Abdullah Ocalan: Ez ji bo gavên erênî ku bên avêtin amade me 2024-12-29 11:45:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Koma Meclîsê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn, naveroka hevdîtinê parve kirin. Abdullah Ocalan diyar kir ku ew amade ye di hevdîtinê de gavên erênî bavêje û got, "Ev hemû hewldan wê welat bigihînin asta ku heq dike û ji bo veguhertina demokratîk jî wê bibe rêberek pir bi nirx."   Cîgirê Serokê Koma Meclîsê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEP Partî) Sirri Sureyya Onder û Parlamentera  DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan ku duh bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn, der barê hevdîtina xwe de daxuyaniyek dan.   Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek berfireh pêk anî. Tenduristiya wî baş bû û moralê wî pir li cih bû. Nêrînên wî yên  ji bo çareseriyeke mayînde ya Pirsgirêka Kurd gelek girîng bûn.   Di hevdîtinê de ku geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin, birêz Ocalan ji bo senaryoyên siberoja tarî yên hatine ferzkirin, çareseriyên erênî pêşkêş kirin.     Çarçoveya giştî ya raman û nêzîkatiya wî wiha ye:   *Ji bo pêvajo bi ser keve, hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nava hesabên demkî û teng, hewceye înîsiyatîfê li xwe bigirin, çêker nêz bibin û ji hêla erênî ve sûdewer bin. Ev yek pir girîng e. Bêguman yek ji zemînên vê sûdeweriyê ya herî girîng jî dê TBMM be.    * Geşedanên li Xeze û Sûriyeyê nîşan dan ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi mudaxileyên derve re her ku diçe bêhtir kûr dibe, ketiye rewşeke wisa ku nabe ku êdî were taloqkirin. Di çarçoveya vê micidahiyê de, ji bo ev xebat were biserxistin, piştevanî û pêşniyarên muxalefetê binirx in.    * Ez jî xwedî wê zanebûn û biryardariyê me ku ji hêla erênî ve piştgiriyê bidim paradîgmaya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didinê.    * Şande dê vê nêzikatiya min hem bi dewletê re hem jî heke hewce bike dê bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de, ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim.    * Ev hewldanên me tevek dê welat bigihijîne asta heq dike û di heman demê de ji bo veguherîneke demokratîk jî dê bibe rênîşaneke pir bi nirx.  Ji bo Tirkiye û herêmê serdema aştî, demokrasî û wekheviyê ye.