Katrîn Jakosottîr bû serokwezîra Îzlandayê
- 11:46 1 Kanûn 2017
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Tevgera Keskan a Çepgir Katrîn Jakobsdottîr bû serokwezîra hikûmeta koalîsyonê ya Îzlandayê.
Seroka Tevgera Keskan a Çepgir ya Îzlandayê Katrîn Jakobsdottîr erka serokwezîrtiyê dewr girt. Katrîn a 41 salî bû 2'emîm serokwezîra jin a Îzlandayê. Hat diyarkirin ku Katrîn a bû serokwezîr herî zêde girîngiyê bide binesaziya perwerde, ragihandin, wekheviya zayendî û mafên LGBTÎ yan.
Katrîn Jakobsdottir, a ku di sala 2003'yan de ji Tevgera Kesk re serokatî kir û di heman demê de wezîrtiya perwerde, zanist û Çandê jî kiriye.