Li Spanyayê jin li dijî şîdet û kuştinê daketin kolanan

  • 10:42 21 Îlon 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN  - Li Spanyayê li dehan bajaran jin li dijî şîdet û kuştina jinê daketin kolanan. 
 
Li Yekîtiya Ewropayê (YE) welatê yekemin ku li dijî şîdeta jinê qanûna destpêkê derxistiye Spanya ye. Li Spanyayê ji sala 2003’an zêdetirî hezar jin ji aliyê mêran ve hatiye qetilkirin.
 
Ji ber ku li dijî kuştinên jinan tedbîrên pêwîst nehate girtin vê demê de jin li dehan bajaran daketin qadan û çalakî kirin. Li ser banga gelek desteyê parastina mafê jinan bi dirûşmeyên “Me dikujin” , “Hinceta kuştinê tune ye” û “Dawî li kuştinê bînin” jin daketin qadan û banga ketina tevgerê kirin.
 
Serî de li paytext Madrîs, Sevîlla, San Sebastîan û gelek bajarên din çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de jinan bal kişande li ser destdirêjiyên demê dawî û kuştinên jinan. Li gorî statîkên ji sala 2003’an ve tê girtin li Spanyayê 17 jin hatine kuştin û  îsal heta niha 42 jin hatine kuştin yan jî mirîne. 19 ji sediyê kuştinan di werza Havînê de hatine kirin