NY'ê ji bo krîza mirovî ya li Yemenê bang kir

  • 14:53 24 Cotmeh 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - NY'ê derbarê krîza li Yemenê ku ji 3 salan zêdetir e şer lê berdewam dike de hişyarî kir ku birçîbûn derketiye asta herî jor.   
 
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji Karên Mirovî  Berpirsyar Mark Lowcock roja 18'ê Cotmehê notek pêşkêşî 15 endamên Konseya Ewlekariyê ya NY'ê kir û li ser krîza mirovî ya li Yemenê hişyarî da.
 
Lowcock got, "Rewşa mirovî ya li Yemenê rewşa herî xerab a li cîhanê ye. 75 ji sedî yê nifûsa wê, yanî 22 milyon kes hewcedarê alîkarî û parastinê ne. 8 milyon ji van birçî ne û pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn a xwarinê heye."
 
Li Yemenê ji sala 2015'an û vir ve şerekî giran diqewime. Hûsiyên Şîa ku pişta xwe dispêrin Îranê, paytext Sana û bajarê peravê Hûedeyde kontrol dikin. Koalîsyona Ereb jî destekê dide hêzên hikumetê yên xwe li Adenê girtine. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şerê sê salan de zêdeyî 10 hezar kes mirine û krîza herî giran a însanî ya li gelemperiya cîhanê rû daye. Her wiha nexweşiyên şewbê gefê li şêniyên herêmê dixwin.