
Li Peyasê bernameyên 21'ê Sibatê
- 10:32 19 Sibat 2025
- Çand û Huner
AMED - Bi hevkariya Meclîsa Jinan ya Peyasê û Gerînendehiya Polîtîkaya Jinan, li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan ya Şaredariyê Peyasê, bi wesîleya Roja Zimanê Zikmakî ya Cînanê gotûbêj, helbestxwendin û destnîşana pirtûkan bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê” hate lidarxistin.
Di heman Rojê de li Pirtûkxaneya Arjen Arî ya Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê, bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan KASEDê û Komeleya Dîcle a Çand û Hûnerê, bi navê ‘Deng û Dîwan’ panel û dîwana dengbêjan bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hate lidarxistin.
Li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan Çalakiya Yekemîn!
Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cînanê li Meclîsa Jinan û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê cara yekemîn li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan bernameyek li dar xist. Bernameya ku hate li dar xistin, bi moderatoriya Dîlan Guvenç, wek axaftvan û panelîst jî Nivîskar Leyla Saraç û Herdem Merwanî beşdar bûn. Di bernameyê de Hevşaredar Peyasê Bêrîvan Gulşen Şîncar û gelek jin amade bûn.
Penelîst û nivîskarên jin Leyla Saraç û Herdem Merwanî, di gotûbêjê de ya ku di çarçoveya bernameyê de hate lidarxistin, li ser girîngiya nivîsandina bi zimanê zikmakî, wêje wekî qadeke berxwedanê çawa teşe digire û dijwariyên derdikevin ber jinên nivîskar hate sekinandin. Di bernameyê de bal li ser hêza wêje û ziman ku nasnameya gelekî çawa didin jiyîn û careke din qala girîngiya afirandina bi zimanê zikmakî hate kirin û sekinîn.
Eleqedariya ji bo bernameyê gelekî zêde bû. Di bernameyê de panelîst û nivîskarên jin ji dîwanên xwe helbest xwendin û ji beşdaran re pirtûkên xwe îmze kirin.
Di Panelê de Hêza 'Deng û Dîwanê'
Gerînendetiya me ya Çandê û Karên Civakî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de li Pirtûkxaneya Arjen Arî bi hevkariya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan KASEDê û Komeleya Dîcle a Çand û Hûnerê bernameya ‘Deng û Dîwanê’ li dar xist.
Di bernameya bi moderatoriya Berîvan Matyar ve Serwet Denîz, Weysî Varlî weke panelîst û axaftvan beşdar bûn û dengbêj Hediye û Emere Entaxî dîwan li dar xistin. Li Pirtûkxaneya Arjen Arjî bi wêneyê Arjen Arî salona ku bername lê hat darxistin hatibû xemilandin. Bername bi beşdariya Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, gelek nivîskar û xwendekarên Pirtûkxaneya Arjen Arî têr û tijî bûbû.
Destpêka bernameyê moderator Bêrîvan Matyar kir û panelîst û dengbêj yeko yeko bi beşdaran da nasîn. Pê re bal kişand ser giringiya xebatê û wiha got: “Heta nûha ji derveyî saziyên civakî piştî 8 salan cara yekemîn e bernameyek e wiha têr û tijî ji aliyê saziyek e fermî tê li dar xistin. Em jî cihê kêfxweşiyê ye. Ez bawer in xebatên wiha giranbûha wê ji nûha pê ve jî bibe yek ji xebatên gerînendehiya Şaredariyê.”
Xebatên ji bo pêşvebirina ziman wê xurtir bidome
Nivîskar û panelîst Servet Deniz destpêkê axivî û bal kişand ser girîngiya dengbejiyê. Denîz anî ziman ku dengbejên di nava civakê de pîvanên exlaqî diyar kirine û wiha got: "Bi mûnaebeta 21ê Sibatê îro em li hev civiyan e û em pirsgirêkên zimanî tînin ziman. Gerek her rojan em bikin rojên ziman û li ser pisrgirêkên zimanî bisekinin. Lê ji ber ku dîwana dengbêjan li dar dikeve, ez ê bala guhdarvan û xwîneran bikişînim ser vî qalibî. Dengbêjî û aliyê dengbêjiyê ya civakî. Dengbêjan tiştên çewt û rast ji civakê re ragihandiye. Ji gotinê ber bi nivîsînê ve çûye. Dengbêj ji bo dengê xwe yê xweş bidin bihîstin ne tenê guh didin klaman, erka saziya perwerdehiyê jî bi cih tînin. Erk û mîsyona ku gelek sazî nuha pêk tînin, ji aliyê dengbejan ve ku ji bûyer, qewmîn û pirsgirêkên civakî ên wek şer, aştî, pirsgirêkên navxweyî ku çawa hîn bûne, bi rêya klaman ji me re anîne ziman û heta roja îroyîn hatiye. Mînaka Evdalê Zeynikê mînakek sereke ye ku mirov baş bala xwe bidê, tê digihê ku berî Evdalê Zeynikê rastî tu dengbêjan nayê…"
Piştre muzîkologê kurd Weysî Varlî mafê axaftinê girt û dîrok û ruhê muzîka kurdî vegot. Varlî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bi mûnasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ez jî vê bernameya we ya têr û tijî pîroz dikim û kêfxweşiya xwe tînim ziman. Dixwazim li ser pergala muzîka kurdî bisekinim ku ji sumeriyan hatiye. Her miletî navekî xwe lê kiriye û ew deng ji herêman ve pêk tê û hatiye afirandin. Qalib li gor vê hatiye rûniştandin. Muzîk dengê wêneyan û civakê ye. Di kurdî de muzîk ji klam, stran, zêmarê pêk tê. Ev jî di hundir xwe de çar sernavan hildigire; ked, heyecan, şer û xemgînî. Bi piranî li ser van çar navan jinan rola xwe baş lîstiye. Di serdema Ûrartûyan û Hûriyan de dengbejên herî mezin jin bûn. Heta em dikarin bêjin jinên Kurd bûn."
Piştî van axaftinan panel bi pirsîna pirsan û bersivdayina bersivan bi dawî bû û dewrî dîwana dengjêyan kir. Dengbêj Hedîye û Emerê Entaxî bi klamên xwe şevbihêrkek bêhempa li dar xistin û bernamey bi dawî kirin.