Li Îranê balafira rêwiyan ket
- 09:58 8 Çile 2020
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira rêwiyan a ji Balafirgeha Îmam Humeynî ya Îranê rabû û 180 rêwî û merettebat hildigirt, ket xwarê.
Balafira rêwiyan a aîdî Ukraynayê a ji Balafirgeha Îmam Humeynî ya Îranê rabû û 180 rêwî û merettebat hildigirt, ket xwarê. Hat hînbûn ku balafira rêwiyan ji bo biçe Kieva paytexta Ukraynayê bi hewa ketiye.
Serokê Departmana Xizmeta Tibî ya Lezgîn a Îranê, Pirhuseyin Kolivand diyar kir ku agir bi balafirê ketiya û îhtimala ku kesek bi awayekî sax rizgar bibe tune ye.