'Em bi rêya wêne û lîstikan hestên xwe parve dikin'
- 09:01 31 Tîrmeh 2020
- Çand û Huner
Sara Şêx Hesen
HELEB - Zarokên bi navê Rîm û Mihemed El Xatîb ên ku hem wêneyan xêz dikin hem jî bi awayekî xwezayî lîstikan amade dikin û bi hev re dilîzin wiha gotin:"Em bi hestên zarokatiyê xewin û xeyalên xwe bi rêya şano û xêzkirina wêneyan tînin ser ziman."
Mirov di temenekî biçûk de hînî dîrok û çanda xwe dibe. Mirov dema di zarokatiya xwe de hînî hunerê bibin dema temenê wan mezin dibe ji bo wan dibe pîşe. Di cîhanê de mirovên herî paqij zarok in û jiyan ji bo wan xweştir û bi wate ye. Li bajarê Helebê her du zarokên bi navê Rîm û Mihemed El Xatîb di temenekî biçûk de xeyalên xwe bi xêzkirina wêneyan û lîstikên xwezayî pêşkêş dikin. Rîm El Xatîb 13 salî ye û Mihemed El Xatîb jî 9 salî ye. Xwişk û birayên hevdu ne û ji Efrînê ne. Niha li Helebê li taxa Şêx Meqsûd dijîn. Rîm û Mihemed di derbarê hunera xwe de nêrînên xwe bi me re parve kirin.
'Em bi rêya wêne û lîstikan hestên xwe parve dikin'
Rîmê hestên xwe wiha parvekir: "Ez pir dixwazim li ser jiyan, xewin û xeyalên zarokan nivîsan binivîsînim û bi rêya lîstik û şanoyê pêşkêşî zarokan bikim. Her wiha ez gelek girêdayî xwezayê me û ez naxwazim kes destên xwe bide xwezayê û xerab bikin. Ez bi dilekî gerim û hestekî pir xweş wêneyan neqiş dikim û piranî wêneyên min li ser xwezayê ne. Di van aliyan de ya herî zêde alîkariya me dike dayika min e, ji bo ku em laiqê keda dayika xwe derkevin, em ê her dem tiştên herî xweşiktir bikin. Divê hemû dayik xwedî li zarokên xwe derkevin û çanda herî xweşik nîşanî zarokê xwe bikin. Ez û birayê xwe bi hestên zaroktiyê xewin û xeyalên xwe bi rêya şano û xêzkirina wêneyan tînin ser ziman."
'Divê em dev ji zaroktiya xwe bernedin'
Mihemed jî wiha behsa berhemên xwe kir: "Ez ji xwendin û nivîsandinê gelek hez dikim. Ez hîn 6 salî bûm hînî nivîsandinê bûm. Her wiha ez hunera xwe bi lîstik û şanoyê pêşkêş dikim. Dema ez di şanoyê de dileyîzim, xwesteka min ew e ku ez bi şanoya xwe gel kêyfxweş bikim, ji bo wê ez gelek helbest û çîrokan dinivîsînim. Pir çîrokên min hene ku min li ser dayika xwe nivîsandiye. Dema ez dibînim zarok li dikan û kolanan kar dikin, gelek zora min diçe, ji bo wê pêwist e hemû zarok di dibistanan de bixwînin. Beriya şer li bajarê Helebê dest pê bike em li mala xwe bûn û jiyana me gelek xweş bû. Ez fêrî her zimanekî dibûm. Dema şer dest pê kir em ji mafê xwe yê zaroktiyê bê par man. Her wiha di wan şeran de gelek zarokên bê sûc jiyana xwe ji dest dan. Şer bandorek gelek mezin li ser giyana zarokan kir, lê divê em car din dev ji zaroktiya xwe bernedin, ji ber em zorak xwe wekî pêşeroja civakê bi nav dikin. Herî dawî jî xwestekek min heye, ew jî di vê rewşa Vîrusa Koronayê de pêwist e em biryaran baş bi cih bînin û ji bo parastinê em xwe paqij bigirin. "