
Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
- 13:59 19 Sibat 2025
- Hiqûq
ENQERE - Danişîna doza 69 kesên ji ber tev li bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê bûne tên darizandin, ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.
Bi hinceta ku tev li bîranîna yekemîn salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gar a Enqereyê bûne, der heqê 69 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna 20’emîn a dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê hat lidarxistin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) tev li danişînê bûn.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî dozger got ku ji bersûcan Caner Karataş jiyana xwe ji dest daye û biryara betalbûna doza derheqê Karataş de ragihand.
Parêzeran ji bo mutalaayê dem xwest. Dadgehê jî ji bo eşkerekirina mutalaayê danişîna dozê taloqî 24’ê Sibatê kir.