Em çi dibêjin û ew çi dibêjin?
- 09:04 10 Çile 2026
- Medya Kritîk
Leyla Ayaz
NAVENDA NÛÇEYAN - Ne tenê bi tanq û topan êrişî Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê dikin, bi nûçeyan jî êriş dikin. Mesele ne tenê gotin e, mesele derketina rastiyê ye. Em dibêjin qetlîam ew dibêjin “Paqijî”
Me bi rojevên germ sala nû pêşwazî kir. Hefteya yekem bi êrişan derbas bû. Êrişên li hemberî berxwedana Rojhilatê Kurdistanê û taxên Şexmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê. Tevahî rojeva Kurdistaniyan guhert.
Di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê de di 4'ê Çileyê de hevdîtinan dest pê kir. Di heman demê de li hemberî her du taxan êriş pêk hatin. Komên çete yên bi navê El-Hemzet, Nuredîn Zengî, Sultan Murad El Emşat, di bin sîwaneya Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê de kom bûne, ji 6’ê Çileyê ve êrişî taxên Şêxmeqsud, Eşrefiyê û Benî Zêdê dikin. Şêniyên li Helebê li dijî DAIŞ'ê û gelek komên çete bi salan bi berdêlên mezin li ber xwe dan, îro jî bi hêza xwe parastina xwe dikin.
Ji bo aramî, yekitî, aştî û pêk hatina demokrasiyê ya di tevahiya Sûrî de hevpeymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê dihat nîqaşkirin. Her wiha pevajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin jî rojeveke sereke ya Kurdistan, Tirkiye û bi taybetî jî Rojhilata Navîn bû. Di pêvajoyeke wisa de êrişên li hemberî her du taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê ne tesadufin.
Bi topên obus û hawan, tank, fûze, dron û çekên cur be cur mizgeft, dibistan, nexweşxane, malên sivîlan û saziyên xizmetgûzariyê bi temamî hedef hatin girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê eşkere kirin ku di encama êrişên sê rojan de 8 sivîl hatin qetilkirin û 57 sivîl jî birîndar bûne.
Bi taybetî dema ku mijar dibe kurd, aştî, yekitî, xwişk û biratiya gelan, zimanê çapemeniya alîgir a îktîdarê û çapemeniya ku xwe muxalîf nîşan dide gotinên xwe dubare dikin. Ji xwe em ne biyaniyên gotinên çapemeniya alîgir in. Di êrişên li hemberî Şexmeqsûd û Eşrefiye de jî heman feraset derket holê.
Tu kijan kanalên nûçeyan, malperên nûçeyan vediki û li manşetên rojnameyan dinêrî zimanê dijminatî, nîjadperestî, olperestî û zayendperestî derdikeve holê. Agir ji devê wan dibare. Armanc ne derxistina agahiyên rast in. Hewldan tenê meşrûkirina êrişên li hemberî şêniyên taxê ne.
Bi taybetî jî zimanê “Em parastin û ewlehiya cîranê xwe dixwazin.” Agahiyên wek piştevaniya ewlehiya cîranê xwe dikin. Ev cîranên ku tê behskirin bi mehan bi arteşa xwe Elewî û Durzî qetil kirin! Lê niha bi kijan ferasetê diçin şêniyên taxê diparêz in? Ev jî pirsek e li pêşberî me ye?
Nûçe çawa tên berovajîkirin, çawa agahiyên nîvco tên dayîn, çawa tên manipulekirin û ji rastiyê tên dûrxistin bi çend manşetên rojname û bernameyên televîzyonê bînin ziman. Rojnameya Aydinlik: "Yek dewlet, yek arteş, yek hikûmet", Rojnameya Akît: "Li Helebê paqijî dest pê kir", Rojnameya Hurriyet: “Şam li Helebê li QSD’ê dixe” û Rojnameya Yenî Şafak: “Sebra Sûriyeyê êdî nema”.
Kanalên nûçeyan jî paşve neman... Bêtir helwdan ku rastiyan berovajî bikin. Wek her tim darik girtin destê xwe li ser nexşerêya taxên Helebê rawestiyan û vê carê jî gotina "PKK a Sûriye" derxistin pêş. CNN TURK, bi taybetî di bernameyên xwe de “Heleb ji hêla YPG-PKK’ê hatiye dorpêçkirin”, “YPG’ê li hemberî rejîmê operasyon pêk anî ye” nûçeyên xwe ragihand. HABER TURK, jî di nûçeyên xwe de got “Di navbera Artêşa Suriye û PKK’ê de pêvçûn”, “PKK-YPG êriş dike”. Dem demî jî gotinên xwe tînin ser entegrasyon û peymana 10’ê Adarê. Li gor feraseta xwe şîrove dikin.
Çapemeniya Ewropayê jî êrişên pêk hatî bi berfirehî nirxand. Çawa nirxand? Çapemeniya Almanyayê bi taybetî êriş di çarçoveya krîza mirovî û guhertina demografîk de girt dest. Çapemeniya Fransî wek têkbirina pêvajoya aştiyê şîrove kir. Çapemeniya Îngilîz jî êrişên pek hatî li ser guhertina demografîk û berxwedana gel nirxand.
Çapemeniya Azad a Kurd di dema ragihandina êrişan de wek her tim para xwe ji qedexe û astengiyan girt. Li hemberî ragihandinê hesabên medyaya dîjîtal ên ajansa me JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) hatin astengkirin.
Mijara ku li vir girîng dubarekirina zimanê nîjadperestiyê û asayîkirina zimanê rişê ye. Divê li gorî etîka rojnamegeriya gerdûnî ragihandin bê kirin. Parastina mafên mirovan û rêgezên hiqûqê divê bên referansgirtin. Pêvajo dê çi nîşan bide ne diyar e lê tişta eşkere ragihandina rastiyê ye.
Di dawiyê de; ne tenê bi tanq û topan êrişî Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê dikin, bi nûçeyan êrişên herî dijwar dikin. Mesele ne tenê gotin e, mesele derketina rastiyê ye. Em dibêjin qetlîam ew dibêjin “Paqijî”







