Ji bo Rojava banga hevgirtinê: Destkeftî di hedefê de ne 2024-12-11 09:57:56   AMED - Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray, têkildarî kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava diyar kir ku armanca êrîşên Tirkiye û SMO'yê yên li hemberî Rojava hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd e û banga piştgiriyê li Rojava kir.   Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SMO) di 27ê Mijdarê de li dijî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişan kirin. Di van êrîşan de, komên Tehrîr El-Şam (HTŞ) êrîşên xwe yên li ser Minbicê û gelek gundên derdora wê didomînin. Di êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û koçber bûn. Her wiha gelek herêm hatin talankirin. Ji bo piştgiriya koçberan kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Yek ji van kampanyayan ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve tê meşandin.   Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray der barê kampanyaya alîkariyê de banga piştevaniyê kir.   'Armanc destkeftiyên gelê Kurd e'   Sultan Yaray diyar kir ku armanca van êrîşan tinekirina destkeftiyên Rojava ye û wiha got: “Li Sûriye û Rojava êrîşên dijwar û tund hene. Armanca van êrîşan hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd û dostên Kurdan e. Kurdan li wir bedelên mezin dan û têkoşînên mezin dan. Di encamê de sîstemek hat ragihandin. Ji her pêkhate û nijadî mirov di nava vê pergalê de ji xwe re cih girtin. Her kes bi hev re dijiyan. Çand, nîjad û zimanên cuda hatin cem hev û jiyaneke komînal ava kirin. Ev model ji bo cîhanê bû mînak. Lê niha komên çete hem êrîşî Sûriyê û hem jî êrîşî Rojava dikin. Tê xwestin ku destkeftiyên li Rojava bên tinekirin. Dixwazin Rojava û Sûriyeyê bi karesatên mezin re rû bi rû bihêlin û bikin gola xwînê."   'Divê ti dewlet bi rêya Kurdan daxwazên xwe yên qirêj pêk neyne'   Sultan Yaray, anî ziman ku divê êrîş bi dawî bibin û aştî pêk were û wiha dewam kir: “Belê, Esad ji Sûriyeyê çû, lê dibe ku yên din werin. Lê divê yên nû şer berdewam nekin. Li Rojhilata Navîn têra xwe şer çêbûn. Divê êdî ev şer bi dawî bibin. Lê yên ku dixwazin ev şer ji bo berjewendiyên xwe berdewam bike jî hene. Gelê Kurd hem ji bo gelê xwe hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn têkoşîna xwe didomîne. Em jî dibêjin bila ev bê zanîn: Li Rojhilata Navîn tu dewlet nikare kurdan bisekinîne. Divê tu dewlet daxwazên xwe yên qirêj bi rêya Kurdan pêk neyne. Divê li ser kurdan hesabên qirêj neyê kirin. Kurd wê li çar parçeyan têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Kurd ne mecbûr in bibin koleyê tu kesî. Bi rastî gelê Kurd di dîrokê de tu carî nebûye kole. Kurd aştî, azadî, jiyanek wekhev û adil dixwazin. Ji ber vê yekê em dibêjin bila êdî şer bi dawî bibe.”   Ji bo kampanyayê banga piştgiriyê   Sultan Yaray anî ziman ku di encama êrîşan de gelek kesî zirar dîtine û diyar kir ku ew weke DBP’ê li cem mexdûrên şer in û got, “Me hem ji bo gelên Sûriyeyê hem jî ji bo Rojava dest bi kampanyayê kir. Di şeran de mirovên bindest dikevin rê û mal û canê xwe ji dest didin. Birçî û tî dimînin. Her wiha, niha şert û mercên zivistanê hene û rewşa mirovan xirab in. Weke DBP’a Amedê em bang li hemû gelê Amedê dikin. Kî dibe bila bibe bila em destê alîkariyê bidin. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û ji bo alîkariyê çi ji destê wan tê bike. Lê divê gelê me bizanibe ku em pereyan kom nakin. Tenê hewcedariyên kesan e. Em ê tiştên wek cil, pêlav, derman, betanî, xwarin û pêdîviyan berhev bikin. Em dixwazin her kes piştgiriyê bide kampanyayê. Ew dikarin malzemeyên alîkariyê bigihînin avahiyên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) û DBP'ê."