Danasîna kovara ‘BAJAR’ hat kirin

  • 16:01 26 Hezîran 2026
  • Çand û Huner
AMED -Gerînendetiya Daîreya Karên Çand, Huner û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kovara xêz û xêzeçîrokan a bi navê ‘BAJAR’ da nasandin. Di danasînê de hat gotin ku kovar dikare bi vî awayî bi her zimanî, her deveran were çapkirin.
 
Gerînendetiya Daîreya Karên Çand, Huner û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Navenda Çand û Hunerê ya ÇandAmedê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê, bernameya danasîna kovara xêz û xêzeçîrokan a ‘BAJAR’ li dar xist. Gelek kes tev li bernameya danasînê bûn. Di danasînê de, hejmara yekemîn a kovara BAJARê hate belavkirin. Kovar di hejmara xwe ya destpêkê de bi zaravaya Kurdî ya Kurmancî dest bi jiyana xwe ya weşanê kir.
 
Di danasînê de Rêveberê Beşa Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykuşak, Seroka Daîreya Çandê û Karên Civakî ya Şaredariya Amedê Zeynep Yaş û edîtorê kovarê Dogan Guzel axivîn.
 
Tahîr Baykuşak axaftina xwe de da zanîn ku ji herî kêm 18 sal in di vî warî de xebatan dimeşînin û ev tişt vegot: “Helbet ji destpêkê ve, roja ku 1898an Kurdistan derket û pişt re li welat nebû, neçar bû ku li xerîbiyê, li Misirê dest pê bike. Niha em kêfxweş û şanaz in wekî Şaredariya Bajarê Mezin ku xebatên pirzimanî, pirzaravayî me daye pêşiya xwe û me kiriye polîtîkaya xwe ya bingehîn, kovareke bi navê ‘BAJAR’ xêzeroman, em di çapa weşangeriya kurdî, li weşangeriya kurdî zêde dikin. Daxwaza me ew e ku kovara me bi hemû zaravayên kurdî were weşandin, bi soranî jî. Em xêzgîniya wê û şahiyeke amade bikin li Başûr û li Rojhilatê welat. Çi şaredariyek, çi parêzgehek ku bixwaze kovar û xebatên xêzeromanê, xêzekovarê ji bo wan amade bike, em ji wan re amade ne daku bi hemû zaravayan ev kovar derkeve. Hêvî dikim temenê wê dirêj û xêzkarên wê zêde bibin.”
 
‘Em hêvî dikin ku ev hemû zaravayên me bikeve jiyana gelê me’
 
Zeynep Yaş anî ziman ku Kovara BAJAR wê bibe mêvanê hemû kesî û wiha got: “Bi hêviya ku em dibêjin xêzkarên kurd gelek jê re têkildar bibin û ew ê bi vê xêzê, çanda kurdî, zimanê kurdî, rexnegiriya kurdî, mîzaha kurdî bi awayekî rasterast, bi rêya bajar, bi rêya xêzkariyê wê bikin mala me hemûyan û wê bikin dilê me hemûyan. Em hêvî dikin ku şopdarên wê zêdetir bibin û xêzkar jî zêdetir li şaredariyê, di xizmeta ziman de wê karibin vî karî û xizmetê pêşde bibin û herin. Hem bi awayekî dîjîtal hem jî heta derfetên me em bikaribin bi awayekî çapkirî jî were çap bikin û belav bikin. Em hêvî dikin ku hemû zaravayên me bikeve jiyana gelê me.”
 
‘Li çar parçeyan hebûna kovarek periyodîk ji bo me gelek girîng e’
 
Dogan Guzel jî derbarê kovarê de ev nirxandin kir: “Kovara me mîzahî ye. Rast e, gelek hewce ye. Kovar her dem her tiştî di nav xwe de dihewîne, ji ber ku kovar li her derê heye, wekî amûreke ku bi ziman her tiştî bîne ziman. Tiştek heye ku ev kar ne tenê li ser înternetê be. Ez bawer im ev hebe, xêzkarên li Rojhilatê derkevin, li Rojava derkevin û ji bo wan ev kovar dê her hebe. Her wiha amadekarên me yên Soran jî dê hebin. Her wiha li çar parçeyan kovareke periyodîk hebe, ji bo me gelekî girîng e.”