14 welatan li ser qebûlkirina penaberan li hev hatin
- 11:12 23 Tîrmeh 2019
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - 14 welatên Yekîtiya Ewropayê li hev kirin ku di warê penaberan de ew ê di navbera xwe de mekanîzmaya hevgirtinê ava bikin.
14 welatan li ser qebûlkirina penaberan li hev kirin. Hefteya borî Wezîrên Karên Navxweyî yên Yekîtiya Ewropayê li Helsînkîyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye civiyabûn û di warê parvekirina penaberan de li hev nekiribûn.
Wezîrê Karê Navxweyî yê Îtalyayê Matteo Salvînî yê ku di warê penaberan de gelekî tund e, ji vê civînê re gotibû ‘bi ser neketiye’. Piştre nûnerên 14 welatan li Fransayê li hev civiyan. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku di warê parvekirina penaberan de ji bo avakirina mekanîzmayekê welatan li hev kirine. Emmanûel ji nav 14 welatan bi tenê navê Elmanya, Portekîz, Luksembûrg, Fînlandîya, Lîtvanya, Hirvatistan û Îrlandayê da.
Emmanûel diyar kir ku armanca wan ev e ji bo penaberên ji Behra Spî xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropayê ew mekanîzmayekê ava bikin. Macron bal kişand ser vî tiştî ku yek ji armanca wan ev e ku karibin dersînorkirina penaberan hêsantir bikin.
Tê payîn ku wê di meha Îlonê de li Maltayê jî civînek were lidarxistin û ev proje wê bi biryara 15 welatan têkeve meriyetê.