Li Iraqê jineke rojnameger hat qetilkirin
- 11:37 17 Mijdar 2017
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser sînorê Sûriye - Iraqê li herêma El Qaîm jina rojnameger Rana El Uceylî ya ku xwest operasyona li dijî DAÎŞ'ê hatiye destpêkirin bişopîne hat qetilkirin.
Li ser sînorê Sûriye - Iraqê li herêma El Qaîm ji aliyê hêzên Iraqê û Heşdî Şabî ve oprasyon hatibû destpêkirin. Rojanamegera jin Rana El Uceylî ya ku xwest operasyonê bişopîne di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da û kameramanek jî birîndar bû.
Li Iraq a ku di nava welatên cîhanê de ji bo rojnamegeran welatê herî xeter e, li gorî daneyên Mala Azadiya Çapemeniyê hat diyarkirin ku di sala 2017'an de 7 rojnameger hatine qetilkirin û 11 rojnameger jî birîndar bûne.