Dê ji niha û şûnde li Sûriyê rewşek çawa pêş bikeve? 2024-12-11 09:07:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Jiyan Pîran, geşedanên dawî nivîsand û got: "Îro giştî mirovahî û netew-dewletên Awropa li hemberî kiryarên qirêj ên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê Kurdistanê bêdeng in. Li cihê ku mafê mirovan bi parêzin, bêdengiya xwe diparêzin. Ev jî rastiya rûyên wan derdixe ber çavan."   Êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê Kurdistanê, tayînkirina qeyûm û operasyonên qirkirinê yên li Bakur, berdewamkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bêdengiya Ewropayê mijarên sereke yên Gelê Kurd e. Rojnameger Jiyan Pîran derbarê geşedanên dawî de ji ajansa me JINNEWS'ê re nivîsî.   "Alozî û şerê niha di cîhanê de tê meşandin pêşdîtinê Rêbertî yê di pêvajoya dîlgirtina xwe de anî ser ziman pişt rast dike. Rêber Apo wê demê gotibû; ‘Bi dîlgirtina min re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn destpê kir.’ Ji wê rojê û şûnde li Kurdistan, Rojhilata Navîn û giştî cîhanê roj bi roj alozî û şerên di navbera hêzên hegemon de zêde dibe û di roja me ya îro de gihiştine lûtkeyên.    Ger em çavdêrî bikin rewşa Sûriye ya îro dişibe rewşa Iraqê ya di dema hilweşîna Seddam de. Dewletên desthilatdar bi destwerdanên xwe Iraq parçe parçe kirin ku heta niha jî bi ser xwe ve nehatiye. Ji 2011 û şûnde rejima Sûriyê bi hevkariya hêzên ji derve xwe li ser lingan girt. Em di demên dîrokî yên girîng re derbaz dibin û şahidiyê ji hilweşandina rejîma Baas ya Destpotîk re dikin. Îro pirsa gelo paşde kişîna hêzên Îranê û bêdengiya Rusya, Beşar Esad têkbir yan jî ev planek ya hêzên desthilatdar bû tên kirin? Bêguman ev planek ya hêzên desthilatdar ên dixwazin dîzaynek nû bidin Rojhilata Navîn e.    Pirsa herî zêde di van rojan de tê kirin û wê bê kirin ev e; gelo wê ji niha û şûnde li Sûriyê rewşek çawan pêş bikeve? Rewşa Suriye ya niha ji hemû nirxandina re vekiriye wê heta demek dirêj jî ev rewş û aloziyên heyî li herêmê berdewam bike. Ji ber ku ne hêzek ne du hêzê ne sê hêz, belku îro bi dehan hêz li ser Sûriye ya heyî xwedî plan û plansazî ne. Ev jî vê rewşa heyî xetertir dike. Dibe ku rejîm hilweşa be lê hilweşîna rejîmê nayê wateya aramiyê, dijberî wê pêvçûn zêdetir bibe. Di tabloya îro de jî em dikarin bi rehetî van aloziyan bibînin. Dewleta Tirk jî dixwaze di vê tabloyê de cihê xwe bike lê di rewşa heyî de nepêkan e. Ji ber ku wê hêzên Sûriye ji derveyî xwe kesê di Sûriye de nekin xwedî biryar.    Bi êrişên Heyet Tehrîr El-Şam ya ser Helebê re dewleta Tirk ya dagirker ji xwest ji vê aloziyê sud wer bigire û bi çeteyên xwe yên paramîlîter û qetilkar ve êrişî Til Rifat, Şehba û Minbicê dikin. Dixwazin destkeftiyên gelê Kurd û pergala Netewa Demokratîk ya ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê hatî pêşxistin têk bibin. Tê dîtin wê çawa ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê berxwedanek bê hempa li hemberî çeteyên xwînmij yê dewleta Tirk hat raber kirin, niha jî li Minbicê ev berxwedan bê berdewam kirin. Ji ber ku gelê Kurd, Ereb û pêkhateyên Bakur û Rojhilatên Suriyê ji bo bidestxistin van destkeftiyan bi hezaran şehîd dan û heta niha jî didin. Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê ya ku ji 19’ê Tirmeha 2012’yan ve berdewam dike nîşaneya jiyanek azade ku îro bi wî ruhî li Minbicê li hemberî çeteyên dewleta Tirk tên meşandin.   Îro li başûrê Kurdistanên bi destê dewleta Tirk, PDK’ê û Iraqê heman senaryoya li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin li hemberî Herêmên Parastina Medya, Şengal û Mexmûrê tê sazûmankirin. Planê her sê aliyan yên li ser Tevgera Azadiyê û li ser gelê azadîxwaz ya bênavber anîna çeteyên dewleta Tirk ya nava xaka başûrê Kurdistanê berdewam dike. Bi çekên qedexe kirî her roj xaka başûrê Kurdistanê tê talan kirin û gundê başûrê Kurdistanê vala dikin. Îro PDK di bin navê ENKS’ê de li Rojavayê Kurdistanê hevkariyê bi dewleta Tirk ya dagirker dike. Gotinên herî dawî yên Hakan Fîdan vê vekirî radixe berçavên me.    Ne tenê îro di pêvajoya Efrînê û Serêkaniyê de jî ENKS’ê xiyaneta xwe ya li hemberî gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurd diyar dikir.    Ruxmê gelê Kurd û şevanên gelê Kurd giştî mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, îro giştî mirovahî û netew-dewletên Awropa li hemberî kiryarên qirêj, qirkirin û kuştinên ji aliyê dewleta Tirk yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê çêdibin, bêdengiya xwe diparêzin. Ji ber ku dewletên Awropayê li gorî berjewendiyên dewletên xwe parastina mafê mirovan dikin. Dibe ku di her gotinek yê wan de parastina mafê mirovan hebe. Lê ger rewşek ne di berjewendiyê dewleta wan de be, bêdengiya xwe li hemberî hemû kiryarên dijmirovahiyê diparêzin. Li cihê mafê mirovan bi parêzin, bêdengiya xwe diparêzin. Ev jî rastiya rûyên wan derdixe ber çavan.    Rêber Apo piştî dîlgirtina xwe anlîza rewşa niha ya Rojhilata Navîn kiribû û çareseriya rewşa heyî di avakirina Paradîgmaya Netewa Demokratîk de dibîne. Ji bo wê jî hevdîtina bi Rêber Apo re bêkirin qasî çareseriya heyî girîng e. Pêwîste demildest hevdîtin ji aliyê dewletê ve bi Rêber Apo re were kirin. Ne tenê gelê Kurd hemû gelê azadîxwaz çareseriya pirsgirêka heyî di formûla Rêber Apo ya Netewa Demokratîk de dibînin. Hevdîtina bi Rêber Apo re xwe gihandina azadiya gelan e. Ji ber ku Rêber Apo di perspektîfên xwe yên beriya salan de qala van aloziyên îro di Rojhilata Navîn de diqewim dike. Dîtin û analîzên heyî diyar dike ku Rêber Apo ji bo çareserkirina pirgirêka heyî ked daye û gihiştiye encama bi hevre jiyan kirina gelan. Ji bo wê jî pêwîst dike dewletên berpirs demildest hevdîtin bi Rêber Apo re pêkbînin û ji bo çareseriyê têkevin nava hewldanan.    Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, rayedarên dewleta Tirk a dagirker qala çareseriya pirsgirêkan dikin. Gelo dewleta Tirk û rayedarên dewleta Tirk ev çareserî di xewa xwe de dîtin, yan jî plan li pey planek nû ne? Bêguman dewleta Tirk bê plan û ji xwe ve hin gotina nake. Ev rastî di dîrokê de her carê xwe li nav çavê Kurdan xistiye. Gelo kî û çima wê di vê pêvajoya girtina siyasetmedaran, qedexekirina hevdîtina bi Rêber Apo re û ferz kirina qayûmê de wê bawerî bi çareseriyê bîne? Ji bo pêşxistina şerê taybet ê li ser civakê van gotina bi rayedarên xwe didin gotin. Gelê Kurd êdî dijminê xwe baş naskiriye di ferqa planên wan yên sûnî dene. Ger hevdîtinek bi Rêber Apo rê bêkirin pêwîste bi rayedarê dewleta Tirk re bê kirin. Ji ber ku yên ku van êrişan û komkujiyan li ser gelê Kurd pêktîne û nayên çareseriyê ew bi xwe ne. Çima dewleta Tirk dibêje bila DEM Partî hevdîtinê bi Rêber Apo re pêk bîne? Li gor mîn bêhna planek nû ya girtina rayedarên DEM Partiyê tê kirin. Ji ber ku dewleta Tirk di pêvajoya çareseriyê de ev plan li ser partiyên siyasî yên gelê Kurd pêkanîn û niha jî siyasetmedarên Kurd hesabên pêvajoya çareseriyê di dadgehên Tikiyê de didin.   Divê Gelê Kurd li hemberî hemû listokên şerê taybet yên ku qaşo qala çareseriyê dikin her roj komkujiyan pêktînin hişyar bin. Berxwedana xwe di asta Şerê Gelê Şoregerî de li hemû qadên jiyanê bilintir bikin û di rêya têkoşînê de xwedî îdayên serkeftinê bin. Wê biryardariya serkeftina Şerê Gelê Şoregerî, gelê Kurd û hemû gelê azadîxwaz bigihîne serkeftinê."