Di Mihrîcana Zarokan de peyama 'Zimanê kurdî'
- 08:14 4 Mijdar 2021
- Çand û Huner
ŞIRNEX - Li Silopiyê di çarçoveya Mihrîcana Zarok û Şanoyê de, bi tevlîbûna Navenda Çanda Bahar ve lîstoka "Werne Ziman" hat lîstin. Di lîstokê de peyama girîngiya zimanê kurdî hat dayîn.
Bi pêşengiya Şaredariya Silopiyê ve Mihrîcana Zarok û Şanoyê ku hat lidarxistin berdewam dike. Bi tevlîbûna Navenda Çanda Baharê ve li Parka Newrozê ya li taxa Yenîşehîrê lîstoka "Werne Ziman" hat pêşkeşkirin. Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê rêvebirên HDP'ê yên Silopiyê û bi sedan kes tevlî şanoyê bû.
Girse eleqeyek mezin nîşanê lîstokê da û demên xweş jiyan. Her wiha di lîstoka "Werne Ziman" de peyama girîngiya li ser zimanê kurdî hat dayîn.
Şano, bi çepikan bi dawî bû.