‘Yên ku ji yên din re dibêjin kujer bila li xwe binêrin!' 2024-12-28 09:04:30   Neslîhan Kardaş   MÊRDÎN - Esmer Çikmaz ya ji bo piştgiriya çalakiya nobeta li Nisêbînê sînorê Qamişlo, ji Şirnexê hat wiha got: “Behsa zilma Esad dikin. Lê bila vegerin li bodrumên Cizîrê binêrin. Li ber çavên me zarokên me şewitandin. Ji bo kesên din dibêjin kujer. Lê bila vegerin li xwe binêrin.”   Çalakiya nobetê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li sînorê Qamişlo li dijî êrişên Tirkiye û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin ev du hefteye bê navber didome. Ji şerê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her diçe giran dibe herî zêde jin û zarok bi bandor dibin.   Jinên ji Şirnexê ji bo piştgiriya nobetê tevli çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn.   ‘Behsa zilma Esad dikin bila bên li bodrumên Cizîrê binêrin’   Esmer Çikmaz ku ji Cizîrê hat tevli çalakiya nobetê bû wiha got: “Bila dawî li vî şerî bê. Dayik aştiyê dixwazin. Ez 50 salî me lê hîn daxwaza aştiyê nehatiye cih. Tu mafên me nayên dayîn. Em hebûn û em ê hebin. Behsa zilma Esad dikin. Lê bila vegerin li bodrumên Cizîrê binêrin. Li ber çavên me zarokên me şewitandin. Em bûn şahidê vê. Bîhan şewatê wan hîna wek îro ye. Di ser de 10 sal derbas bû. Lê êşa me tezeye. Ji bo kesên din dibêjin kujer. Lê bila vegerin li xwe binêrin.”   ‘Em bi ziman û çanda xwe hene’   Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Hatîce Beytur jî daxuyakirin ku ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin lê dewlet bersivê nade û wiha axivî: “Dewlet piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Zarokên Kurd qetil dikin. Em mafên xwe dixwazin. Em jiyanek aştiyane dixwazin. Bila tu dayik negirîn. Em aştiyê dixwazin. Bila êdî kes neyên qetilkirin. Em şoreşa Rojava pîroz dikin. Heta em hebin em ê li pey doza xwe bin. Em bi nasname û zimanê xwe hene.”   Dayika Aştiyê Melîha Atak jî wiha bi lêv kir: “Em bi armanca piştgiriya dayikên Rojava tevli çalakiyê bûn. Divê dayikên wir êdî êşê nekşînin û azad bibin. Dayikên Rojava pir êş kişandin. Bila êşa ku kişandine azadiyê bîne. Rojnamegerên ku dengê wan dan bihistin jî hatin qetilkirin. Êdî bes e.”   ‘Bila xwîn nerêje’   Dayika Aştiyê Asya Tay jî banga aştiyê kir û wiha vegot: “Ez wek dayika aştiyê banga yekitî û aştiyê dikim. Gelo wê mirin û koçberkirin heta ku derê bidome. Bila êdî xwîn nerêje. Em dixwazin Kurd bibin yek. Bila aştî û yekitî pêk bê.”