Ji Navenda Çanda Biharê ji bo jin, ciwan û zarokan xebatên taybet
- 09:04 28 Tebax 2022
- Çand û Huner
Rojda Aydin
ÊLIH - Navenda Çanda Biharê zêdetirî 20 sal in ji bo jin, ciwan û zarokan xebatên çand û hunerê dimeşîne, rêvebera navendê Sevda Adirbellî, diyar kir ku li hemberî xebatan eleqeyek mezin tê nişandan û got: "Her dem û her demsalî xebatên me yên taybet hene. Bi xebatên wisa hem em û hem jî gel bi tevlîbûna xwe xwedî li ziman, çand û hunera xwe derdikevin."
Navenda Çanda Biharê (BKM) ku zêdetirî 20 sal in li Êlihê di qada çand û hunerê de dixebite, kar û xebatên xwe bênaver didomîne. Li navenda çandê ji xeynî tembûr, gîtar, keman, erbane, şano, enstrumanên derb û bayê, ji bo zarokan jî kurs tên dayîn. Dema qeydkirina qursan ku didome, ji aliyê jin, zarok û ciwanên Êlihê ve jî rastî eleqeyek mezin tê.
Rêvebera Navenda Çanda Biharê û mamosteya erbaneyê Sevda Adirbellî, têkildarî kar û xebatên xwe de axivî.
‘Nêzî 100 xwendekarên me hene’
Sevda, anî ziman ku komeleya wan di sala 2000’an de bi navê Komeleya Şehît Mizgîn hatibû avakirin û piştre navê wê hatiye guhertin û bûye Navenda Çanda Biharê û got: “Kar û xebatên me yên komeleyê ji sala 2000’î vir ve berdewam dike. Ez jî di sala 2017’an de hatim li vê derê û min xwe fêrê lêdana erbaneyê kir û piştî demekî hîn bûm. Niha komek me ya jinan heye. Li komeleya me xeynî erbaneyê, amûrên wek gîtar, keman, piyano û pola me ya dengbêjan heye. Bi van amûran em perwerdehiyê didin û xebatên me didomin. Her wiha ji bo şanoyê jî em ê polekî nû avabikin. Heta îro gelek xwendekar ji kursên Navenda Çanda Biharê mezûn bûn. Niha jî hejmara şagirtên me gelek zêde ne. Koma me ya Sorjiyan heye, ev jî komekî zarokan e. Xebatên me yên vê komê jî hene. Perwerdehiyên me yên amûran berdewam dikin, me qet navber neda xebatên xwe. Niha nêzî 100 xwendekarên me hene.”
‘Ji bo zarokan bernameyên cuda hene'
Sevda, bi lêv kir ku jinên tên serî li kursan didin bi taybetî hez dikin erbanê hîn bibin û wiha bi lêv kir: “Dibêjin erbane qêrîna jinê ye. Ev gotin hem gelek belav bûye û hem jî gotinek di cih de ye. Komeke me ya erbanê heye û ji 10 jinan pêk tê. Her wiha koma me ya dengbêjan jî heye û bernameyên taybet amade dikin û derdikevin ser dikê. Her wiha ji bo zarokan jî bernameyên me yên taybet hene"
Bandora lêxistina amûrên muzîkê...
Sevdaya ku erbanê dixe wiha hest û ramanê xwe ya derbarê lêdana erbanê de anî ziman: "Jinên ku erbanê dixin jî bi hemû qeweta xwe erbanê dixin. Bandorek wisa li ser mirovan dike ku mirov dibêje ku tenê tu dengê erbaneyê dibhisî. Dem bi demî çavên xwe digirî lê dixî. Dem bi dem hêdî, hin dem jî dem jî bi lêz lêdixî. Ez wek terapiyê dibînim lêxistina erbaneyê û mirov gelek pê aram dibe. Ji xwe ne tenê erbanê ji bo hemû amûrên muzîkê wisa ye. Her wiha li Êlihê gelek ciwan hene û eleqeya wan bi muzîkê re jî heye. Dixwazin lêxistina amûrên muzîkê hîn bibin."
‘Ciwanên Êlihê eleqeyek mezin nîşanê mûzîkê didin’
Mamosteya erbanê Sevda, da zanîn ku di sala 2016’an de piştî hemû saziyên çandê hatin girtin cihê ku perwerde bidin nema û wiha axivî: "Li Êlihê tenê ev komele ma. Eleqe nîşandana ciwanan mirovan gelekî kêyfxwe dike. Bi taybetî malbat zarokên xwe yên biçûk tînin li vê derê ji bo perwerdehiya amûran bigirin. Malbat ne tenê ji bo amûran ji bo hinbûna çandê jî zarokên xwe tînin. Di demên pêş de em ê koma zarokan jî avabikin. Em bi xebatên xwe hewl didin ku bi stran û amûran çanda xwe zîndî bihêlin. Her wiha koma me ewilî tenê erbanê dixist lê niha me kesên tembûr, gîtar û keman lêdixin jî tevlî koma xwe kir."
Kolektîfa Rîtmên Azad
Sevda, diyar kir ku navê koma wan Kolektîfa Rîtmên Azad e û wiha bal kişand ser armancên xwe: "Em dixwazin arşîva Radyo Erîwanê careke din derxin pêşberî gel. Niha koma me li ser vê mijarê dixebite. Koma me ya Kolektîfa Rîtmên Azad e ji 10 û 12 kesan pêk tê. Em hewl didin ku çanda ku ber bi windabûnê ve diçe zîndî bikin. Her wiha xebatên me li gor demsalê naguhere, her roj û her demsalî xebatên me berdewam dike. Her wiha li gele Kolektîfa Rîtmên Azad û Koma Sorjiyan a zarokan jî heye."
‘Kurd bila xwedî li çanda xwe dereve'
Sevda, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser projeyên peşerojê: "Gelek bernameyên me çêdibin û an jî em tevlî bernameyên cuda yên derveyî bajar dibin. Niha em hewl didin ku komeke stranbêjan a jin û zarokan avabikin. Gel bi çand û zimanê xwe dikare ser piyan bimîne. Ger ku em bi hev re xwedî li ziman û çanda xwe derkevin kes nikare polîtîkayên asîmîlasyonê pêş bixe. Gelê Kurd gelek bi wêrek e, heval Bêrîtan, Zîlan, Atakan Mahîr jî mînaka vê yekê ne. Ez di wê baweriyê de me ku her ciwanên kurd jî dê wek wan wêrek be. Ez dixwazim kurd xwedî li çand û zimanê derkeve.”