Li Îranê dîsa erdhej pêk hat
- 13:48 12 Kanûn 2017
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hocêtik yê girêdayî parêzgeha Kirman a Îranê erdhejeke bi dijwariya pileya 6.2 pêk hat.
Li bajarê Hocêtik ê girêdayî parêzgeha Kirman a dikeve Başûr Rojhilatê Îranê saet 11:43’an de erdhejek pêk hat. Li gorî agahiyan pileya erdhejê 6.2 ye. Heya niha têkildarî zerar û ziyanên mal û can de tu agahiyeke nehat bidestxistin.