Rewşa gerîla ya hunerê: Dengê hilberîna komunal
- 09:04 27 Mijdar 2025
- Çand û Huner
Dîlan Babat
QANDÎL - Endama TEV ÇAND’ê Têkoşîn Cudî got: “Awazê Çiya dengê xwe ji 2006’an bigire jî koka wê dispêre avabûna PKK’ê. Hûner bû alaveke têkoşînê ya xurt a bi qasî çekê.”
Gelê Kurd ku her tim di dîrokê de hat tunekirin û bêdengkirin, zimanê wî hat qedexekirin. Bi zimanê xwe stran gotin û gerandina govendê li Kurdan hat qedexekirin. Awazê Çiya bi têkoşîna li çiyan bû dengê vê qêrîna hatiye bêdengkirin. Ne tenê koma muzîkê bû serhildaneke kolektîf a hunerê ya bîra ku hatiye çewisandin bû.
Endama Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) Têkoşîn Cudî, pêvajoya derketina Awazê Çiya û rola çandî ya di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de lîstiye nirxand.
Têkoşîn Cudî di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand û got ligel têkoşîna li çiyan didin têkoşîna çandî jî didin. Her wiha Têkoşîn Cudî diyar kir ku ji hemû kesên piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî silavên xwe dişîne.
Têkoşîn Cudî got xebatên Awazê Çiya ji avabûna PKK’ê destpêkirine û wiha got: “Serokatiyê çawa dest bi têkoşînê kir, dest bi xebatên çandî jî kir. Awazên Çiya parçeyek têkoşîna ku serokatiyê daye destpêkirinê ye. Xebatên çand û hunerê bi pêşengiya seorkatiyê bi komekê hat destpêkirin û li her derê belav bû. Li Rojava, Bakur, Ewropa, Rojhilat û Başûr qadên çand û hunerê hatin vekirin. Hûnermendên Kurd li dora vê hatin gel hev û têkoşîn meşandin. Beriya vê hunermend û dengbêjên me hebûn. Hatin gel hev û têkoşîn dan. Li parçeyê Kurdistanê bi hezaran hûnermendên me hene. Gele hunermendên me jiyana xwe ji dest dan. Hinek tevli PKK’ê bûn û li wir hunera xwe meşandin. Hinekan di 30’emîn 20’emîn sala PKK’ê de jiyan axwe ji dest dan. Em wan bi hesret û rêzdarî bibîr tînin.”
‘Em deyndarê serokatiyê û yên ev dîrok heta îro anîne’
Têkoşîn Cudî diyar kir ku ew deyndarê humernedên jiyana xwe ji dest dane û wiha vegot: “Dengbêjên me ji me re mîrate hiştin. Dîroka gelê Kurd nehatibû nivîsîn. Bi serokatiyê re dîrok hat nivîsin. Dîroka gelê Kurd hat îspatkirin. Çanda Kurdan çanda herî kevnar a mirovahiyê ye. Rol û têkoşîna hunermend, helbestkar, wêjekar, dengbêjên Kurd di dîroka Kurd de girînge. Em deyndarê serokatî û yên ev dîrok heta îro anîne.”
‘Li çiyan ev xebat her tim hat meşandin’
Têkoşîn Cudî wiha berdewam dike: “Awazên Çiya bi salan li çiyan xebatên çand û hunerê meşand. Demek dirêj kom an jî nav nehat dayîn. Li her qadê tîma me heye. Di tunelên şer de tîmên me hene. Hevalên me di her şertî de stranên xwe dibêjin. Ji avabûna PKK’ê heta aniha xebatêne dmeşîne. Huner li her alî çiyan heye. Xebatek komê ya Awazên Çiya heye lê li her alî çiyan xebatan dimeşînin. Serokatiya me her tim got divê xebatên çand û hunerê bimeşin. Gelek hevalên me şehîd ketin. Beriya vê Koma Mizgîn hebû. Beriya vê kokmên cuda hebûn. Komek ya li Rojava hebû:Koma Agirî, Şehîd Berçem, Şehîd Şakîr, Şehîd Arjîn di komê de cih digirtin. Ji wê komê gelek hevalên me şehîd ketin. Bi derfetên sînor xebat tên meşandin. Xebat bi Şehîd Serhat, bi Şehîd Halîl Dag berdewam kirin. Şehîd Yekta û Hêvî bi şanoyê xebat meşandin.”
‘Awazên Çiya bû deng û rengê çiya’
Têkoşîn Cudî diyar kir ku Koma Mizgîn û komek din hatiye gel hev û xebat bi hev re meşandine û got: “Di 2006’an de Awazên Çiya bi albuma Siya Jîn xwe bi nav kir. albuma yekemîn derxist. Di têkoşîna çand û hunerê de Koma Mizgîn ji bo me pêşengî kir. Li her qadê bi hezaran navê zarokî Mizgîn hat danîn. Dema em dibêjin Awazên Çiya bû deng û rengê çiya. Ne tenê teng, dengê hemû hevalên têkoşîn meşandine temsîl dike û xwe gîhandiye civakê.”
‘Bi mîlyonan re hatin gel hev: Vegera Koma Amed’
Têkoşîn Cudî destnîşan kir ku wek Koma Berxwedan, Koma Agirî gelek kom hene û konsera Koma Amed ku piştî 30 salan şûnde li Amedê daye bi bîr xist. Têkoşîn Cudî wiha anî ziman: “Piştî 30 salan şûnde vegeriyan welat. Bi mîlyonan mirov anîn gel hev. Ev hemû ji nirxên têkoşînê ne. Ev bi salaya têkoşîn û Rêber Apo pêş ketin. Em bi vê serbilindin. Em xwedî li çanda xwe derkevin. Hemû hevalên me yên qada çand û hunerê ji nûve hûnermendên berêMehmet Şêxo, Cemîl Horo, Baqî Xudo, Şakiro, Salihê Şirnex, Meryemxan, Ayşeşanê gûhdar dikin. Divê em wêjeya xwe xurt bikin.”
‘Me albuma Dara Jiyanê diyarî serokatiyê kir’
Têkoşîn Cudî diyar kir ku albuma dawî ya Dara Jiyanê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine û ev tişt anî ziman: “Me 10-12 album derxistin. Xebatên me didomin. Titşên girîng derdikevin holê. Ev demek dirêje xebata jiyaneke komunal tê meşandin. Xebatên komunal xebatên zehmetin, xebatên ne ji rêzê ne. Ji ber vê em dibêjin ku divê hemû hûnermend ewil komunalîteyê di zîhniyeta xwe de bicih bikin.”
Têkoşîn Cudî balkişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtîk û destnîşan kir ku bi saya Abdullah Ocalan ev gav hatine avêtin û divê li hember vê pêşiya civakîbûnê bê vekirin.
Ji bo jin û ciwanan bang
Têkoşîn Cudî di dawiya axaftina xwe de ev bang li ciwan û jinan kir: “Bila ciwanên Kurd dengbêjan guhdar bikin. Bila klasîkên Kurd guhdar bikin. Bila stranên bi pêşengiya tevgera azadiyê û birêz Ocalan derketinae guhdar bikin. Her yek çîrokek wê heye. Hemû ji aliyê jinan ve haitne nivîsin. Çanda xwe hûnera xwe bijîn. Bi zimanê xwe biaxivin. Em bang li hûnermendên jin dikin: Em şerê zîhniyetê didin. Tevî hemû astengiyan jin ji civakê re pêşeniyê dikin. Jin xwe rêxistin bikin wê evqas jî komunan rêxistin bikin. Di pêvajoyê de çi ji destê me bê em di qada hunerê de dikin. Em hem şervan hem hûnermendin.”








