Qeymeqamtiya Kadikoyê konsera ‘Berbang’ qedexe kir

  • 16:06 16 Cotmeh 2021
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Konsera NÇM’ê ya bi navê “Berbang” ku Walitiya Stenbolê destûr dabû, Qeymeqamtiya Kadikoyê bi hinceta “Ewlehiya cemaweriyê”qedexe kir. 
 
Şahiya konserê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku wê îro ji bo salvegera 30'emîn damezrandina xwe bi dirûşmeya “Berbang” li Navenda Çanda Bostanci pêk banîna ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hat qedexekirin. Ji bo qedexeya Konsera ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve destûrê wê hatibû dayîn weke hincet jî “Ewlehiya neteweyî, nîzama cemaweriyê, îhtîmala sûc kirinê, maf û azadiya kesên din bêxe xetereyê” hatin nîşandan.  
 
NÇM’ê têkildarî biryara qedexeyê de ev peyam parve kir: “Demeke dirêj e bi hemû hêza xwe ya madî û manewî, di nav kelecaneke mezin de bûn ku salvegera 30’emîn a NÇM’ê pîroz bikin û bi gelê xwe re werin gelhev. Qeymeqamtiya Kadikoyê, destûra ku walitiyê beriya rojan dabû tune hesiband û bi hinceta ku ‘ewlehiya neteweyî, nîzama cemaweriyê, îhtîmala sûc kirinê, maf û azadiya kesên din bêxe xetereyê’ hevdîtina me ya sala 30’emîn qedexe kir. 
 
Em hêmanên herî girîng in ku yekîtiya vê civakê bi zimanê xwe, çanda xwe pêk tînin. Gefa rasteqîn a li tenduristî, ewlekarî, îro û siberoja civakê, di zîhniyetê de ye ku vê hevdîtinê weke gefekê dibînin. Xetereya rastîn a ku tenduristî, ewlehî, niha û pêşeroja civakê tehdît dike, di hişmendiya kesên ku vê civînê wekî xetere dihesibînin de ye.”
 
Tê payîn ku NÇM di saetên pêş de derbarê konserê de daxuyaniyeke berfirehtir bide.