Li dijî JES’ê gel di berxwedanê de ye: Gel destûr neda xebatên sondajê
- 19:32 3 Hezîran 2026
- Ekolojî
ÇEWLÎG - Bertekên li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 A.Ş. ya Amerîkayê ve li gundên sînor ên navbera navçeya Kanîreş ya Çewlîgê û navçeya Gimgim ya Mûşê tê plankirin, didomin. Di encama berxwedana gel de ekîba şîrketê neçar ma ji gund derkeve.
Li herêmê bertekiyên li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 A.Ş. ya Amerîkayê ve li gundên sînor ên navbera navçeya Kanîreş ya Çewlîgê û navçeya Gimgim ya Mûşê tê plankirin, didomin. Li aliyekî çalakiya konvedanê ya li Gimgimê berdewam dike, li aliyê din jî îro karmendên şîrketê ji bo tespîtkirina bîrên sondajê çûn gundê Alawuzê yê Kanîreşê. Gundiyan destûr neda ku karmendên şîrketê li herêmê amûrên xwe ava bikin, li ser vê yekê cendirme sewqî gund hatin kirin. Welatiyên ku li Gimgimê di nobeta kon de ne jî ji bo piştgiriyê derbasî gundê Alawuzê bûn. Di encama berxwedana gel de, xebatkarên şîrketê bêyî ku cîhazên xwe ava bikin neçar man ji gund derkevin.
‘Em ê nehêlin li vir bi cib bibin’
Piştî derxistina şîrketê, li gund daxuyaniyeke hat dayîn. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Kanîreşê Ozkan Bingol di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku şîrketeke Amerîkayê mafê jiyanê yê gelê herêmê desteser dike û got: “Me tevî hevalên ji Platforma Ekolojiyê ya Vartoyê xwezaya xwe parast. Em ê parastina wê berdewam bikin. Em ê nehêlin IGNIS li van deran bi cih bibe.”
Piştî daxuyaniyê jî nobeda welatiyan a li gund berdewam kir û bang li her kesî hat kirin ku li dijî projeyê yekitî û têkoşîna xwe xurt bikin.







