Yek ji sembolên berxwedanê Odette Nilès jiyana xwe ji dest da
- 11:00 28 Gulan 2023
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji sebolên berxwedana li heberî Naziyan Odette Nilès jiyana xwe ji dest da.
Yek ji sembolên berxwedana li dijî dagirkeriya Naziyan a li Fransayê Odette Nîlès di 100 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku Odette Nilès şeva di navbera În û Şemiyê de jiyana xwe ji dest daye.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di parvekirina xwe ya li ser Twitterê de got, "Odette Nîlès sedsaleke dilsozî û azadiyê temsîl dikir. Em ê girêdayî bîranînên wê bin."
Odette di 27’ê Kanûna 1922’an de li Parîsê ji dayik bûye. Ji sala 1940’î û pêve ew bû endamê Komûnîstên Ciwan. Di dema dagirkeriya Naziyan de belavok belav kirin û beşdarî xwepêşandanan bû. Ew di Tebaxa 1941’an de hate girtin û li kampek li herêma Loire-Atlantique ya li rojavayê welêt hate ragirtin. Li wir ew komunîstê navdar û berxwedêr Guy Moquet nas kir. Moquet tevî 47 serhildêrên din hat înfazkirin.
Li ser sînorê di navbera jin û mêran de beriya darvekirinê, Odette soz dabû Guy maçekî ku ew careke din nikaribe bide. Lê peyama dawî ya Guy ji Odette Nilès re ev bû: "Bêyî ku tiştê te soz da min pêk were (…) ez ê bimirim."
Odette Nilès, ji ber vê sedemê her tim weke ‘dergistiya Guy Moquet' dihate dîtin, paşê sê salan şandin kampên din. Di sala 1944’an de ji kampa Mérignac reviya û li Bordeaux tevlî Berxwedana bû.
Piştî şer, Odette Niles bi îdeala komunîst re dilsoz ma û têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan berdewam kir.
Sekretera Netewî ya Partiya Komunîst a Fransayê Fabien Roussel jî diyar kir ku, Fransa rûyê berxwedaneke mezin winda kiriye û wiha got: “Ew tu carî dest ji vegotina çîroka xwe, çîroka me û nirxên van jin û mêrên ku em îro azadiya xwe deyndarê wan in berneda.”