mizgîn Xelîl balkişand ser êrîşên li gundên derdora Kobanê û wiha dawî lê anî: “Şervanan li wir dîroka berxwedanê ji nû ve nivîsin. Şehadet çêbûn, lê me çawa DAIŞ ji axa xwe derxist, em ê çeteyên Tirkiyeyê jî derxin derve. Soza me ji bo gelê me û şehîdên me hene. Em ê şopdarê mîrateya wan bin. Em ê paradîgmaya Neteweya Demokratîk mayînde bikin. Em ê biparêzin. Divê her kes li dora Rêveberiya Xweser bibe yek.”