Nobeda li Nisêbînê di roja xwe ya 4’an de didome 2024-12-16 14:08:17   MÊRDÎN - Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Nisêbînê bi nobeda ser sînor tê protestokirin.   Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser sînorê Qamişlo nobet hat destpêkirin. Nobet 4 roj in didome.    Halîse Cebe ya beşdarî nobedê bû, diyar kir ku ew ji bo piştgiriya Rojava li vir in û got: “Hejmarek mezin ji bo parastina Rojava li vir hatin cem hev. Rojava ne bi tenê ye. Çima li wir jin û zarok tên qetilkirin? Her kes ji bo Filistînê li ber xwe da, çima her kes ji bo Rojava çavên xwe digire?"   Çalakî bi dirûşme, tilîlî û govendê dewam dike.