Gultan Kişanak serdana malbata Şenyaşar kir
- 15:15 25 Cotmeh 2024
- Rojane
RIHA - Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk çûn serdana Malbata Şenyaşar.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de Hacî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar di êrîşa parêzvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dabûn. Piştre Fadil Şenyaşar ê ku bi giranî birîndar bûbû hat girtin û di encama çalakiya Nobeda Edaletê ya ku dayika wî Emîne Şenyaşar dabû destpêkirin de 18’ê Cotmehê de hat tahliyekirin.
Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk çûn serdana Malbata Şenyaşar. Li gel Gultan û Ahmet nûnerên Rêxistina Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Hevşaredarên Pirsûsê jî hebûn.
Gultan di serdanê de sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku berxwedana dayikê dîrokî ye.
Serdana Şaredariya Pirsûsê
Li aliyê din Gultan Şaredariya Pirsûsê jî ziyaret kir. Gultan a ku bi gulan hat pêşwazîkirin, serkeftina Hevşaredaran pîroz kir.