'Ji bo pêşketina zimanê kurd têkoşîn girîng e'
- 10:44 12 Çile 2020
- Çand û Huner
AMED - Jinên ku 1'emîn Komxebata di pêşengiya Tora Çand û zimanan de nirxandin wiha gotin: "Ziman sedema hebûna me ye, ji bo pêşketina ziman divê saziyên alterantîf ên perwerdê bên avakirin divê têkoşîn bê dayîn."
1'emîn Komxebata Tora Çand û Zimanan ku wê du rojan berdewam bike li Demîr Otelê di roja xwe ya duyemîn de bi tevlibûna kesên wekî nivîskar, akademîsyen, rojnamevan, karsaz, akademîsyen û weşangeran berdewam dike. Jinên ku girîngiya komxebatê nirxandin diyar kirin ku ziman sedema hebûnê ye û divê bê parastin.
'Îro kombûna me ya ji bo zimanê kurdî girîng e'
Evîn Taşdemîr a ku derbarê zarokan de xebatan dimeşîne, diyar kir ku ew zahmetiyên zarok di warê ziman çand û hûnerê de dijîn tespît dikin û ji bo van pirsgirêkan dibin çareserî. Evînê diyar kir ku derbarê perwerdeya alterantîf de jî hewldanên wan hene. Evînê bal kişand ser 1'emîn Komxebata Tora Çand û Zimanan jî û wiha got: "Em ê di vê komxebatê de jî zahmetiyên ku zarok di warê çand û ziman de dikişînin bînin ziman. 12 mase hatine avakirin û her amse wê cuda pêşniyarên xwe bike. Nivîskar, rojnamevan, akademîsyen hunermend û ziman zanên ku vê komxebatê de hatine cem hev ji bo ku zimanê kurdî bê parastin wê pêşniyarên xwe bikin. Ev kombûneke girîng û bi nirx e."
'Divê em ji bo zarokan qadên alternatîf ava bikin'
Evînê anî ziman ku ji bo zarok bikaribin bi zimanê xwe yê daiyikê perwerdê bibînin wan pêşniyar kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Em niqaşên xwe li ser ku em dikarin ji bo zarokan çi bikin û ji bo pêşerojeke baş dikarin çibikin didomînin. Bandora dayikan li ser zarokan gelek zêde ye. Ji ber wê jî divê zarok bi zimanê dayika xwe mezin bibe û di vî warî de jî rola girîng dikeve ser milê dayikan. Lê divê ne tenê dayik bandora civakê jî li ser zarokan zêde ye. Ji ber vê jî divê em zianê kurdî li hemû qadan biparêzin û bidin jiyîn."
'Divê em çavê xwe ji asîmîlekirina zarokan re negirin'
Endama FERAD -DER'ê ya Semsûrê Svcan Bagirci jî wiha got: "Ziman xake, hebûne, nasname û cewherê me ye. Îro jî em li ser vê mijarê niqaş dikin ku em dikarin çi bikin. Ez bawer im em ê bikaribin di vî warî de gavên girîng biavêjin. Di vî warî de erka herî mezin dikeve ser milê dayik bav, kalalan. Divê malbat girîngiya zimanê dayikê û girîngiya çandê hînî zarokên xwe bikin. Divê nehêlin ku zarokên wan neviyên wan bên asîmilekirin. Îro ji rojnamegeran bigire heta bi akademîsyen û nivîskaran gelek kes li vir in û em li çareseriya ku em çawa dikarin zimanê xwe biparêzin digerin. Di vî warî de berpirsiyarî ya me hemûyan e."
'Em niqaşên ku ziman çawa pêşve diçe dikin'
Mamosteya Entutiya Zimanê Kurdî Ozlem Kut jî diyar kir ku piştî OHAL'ê tundiya li ser kurdan û zimanê wan zêdetir bûye û wiha berdewam kir: "Di salên borî de rewşa awarte hebû. Ev tenê ne li ser ziman li ser tevahiya civakê tundiyek hebû. Armanca me ku em rewşa zimanê kurdî çi ye hîn bibin. Ji bo ku em kêmasiyên xwe di vî warî de tespît bikin em îro li vir in. Ev civîna me ya duyem e. Beriya vê jî me civînek li dar xist û me torek di warê ziman de ava kir. Em ê di vê civînê de jî li ser ku em diarkin çawa zimanê kurdî pêşvebibin niqaşan bikin."
'Bila malbata kurdî hînî zarokên xwe bikin'
Ozlem diyar kir ku perwerdeya ziman di serî de ji malbatê destpê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê bi axaftinê ziman biparêzin. Malbata gava yekemîn e. Bila bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û bi zimanên biyanî ango bi tirkî neaxivin. Dema ku bi zarokan re bi kurdî biaxivin wê di pêşerojê de ew jî bi derdora xwe re bi kurdî biaxivin. Bi taybetî jî bang li dayikan dikim û dibêjim bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Rola sereke di vî warî de dikev ser milê dayikan."