Li Belçîkayê xwendekar ji bo mafê perwerdeyê li qadan e
- 12:41 5 Hezîran 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -Parlamenta federal a Valonya-Brukselê ya li Belçîkayê, li gel protestoyên civakî yên bi mehan, paketa teserûfê ya li qada perwerdeyê qebûl kir. Bi vî rengî kar zêde dibe, mûçe nayê zêdekirin, destûra nexweşiyê tê kêmkirin.
Parlamenta Federasyonê ya Valonya-Brukselê, di dengdana sibeha Înê de tedbîrên teserûfa li qada perwerdeyê ya hikumeta koalîsyonê ya MR-Les Engagesê qebûl kir.
Guhertina ku piştî rûniştina ji 14 saetan hate qebûlkirin bi mehan ji aliyê sendîkayên mamosteyan, xwendekar û partiyên muxalefetê ve gelekî dihate rexnekirin.
BARÊ KAR Ê MAMOSTEYAN BÊYÎ ZÊDEKIRINA MÛÇEYAN WÊ GIRAN BIBE
Di çarçoveya paketê de barê dersê yê mamosteyên lîseyê wê ji sedî 10 zêde bibe. Lê belê di berdêla vê zêdekirina kar de wê mûçeyê mamosteyan neyê zêdekirin.
Guhertin her wiha mafê destûra nexweşiyê ya mamosteyên kadro bi sînor dike, pêkanînên dawiya kariyerê yên beriya teqawîtbûnê bi şertên giran ve girê dide.
Li ber parlamentoyê çalakî
Di dema dengdanê de ya roja Pêncşemê, bi hezaran kes li ber avahiya parlamentê li hev civiyan û xwepêşandanek lidar xistin. Gelek xwendekar û xebatkarên perwerdeyê beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûn.
Li derdora parlamentê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin wergirtin û di encama destwerdana polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.
Ji bo hevsengiya malê hikûmet pêwist e
Tedbîrên teserûfê parçeyek ji plana malî ya berfireh e ku bi armanca kêmkirina valahiya budçeyê ya kronîk a Federasyona Valonya-Brukselê di payîna bihurî de hate eşkerekirin.
Hikumet dixwaze, ji bo budçeya ji 15 milyar Euroyî, heta sala 2029'an teserûfeke ji 500 milyon Euroyî bi dest bixe.
Parlamenterên Partiya Sosyalîst (PS), Partiya Karker a Belçîkayê (PTB) û Partiya Keskan (Ecolo) di dema rûniştinên li parlamentê de ragihandin ku guhertin wê zerarê bide wekheviya firsendê ya li perwerdeyê û li dibistanan derfetên kar ji holê rake.
Partiyên desthilatdariyê jî diyar dikin ku tedbîr populer nîne, ji bo dewamiya malî ya federasyonê dîsîplîna budçeyê mecbûrî ye.
Hemû pêşnûmeyên guhertinê yên ji aliyê muxalefetê ve hatin pêşkêşkirin, bi giranî hatin redkirin.







