40 milyon mirov wekî kole tên xebitandin
- 11:12 30 Îlon 2019
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Neteweyên Yekbûyî li cîhanê 40 milyon mirov wekî kolê dixebitin. Ji sedî 64 mirov di sektora taybet de wekî kole tên xebitandin, yek ji çar parên wan jî zarok in. Her wiha ji sedî 98 jinên ku di mercên koledariyê de dixebitin jî bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin.
Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji bo ku heta sala 2030'î koledarî bê bidawîkirin divê her roj 10 hezar mirov ji koledariyê bên rizgarkirin. Raportora Taybet a mijara koledariyê ya Neteweyên Yekbûyî Ûrmîla Bhoola bi daxuyaniyekê ragihand, di encama şeş salên wezîfeya xwe de ew bi xemgînî radigihîne ku ji bo koledariyê ji holê rakin hîn rêya wan dûr û dirêj e.
Ûrmîla, anî ziman ku heta sala 2030'î ji bo koledarî li cîhanê ji holê bê rakirin divê hîn bêhtir kar bê kirin û ji bo vê jî divê rojane 10 hezar mirov azad bibin. Ûrmîla raporek pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan a li Cenevreyê kir û anî ziman, ku li cîhanê 40 milyon mirov di nava şert û mercên koledariyê de ne û dibe ku ev hejmar hîn zêdetir bibe.
Li gorî rapora Ûrmîla ji sedî 64 mirov di sektora taybet de wekî kole tên xebitandin. Her wiha yek ji çar parên wan jî zarok in. Ji sedî 98 jinên ku di mercên koledariyê de dixebitin jî bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin.
Di raporê de hate ragihandin ku 24 milyon ciwanên li welatên bi pêş dikevin û kêm pêşketî tevlî kar bûne, dibe ku bikevin nava şert û mercên koledariyê. Di raporê de ji welatên Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.