‘Tasfiyeya Rojava mijara gotinê ye divê em berxwedanê mezin bikin’ 2024-12-12 09:04:15   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu der barê êrîşên li hember Sûriyeyê de axivî û got: “Tasfiyeya şoreşa Rojava ya ku şoreşa herî girîng a sedsala 21’ê ye mijara gotinê ye. Divê em li dijî şerê li Rojhilata Navîn berxwedana yekbûyî rêxistin bikin. Di yekitiya gelan de, divê karker, jin û ciwan li dijî şer xwe rêxistin bikin. Kirdeyên têkoşîna azadiya jinê divê li dijî şer dengê xwe bilind bikin.”   Çeteyên ku Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê piştgiriyê didinê, ji 26’ê mijdarê de ye êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. HTŞ êrîşên li hember qadên sivîl didomîne, jin, zarok, ciwan û kal û pîran qetil dikin.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlu der barê êrîşan de nirxandin kir.   ‘Tasfiyekirina şoreşa Rojava mijara gotinê ye’   Çîçek Otlu da zanîn ku her kes dixwaze li Rojhilata Navîn di dîzayna nû de pozîsyona xwe bigire û gelek welatî butçeya şer zêde kirine û vê rewşê nîşan didin. Çîçek Otlu wiha vegot: “Welatên endamên NATO’yê zêde kirin. Li Tirkiyeyê butçeya parastinê tê zêdekirin. Têkiliyên xwe yên bi NATO’yê re hîn xurtir kir. Her kes ji bo di nexşerêya ku Rojhilata Navîn diguherîne de dixwaze pozîsyonê bigire. Di pêvajoya ku Trump dihat peywirê de Tirkiyeyê ji ser komên HTŞ û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê dest bi dagirkirina Sûriyeyê kir. Li vir li hember jin û gelan tehdîdek mezin heye. Tasfiyekirina şoreşa Rojava ya şoreşa herî girîng a sedsala 21’ê bû mijara gotinê ye.”   ‘Erdogan ji bo destkeftin û tunekirina gel plan çêkiriye’   Çîçek Otlu daxuyakirin ku hewl tê dayîn şoreşa gelê Kurd û xeta azadiya jinê tune bikin û wiha dirêjî dayê: “Tasfiyeya Sûriyeyê tasfiyeya Îranê di heman demê de tê wateya tasfiyekirina gelê Kurd.Planên van hemûyan hatiye kirin. Daxuyaniyên Baxçelî û Erdogan vê nîşan didin. AKP û MHP’ê ji 2015’an de ne di alî siyasî ne di alî leşkerî de serkeftin bidest nexistiye. Ji bo tabana xwe konulede bike şer sor dike, nîjadperestiyê giran dike. Dixwaze serkeftinê bidest bixe. Ev jî wisa ne hêsane. Dagirkirina Tel Rifat tê wateya dagirkirina Rojava. Hemû hêzên Bakur û Rojhilat li dijî şerê wir bang dikin, seferberî îlan kirine. Erdogan ji bo destkeftî û tunekirina gelan plan ava kiriye. Ji ber vê ye ku evqas piştgiriyê dide Artêşa Netewî ya Sûiryeyê û HTŞ’ê.”   ‘Jinên ji şoreşê re pêşengî kirine hedef tên girtin’   Çîçek Otlu daxuyakirin ku jinên ji şoreşê re pêşengî kirine ji aliyê çete û dewletan ve hedef tên girtin û got: “Jinên li rojava çarşef avêtin sembolin, jinên li Geziyê sembolin. Dema Jîna Mahsa Emînî hat qetilkirin jinan xeta jinan a Rojava esas girt. Las Tesîs ya Şîliyê li dijî tundiya mêr xwe bi awayekî xurt rêxistin kirin. Ev bandora şoreşa Rojava ye. Dirûşmeya ‘jin jiyana zadî’ ya li Rojava,bi Rojhilat re li cîhanê gerdunî bû. Dema dengê me kurt derkeve wê hevalên me yên jin bên qetilkirin. Ji ber vê divê em bibin girdeya têkoşîna yekbûyî.”   ‘Divê rêxistinbûn hebe’   Çîçek Otlu destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parçeyek ji polîtîka şer e û ji bo girankirina şer nahêlin gotinên Abdullah Ocalan bigihêjin gel. Çîçek Otlu wiha dawî lê anî: “ Siyaseta qeyûm jî parçeyek polîtîka şer e. Polîtîka betalî û xizaniyê jî têkildarî polîtîka şer e. Dema AKP’ê de siyaseta hatiye meşandin siyaseta şer e. Emê li dijî şer li kolanan bin. Ji bo rawestandina vî şerî em ê têbikşin. Divê em berxwedana yekbûyî ya gelan li dijî şerê li Rojhilata Navîn rêxistin bikin. Ez banga bilindkirina têkoşînê dikim.”