Dem dema azadiya jinê ye (9)

  • 09:06 8 Adar 2022
  • Dosya
Navê serhildana mezin dibe: Meşa Şevê ya Femînîst
 
Nişmiye Guler 
 
STENBOL - Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê ku 20 sal in navê serhildana mezin a jinê ye, îsal jî bi coşek mezin tê pêşwazîkirin. Aktîvîst femînîst Hulya Osmanagaoglu ku yek ji rêxistvanên ewil yên meşê ye got: “Me wek meşeke li dijî patrîyarka rêxistin dikir.”
 
Îsal 20’emîn Meşa Şevê ya Femînîst  pêk tê. Ya yekem di 2003’yan de pêk hat û xwedî taybetiyeke çalakiya demdirêje. Jin tevî cudabûnên xwe di zemîna hevpar de hatin cem hev û tê payîn ku îsal jî bi coş bê pîrozkirin. Daxuyaniyên meşê bi rojan berê hat kirin, pankart, stîcker, klîb hat amadekirin û bang li hemû jinan hat kirin. Meşa ku bi 30 kesî dest pê kir îro gihiştiye 70 hezaran.
 
Meş li dijî şer hat destpêkirin 
 
Di mîtînga 2002’yan de komên di rêxistinbûna Mîtînga Roja Jinan de cih girtin biryar girtin ku mêr nekevin qadê. Pêkhateya herî qerebalix ên mîtîngên 8’ê Adarê jinên kurd bûn. Jinên kurd li gorî salên din di 2002’yan de şîdeta mêr derxistin pêş.
 
Di 8’ê Adara 2003’yan de piştî tezkereya 1’ê adarê bû. Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Stenbolê bi mîtînga "Li dijî şer, kuştin û xizaniya jinê" mîtîng pêk anî. Her wiha piştî 2003’yan meşên şevê jî bûn wek kevneşopiyekê. Di 2004’an de di 8’ê Adarê de li dijî qetilkirina Guldunyayê hêrsa jinan mezin bû û jinan diyar kirin ku bila êdî "Guldunya neyên qetilkirin".
 
Bal kişandin ser xizanî û şîdeta li ser jinan
 
Di 2005’an de Meşa Jinan a Cîhanê di 8’ê Adaradê de balkişand ser şîdet û xizaniya li ser jinan. Meşa Jinan a Cîhanê di 2004’an de meha kanûnê de ji bo Şerta Jinan a Global li hemû cîhanê bê belavkirin hat destpêkirin.
 
Jinan têkoşîna hevpar hûnandin
 
Di 2006’an de di meşa jinan a şevê ya femînîst de, jin bi pankarta "Serhildana femînîst" meşiyan. Di 2007’an de jin bi pankarta "Li dijî Patrîyarka, kapîtalîzm, mîlîtarîzm û netewperestiyê têkoşîna femînîst" meşiyan. Di salên 2008 û 2009’an de jî bi dirûşma "Li dijî Patrîyarka, kapîtalîzm, mîlîtarîzm û netewperestiyê têkoşîna femînîst" meşiyan.
 
Di 2009 û 2011’an de jin li dijî şîdeta ku li ser jinan zêde bûye daxwazên xwe li qadên 8’ê Adarê carek din qîr kirin.
 
Di 8’ê Adarê de bertekên li dijî komkujiya Roboskê
 
Di 2012’an de jinan diyar kirin ku divê dawî li polîtîkayên şer bên anîn, 8’ê Adarê betlana fermî bê îlankirin û her wiha newekheviyên li dijî kesên LGBTÎ bên rastkirin. Her wiha di 8’ê Adarê de Komkujiya Roboskê jî hat şermezkirin. Di 2013'yan de di 8’ê Adarê de jinan sê siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anîn. Her wiha hat xwestin ku jinên kedkar ên endamên KESK’ê bên berdan.
 
Li dijî sermayeyê û serdestiya mêr berxwedan
 
Di 2014’an de tevî qedexeya Walîtiya Stenbolê Meşa Şevê ya Femînîst li Kolana Îstîklalê di 8’ê Adarê de pêk hat. Her wiha di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan.
 
Di 2015’an de 8’ê Adarê rastî Karavana Meşa Jinan a Cîhanê hat. Bernameyên Çalakiya sala 4’emîn di 6’ê nisêbînê de hat destpêkirin û di 16’ê adarê de li Îzmîrê fînal kir û derbasî Selanîkê bû. Ji bo têkoşîna Şoreşa Rojava jinan bê silavkirin jî ewil li Nisêbînê çalakî pêk hat.
 
Di meşa şevê de provakasyon
 
Di 2016’an de Kongreya Jinên Azad (KJA) bi dirûşma "Jin ji bo azadî û rêbertiya xwe li ber xwe didin" û "Em ji Ekînan heta Sêvêyan rêveberiya xweser dihûnin û dimeşin ber bi azadiyê" 8’ê Adarê pîroz kirin. Di 2017’an de ji her çar alî Tirkiyeyê jinan diyar kirin ku ew bi hev re xurt in û ji rejîma yek mêrî re gotin na. Di 2018’an de bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo jinên hatine qetilkirin edalet hat xwestin û her wiha hat xwestin ku daxwazên hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku 121’emîn roja xwe ya greva birçîbûnê de bû, bên qebûlkirin.
 
Girse her çû mezin bû
 
Di 2019’an de bi wesîleya roja jinên cîhanê jin bi dirûşma "Ev serhildanek femînîst e" li Taksîmê hatin cem hev û bi hezaran jin rastî êrîşa bombeyên gazê ya polîsan hatin. Tevî hemû mudaxaleyan jinan li Taksîmê dirûşmên xwe bilind kirin. Di 2020’an de jî jinan polîtîkayên paşverû yên AKP’ê şermezar kirin, aştî qîr kirin û diyar kirin ku wê jin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parçe bikin. Jinan di 2021’î de jî bi dirûşmeya "Serhildana femînîst li her derê ye" meş pêk anî û îsal jî wê bi dirûşmeya "Em ji bo cîhanek femînîst di serhildanê de ne" wê dakevin qadan. 
 
Bi wesîleya 20’emîn salvegera Meşa Şevê ya Femînîst, femînîst aktîvîst Hulya Osmanagaoglu axivî.
 
*Fikra Meşa Şevê çawa derket holê? Çima ev meş?
 
Di 2003’yan de tezkera şer a Iraqê hatibû erêkirin. Piştî AKP hat bi Amerîkayê re li hev kir û planên ku Amerîka wê ji ser Tirkiyeyê mudaxaleyê Iraqê bike hebû. Tirkiye wek hêza NATO dixwest bi Amerîkayê re tevlî şer bibe. Beriya vê pêvajiyê me komek jin jî got ‘ma ev hemû tesadufin mêr in’ û me li rawetgeha metro ya Taksîmê  nokteyek aştiyê ya jinan ava kir. Armanca me ev bû em têkiliya mêr û şer danîn holê. Me sernavê ‘Hemû tesadufên mêr in’ bikar dianî. Me bi hefteya çalakî pêk ani. Piştre tezkere di 1’ê adarê de hat redkirin. Lê têkoşîna me berdewam kir. Me çalakiyên xwe heta 8’ê Adarê berdewam kir. Di 8’ê Adarê de çalakiya jinan çalakiya li dijî şer bû. Di 2004’an de em nêzî 30-50 jinî bû. Lê ev jî ne hejmarek kêm bû. Di 2004’an de jî me got em feminîst meşa xwe pêk bînin. Wê salê jî me dovîz û pankartên xwe amade kir. Em ji Rawestgeha Tramvay a Taksîmê meşiyan Kolana Mîs. Di 2005’an de em bûn sed kes. Me wek femînîst çalakiyên xwe dikir. Wê demê hevdîtina mezin a jinan jî hebû li Kadikoyê. Femînîstên di 2003 û 2004’an de Meşa Şevê ya Femînîst pêk anîn, di rêxistina gelek mîtîngan de jî cih digirtin. Em ligel tevgerên jinan bûn jî. Lê me gotina xwe cuda jî digot.
 
Di 2005’an de hevalên jin digotin çima meşeke cuda. Ji ber vê 8’ê Adarê di çarçoveya ku hemû jin dihatin gel hev û mîtîng pêk dianîn gelek watedar bû. 
 
* Hûn wê demê çawa hatin gel hev û nokteyên wek yên hevpar çibûn?
 
Me Meşa Şevê ya Femînîst wek pergalekê li dijî patrîyarkayê rêxistin dikir. Tenê me bi hevalên xwe yên Tevgera Jinên Kurd re têkiliyek cuda ava dikir. Rêxistibûna wan, yanî ji xwe re nebêjin ew femînîstin jî di vê rêxistinê de hevalên digotin ez femînîstim jî tevlî rêxistinbûna dibûn. Her tim hevalên me yên ji Tevgera Jinan a Kurd cih digirin.
 
* Hûn dikarin pêvajoya meşa ewil vebêjin? Çiqas dema we girt? Zehmetiyên wê hebûn gelo?
 
Salên ewil yên AKP’ê bûn. Hewl didan hewaya demokrasiyê ya YE’yê biafirînin. Li rawestgeha Tramvay a Taksîmê me hefteyê sê rojan çalakî dikir û polîsan mudaxale nedikir. Lê meş tiştekî din bû. Me nizanibû wê destûr bidin an na. Lê em bi biryar çibûn. Pankarta me tunebû. Em bi çepikan dimeşiyan. Wê demê zexta êrîşên Tîpa F li Îstîklalê nav polîsan de didomiya. Bi taybet li hember tevgera sosyalîst û kurd zext berdewam dikirin. Hemû çalakî ji ber vê dihatin sînorkirin. Lê di meşa ewil de em rastî astengiyan nehatin. Salên din jî em rastî astengiyan nehatin. Piştî Geziyê (2014) di meşa Şevê ya Femînîst de em ji Galatasarayê dimeşiyan Taksîmê. Li ber seferatxaneya Fransayê pêşiya me girtin. Wê demê em rastî astengiyê hatin.
 
* Wê rojê atmosfer çawa bû? Piştgiriya gel hebû gelo?
 
Wê demê gel hînê çalakiyên li Kolana Îstîklalê bibûn. Digotin jin dimeşin. Temaşe dikirin. Bêguman meşa me li dijî şer bû û rewabûna wê hebû. Ji xwe di çarçoveya wê rewabûnê de tezkere ji meclîsê derbas nebû. Lê bi taybet bertekek gel nayê bîra min.
 
* We texmîn dikir meşa we heta îro wê bê?
 
Ji bo meşa 2004’an hevala me Merîç Eyupoglu dema eposta avêt ji jinan re wiha nivisî ‘2’emîn Meşa Kevneşopî ya Femînîst’. Em pir keniya bûn. Yanî me ya duyem jî kiribû û hejmara me zêde bibû. Em hemû ji xwe razî bûn. Me digot başe em meşiyane û em hatine gel hev. Ji 2005’an şûnde em hîn bêtir bi biryar bûn. Me xwe rêxistin kir. Me her sal pankartên cuda nivîsîn. 
 
* Tevgera Jinên Kurd jî piştgirî da Meşa Şevê ya Femînîst. Bandora vê çawa li têkoşînê bû?
 
Ji xwe em bi Tevgera Jinên Kurd re beriya meşa femînîst jî di têkoşîna ji bo aştiyê de ligel hev bûn. Em di pêvajoyên rêxistinkirina mîtîngên 8’ê Adarê de jî ligel hev bûn. Mînak di 2002’yan de bi Tevgera Jinên Kurd re me li zanîngeha Bîlgî ‘hevdîtinek jinan a mezin’ rêxistin kir. Yanî têkiliyên me berê jî hebûn. Hevalên me her tim dihatin çalakiyên me. Lê bangên tevgera jinên Kurd piştî 2015’an de zêde bûn. Tenê yên ji xwe re dibêjin ez femînîstim nayên meşa şevê. Hemû jin li dijî zextan di vê meşê de tên gel hev.
 
* Di meşa ewil de mijara we ‘şer û dagirkirin’ bû. Bi demê çawa ev guherî?
 
Di 2005’and e me li dijî patrîyarka xwe rêxistin kir. Meç ima digot patriyarka? Me serdetsiya mêr û têkgehên pergala serdet yên mêr bikar dianî lê me têgeha patriyarka ku hemûyan dihewîne derxist holê û ji bo em nîşan bidin ku têkoşîna femînîst balê dikşîne ser pergaleke cuda, me ev me rêxistin kir. Me digot têkoşîna rizgariya jinê jî jî di tevgera femînîst de ye. Bêguman 8’ê Adarê ne di bin tekela femînîstan de ye. Têkoşîna jinên karker a dîrokî ev roj diyariyê hemû jinan kiriye. Rojeke bi piştevaniya jinên enternasyonel bûye sîmge.
 
* Nava salan de bêtehemuliya mêr-dewletê hat dîtin. Çima ev bêtehemulî?
 
Di 2014’an de nehiştin em derkevin Taksîmê. Piştî 2010’an hejmara me her diçû zêde dibû. Em di 2014’an de bi dehzaran re dimeşiyan.  Wê demê Kolana Îstîklalê ji hemû çalakiyanr e girtibû. Di 2015’an de Meşa LGBTÎ hat qedexekirin.  Di 2012’an de hewldanên qedexekirina kurtajê hebûn. Bi têkoşîna jinan ev şûnde hatibû vekişandin. 2016’an de mehra mele hat qanûnîkrin. Bi hewldanan jinan ev şûnde kişandin. Di 2017’an de jinan ji referandumê re gotin na. Ji ber vê xwestin pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Di 2019’an de em gihiştin 50 hezar jinî. Lê polîsan barîkat ferz kirin. Di 2020’an de jî têketina Taksîmê qedexe kirin. Lê ev tê zanîn dema ketin û têketin bê girtin polîs jî şîdetê pêk tîne. Tevî van zextan bi hezaran jin di 2020 û 2021’ê de jî tevlî çalakiyan bûn.
 
* Peyama we ya îsal a ji bo 8’ê Adarê çiye?
 
Em bi awayekî sîstematîk di Meşên Şevê ya Femînîst de li dijî patriyarka derdikevin qadan. Lê hedefa me tenê AKP û hikûmete. Di heman demê de li dijî mêrên derdora me e. Em serhildana xwe ya azadiyê tînin ziman. Em li dijî patronan dengê xwe bilind dikin. Em li dijî heteroseksîzmê dengê xwe bilind dikin. Em ê hemû jinên ji bawerî û nasnameyên cuda di 8’ê Adarê de Meşa Şevê de bên gel hev. Li bajarên din jî wê pêk bê. Ji bo Stenbolê wek her tim em ê saet di 19.00’an de li Taksîmê bên gel hev.