‘BBC li gorî rêgeza wekheviya dahata jin-mêran cûdakarî kiriye'
- 09:55 11 Çile 2020
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji qenalên herî bi nav û deng yê cîhanê BBC ku li dijî xebatkarên xwe yên jin cudahiyê dike bi biryara dadgehê carek din hat tescîlkirin.
BBC ya ku dibin sêwana Qralyeta Yekbûyî û bi desteka dewletê weşanê dike di heman demê de yek ji saziya weşanê ku di cîhanê de bi nav û deng e. Li dijî polîtîkaya qenalê ya dahata wekhev ya jin-zilam nerazîbûn tê nîşandan.
Beriya ku edîtor Carrî Garcîa ku li Çînê kar dike sala 2018’an bi hinceta li gorî rêgeza wekheviyê tevnegeriyaye îstifa bike, di sala 2017’an de li gorî lîsteya mûçeyê ku hate weşandin derket holê ku jin ji zilaman mûçeyeke kêmtir digrin û kar dikin.
Pêşkêşvan Samîra Ahmed ku li BBC bernameyekî Newswatch pêşkêş dike, li dijî qenal ku di bernameyekî mîna hev 7 qat zêdetir mûçe dide hempîşeyê wî yê zilam doz vekiribû. Samîra ku li beramberî serê bernamê 440 sterlîng digirt li dijî dayîna mûçeyê 3 hezar sterlîng ji bo pêşkêşvan Jeremy Vîne ku heman bernameyê pêşkêş dike derketibû. Samîra daxwaza tazmînata 700 hezar sterlîn ku heta roja îro ferqa di navbera wê û Jeremy de dike.
Di doza ku bi sûcên “Li gorî rêgeza wekheviya jin-zilam tevnegeriyaye” û “Cûdahî hatiye kirin” hatî vekirin de dadgehê Samîrayê mafdar dît. Piştî biryarê ji aliyê Sendîkaya Rojnamgerên Britanya (NUJ) daxuyaniyek hate dayîn û biryarek girîng hate nirxandin.
Rêveberên BBC ku di dadgehê de mafdar nehate dîtin wekheviya dahatê parast û gotin “Tu girêdanbûna xwe bi zayendperestiyê re tuneye.”