
Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitil belav bike
- 10:54 18 Mijdar 2024
- Ked/Aborî
AMED - Meclîsa Şaredariya Peyasê biryar da ku li 25 tax û gundan 10 hezar şitlên fêkî li welatiyan belav bike.
Meclisa Şaredariya Peyasê ya Amedê di civîna meha Mijdarê de pêşniyara belavkirina şitlên fêkî li welatiyên li gund û taxan dijîn qebûl kir.
Bi biryarê re li 25 taxên gundan 10 hezar şitlên fêkî bên belavkirin.