Konservatuara Aram Tîgran hunerê şanî zarokan dide
- 11:33 15 Tîrmeh 2026
- Çand û Huner
AMED - Zarokên ku beşdarî Atolyeya Muzîkê ya Gerok a Konservatuwara Bajêr a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li Sûr û Baxlarê bûn, bi çalakiyên muzîk, ritm û nîgarkêşiyê (resim) demên xweş derbas kirin. Zarokan bi gotinên, "Me bi hevalên xwe re lîstik lîstin, nîgar xêz kirin. Em dixwazin her dem werin" û "Em gelekî kêf dikin, dikenin. Em pir kêfxweş in," daxwaz kirin ku ev çalakî berdewam bikin.
Konservatuwara Bajêr a Aram Tîgran ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, ji bo ku gihîştina zarokan a bi çalakiyên çand û hunerî re xurtir bike, bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok didomîne. Ev çalakî di 7’ê Tîrmehê de li taxa Reşika ya navçeya Farqînê dest pê kiribûn û rawestgehên nû bûn Taxa Kervanpinar a navçeya Sûrê û Taxa Kortepe ya navçeya Baxlarê.
Perwerdekarên Konservatuwara Bajêr a Aram Tîgran, di çarçoveya bernameyê de li her du taxan bi zarokan re hatin cem hev. Di atolyeyên muzîk, ritm û nîgarkêşiyê de, hat mîsogerkirin ku zarok beşdarî çalakiyên hunerî bibin, jêhatîbûnên wan ên afirîner werin piştgirîkirin û ezmûna hilberîna bi hev re biceribînin.
Zarok bi ritm û muzîkê re hatin cem hev
Di çarçoveya çalakiyê de zarokan, bi hevaltiya perwerdekarên konservatuwarê re û bi bikaranîna darikên ritmê û amûrên muzîkê yên rengîn, xebatên ritmê yên bingehîn kirin.
Zarokên ku eleqeyeke mezin nîşanî xebatên bi muzîkê re dan, demeke xweş derbas kirin. Bi rênîşandana perwerdekaran, zarokan ritmên cihêreng bi hev re ceribandin û bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên muzîkê bûn.
Bi nîgarkêşiyê xebateke hevpar hat kirin
Xebatên ku di çarçoveya Atolyeya Muzîkê ya Gerok de hatin kirin, tenê bi çalakiyên muzîk û ritmê sînordar neman. Zarokan li ser qumaşên spî yên ku li erdê hatibûn raxistin, bi boyaxên rengîn nîgar xêz kirin û xebateke dîtbarî ya hevpar pêk anîn.
Ev çalakiya nîgarkêşiyê ya ku fersend da zarokan ku hêza xeyal û afirîneriya xwe derxin holê, di heman demê de bû qada dîmenên rengîn ku çanda parvekirin û hilberîna bi hev re han dide. Zarokan bi xêzkirinên xwe û rengên cuda yên ku bi kar anîn, piştgirî dan vê xebata hevpar.
Zarokan xwest ku çalakî berdewam bike
Zarokên ku beşdarî Atolyeya Muzîkê ya Gerok bûn, kêfxweşiya xwe ya ji bo xebatên muzîk, ritm û nîgarkêşiyê anîn ziman.
Resul Çekeci: Diyar kir ku ew pir kêfxweş in ku şaredariyê çalakî aniye taxa wan û got: "Şaredariya me şahî aniye. Em kêfxweş bûn. Em ji şaredariya xwe hez dikin. Xizmetê dide me."
Şevin Yıldırım: Anî ziman ku wê bi hevalên xwe re lîstik lîstine, xêzkirin kirine û got: "Em hatin vir. Li vir şahî heye. Şaredariya me ev ji bo me aniye vir. Em gelekî kêfxweş bûn. Me bi hevalên xwe re lîstik lîstin, xêzkirin kirin. Em dixwazin her dem werin."
Mizgin Eren: Got ku wan di çalakiyan de stranan gotine û stranên nû fêr bûne: "Em gelekî kêf dikin. Em stranan dibêjin û ezber dikin."
Fatma Eren: Destnîşan kir ku wan demeke pir xweş derbas kiriye û got: "Xwişk hatin vir. Me jî kêf kir. Gelekî xweş bû. Em spasiya wan dikin."
Gülistan Arslan: Diyar kir ku mamosteyên muzîkê ji bo stranan hînî wan bikin hatine taxê û hestên xwe wiha anî ziman: "Mamosteyên muzîkê hatin ku stranan nîşanî me bidin. Em gelekî kêf dikin, dikenin. Em pir kêfxweş in."
Bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok
Atolyeya Muzîkê ya Gerok ku armanc dike gihîştina zarokan a bi çalakiyên çand û hunerê re zêde bike, behreyên wan ên afirîner piştgirî bike û çalakiyên hunerî li taxan belav bike, dê li taxên gundewar ên navçeyên cuda bi zarokan re bên cem hev.
Di çarçoveya bernameyê de li navçeya Baxlarê di 15’ê Tîrmehê de li Taxa Uzunbahçe û di 17’ê Tîrmehê de li Taxa Gommetaşê çalakiyên muzîkê werin lidarxistin. Bername dê piştre li navçeya Hênê di 21’ê Tîrmehê de li Gurbuzê, di 22’yê Tîrmehê de li Taxa Belenê berdewam bike. Li navçeya Licê jî dê di 28’ê Tîrmehê de li Dernekê û di 29’ê Tîrmehê de li Taxa Yaprakê atolye werin çêkirin û qonaxa dawî ya bernameyê dê li navçeya Sûrê pêk bide. Di vê çarçoveyê de di 4’ê Tebaxê de li Kozanê û di 5’ê Tebaxê de jî li Taxa Karabaşê zarok dê di çalakiyên muzîk û ritmê de werin cem hev.







