Nancy Pelosi ji nû ve bû Seroka Meclîsa Nûneran

  • 11:44 4 Çile 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nancy Pelosi ya ji Partiya Demokrat dîsa ji bo Serokatiya Meclîsa Nûneran ji nû ve hat bijartin. 
 
Nancy Pelosi ya ji Partiya Demokrat ku ev du sal in li Amerîkayê bi dijberiya xwe ya li dijî Donald Trump di rojevê de cih digire dîsa ji bo Serokatiya Meclîsa Nûneran hat bijartin. Di dengdayîna li Kongreyê hat kirin de Pelosi bi 216 dengan hat bijartin. Dijberê Pelosî, Kevin McCarthy ji Partiya Komarparêz jî 209 deng girt.