Lêpirsîna Gulistan Doku: 7 kes birin edliyeyê
- 11:18 17 Nîsane 2026
- Rojane
DÊRSIM - Di lêpirsîna Gulistan Doku de piştî îfadeyê 7 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.
Têkildarî windakirina xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku de, duh kesên sewqî Edliyeya Dêrsimê hatin kirin jê 2 kes hatin giritn. Polîsê bi navê Gokhan Ertok ê ku ji karta telefonê hinek agahî jê biribû bi sûcê “windakirin an guhertina delîlan” hate girtin û wezîfedarê Îdareya Taybet a Bajêr Erdogan Elaldi jî bi sûcê “kuştina bi zanebûn” hate girtin.
Berpirsiyarê kamerayê yê Zanîngeha Munzurê Suleyman Onalan û Savaş Gulturk jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Dêrsimê hatin kirin. Suleyman Onalan û Savaş Gulturk piştÎ îfadeyê hatin berdan.
Îro jî piştî îfadeya 7 kes sewqî edliyeyê hatin kirin, gumanbarên sereke Mustafa Turkay Sonal û pasevanê walî Şukru Eroglû hêj li qereqola cendirmeyan tên ragirtin. Dema kesên di bin çavan de sewqî adliyeyê hatin kirin malbata Gulistan Doku bertek nîşan da û got: “Hûn hemû kujer in, Tuncay Sonel kuher e bila were we xilas bike.”
Dayika Gulistan Doku Bedriye Doku û xwişka wê Şîlan Doku bi ser xwe çûn.
Malbat li pêşberî edliyeyê di nobedê de ye.
