Zarok Ma li Belçîkayê ji bo zarokan çalakî li dar xist
- 14:17 25 Hezîran 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Zarok Ma li Belçîkayê bi zarokan re civiya. Di çalakiyê de, bal hat kişandin ser giringiya veguhestina ziman û çanda Kurdî ya ji bo nifşên nû yên li dîasporayê.
Zarok Ma ji bo xurtkirina têkiliya zarokên Kurd ên li Ewropayê bi ziman û çanda Kurdî re, li bajarê Aalst ê Belçîkayê çalakî li dar xist. Zarok stranên Kurdî stirîn û ji aliyê temeşevanan ve bi eleqe û kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Zarok Ma ya ku li gelek bajarên Ewropayê ji bo xurkitina eleqeya zarokan bi çanda Kurdî vê carê li bajarê Aalstê çalakî li dar xist. Piştî atolyeyê, di çalakiya hat lidarxistin de zarok li ser dikê stranên Kurdî stirîn. Di çalakiya li Belçîkayê hat lidarxistin û gelek malbatên ku ji bajarên din beşdar bûn de, axaftina destpêkê rojnamevan Aslan Aslan kir. Aslan bal kişand ser girîngiya parastina ziman, çand û hunerê ji aliyê zarokên Kurdî yên li sirgûnê û spasiya kedkaran kir.
Di çalakiyê de zarok strana “Kurdistan çi xweş e” stirîn. Temaşevanan bi eleqe performansa zarokan temaşe kir û çepik lê dan. Malbat jî bi zarokan re stirîn û kêliyê hestewer li hêwanê rû dan. Di dawiya bernameyê de hîndekar Şêrko Kanîwar axivî û diyar kir ku zarok li ku derê bijîn, divê xwe aîdî welat û warê xwe bibînin û veguhestina ziman, çandê ji bo nifşên din berpirsiyariya me hemûyan e.







