'Qada sînemeyê qada têkoşînê ye'

  • 09:02 22 Tebax 2020
  • Çand û Huner
AMED - Sînemavan Elîf Yîgît bal kişand ser rewşa jinê ya qada sînemayê û got: "Mamosteyên me ji me re digotin 'kamera karekî giran û karê mêran e, ne li gorî jinê ye!' bi vê nêzîkatiyê ez tevlî xebatên sînemayê bûm û min hewl dida ku ez kêmasiyan nekim. Lê min dît ku qada sînemayê qadekî têkoşînê ye."
 
Di sînemayê de karakterên jin çawa ye? Jin çima di qada sînemayê de bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin? Çima hejmara derhênerên jin kêm in? Ev pirs demek dirêje di nava qada sînemayê de ji hêla jinan ve tê nîqaşkirin. Her wiha qada sînemayê hem jî bo jinan û hem jî ji bo kurdan bû qadekî têkoşînê derbarê mijarê de sînemavan Elîf Yîgît ji ajansa me re nêrînê xwe anî ziman. 
 
Di sînemayê de rola jin û mêran... 
 
Elîf, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qada sînemayê û got: "Ji ber ku em di nava pergalekî baviksalariyê de ne, sînema jî para xwe ji vê pergalê distîne. Jin di nav civakê de çawa bê dîtin di sînemayê de jî bi wî awayî tê dîtin û tê ragihandin. Di sînemayê de jin her tim wekî dayik û kesên fedekar tên nîşandan. Wekî, jinek zarokên xwe xwedî dike û her tim li benda hevjînê xwe ye û li vir peyama pêdiviya jinê bi parastina mêrê heye tê dayîn. Ger ku di fîlmê de jinek li fabrîkayê dixebite jî divê bi serhosteyê xwe re di nava têkiliyê de be. Di fîlman de her tim jin ji hêla mêran ve tên rizgarkirin."
 
'Kamera ne li gorî jinê ye!'
 
Elîf, diyar kir ku divê rewşa derhêner û sînemavanên jin jî bê nirxandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li paş sînemayê jî cihê jinan ne cuda ye. Dema ez li zanîngehê bûm min dixwest ez bibim derhênera dîmenan. Vê çaxê jî mamosteyên me ji me re digotin 'kamera karekî giran û karê mêran e, ne li gorî jinê ye!' Bi wî awayî dixwestin me ji kamerayê dûrbixin. Dema ez ketim nava qada sînemayê ez bêtir xebitîm. Lê her tim min dihiştin paşve. Çavên wan li ser min bû ku ez ê kengê kêmasiyekî bikim. Lê belê çewtiyên ku jin û mêr dikin, jin bêtir li ber çavan bû. Ji ber vê yekê jî ez bêtir dixebitim. Jin bêtir di aliyê makyaj û kostûmê de dixebitin. Her wiha hejmara jinên ku kamerayê re mijûl dibin kêm in. Piranî derhêner û derhênerên dîmenan mêr in. Li Kurdistanê jî derhêner û sînamegerên jin tunê ey."
 
‘Sînema ji bo me alavê têkoşînê ye’
 
Elîf, qada sînemayê wekî alavê têkoşînê dibîne û mijar wiha şîrove kir: "Di sînemaya Tirkiyeyê de bi taybetî li ser çanda kurdan bîngeha nefretê tê ava kirin. Kurd wekî hov tên nîşandan. Wekî ku nizanê biaxive û kesayetên nebaş tên ragihandin. Ji ber vê yekê me xwest bi kamerayên xwe çand, dîrok û rastiya civaka xwe bitevgerin. Em sînemayê ji bo xwe wek alavê têkoşînê dibînin. Em vê têkoşînê jî bi mijarên xwe didin nişandan. Di sînemaya kurdî de mijar piranî bi sînor e. Her wiha bê welatî û li ser êş û janê ye. Ji bo mînak derhênera kurd a Hiner Saleem di fîlma ‘Dol’de li ser karaktera Azad’ê disekine. Azad her sê parçeyan de jî eynî  êşan dibîne û hertim ji bo ku ji sînoran derbas bibe hewil dide. Her wiha Derhênera kurd a  Bahman Ghobadî di fîlma xwe ya ‘Heyva nîvî’ de li ser rola ‘Mamo’ yê dîsa li ser mijara sînoran disekine. Di fîlmê de Mamo ji bo konsera xwe dixwaze biçe başûrê Kurdistanê.  Lê awîrên Mamoyê ku dema nikare derbasê başûrê kurdistanê bibe, giş hîsên kurdan dide nişandan. Li wê Mamo hemû kurdan temsîl dike. Her wiha dîsa li sînemaya Bakurê de di fîlmên Yilmaz Guney de êşa kurdan tîne ziman. Yilmaz Guney di fîlmên xwe de polîtîkayên bişaftinê baş tîne ziman. Di sînemayê kurdî de temaşevan xwe di fîlman de dikarin bibinin ziman loma filmên xwe temaşe dikin.”
 
‘Niha li ser belgefîlma Heskîfê dixebitim’
 
Elîf di dawiya axaftina xwe de li ser projeyên xwe axivî û anî ziman ku niha li ser belgefîlma Heskîfê dixebite. Elîf ev tiştê got: “Sînema jî wek bîra me ye. Berê de bi rêya çîrok û dengbêjan mê dîroka xwe radigihand niha jî bi awayên platformên dijital çêdikin. Ez salekê ye li ser belgefîlma Heskîfê de dixebitim. Ji ber ku dîroka me winda dikin. Em jî ji bo dîroka xwe bidin jiyîn xebatên bi wî awayî dikin.”