Ji sedsala 19’an heta îro: Bi rojnameya Kurdistan gava ewil (1)
- 09:01 27 Hezîran 2022
- Dosya
Oznur Deger
ENQERE - Kevneşopiya çapemeniya azad a Kurd tevî hemû zext û zordariyan her tim heqîqet nivîsî û didomîne. Ji sedsala 19’an heta niha gelek caran rojname, kovar, ajans û kanalên TV bi zextan re hatin rû hev.
Dîroka nivîskî ya çapemeniya Kurd xwe dispêre sedsala 19’an. Çapemeniya Kurd ku bi dehan rojname û kovarî pêşxistina zimanê Kurd kir hedefa xwe piştî salên 90’î polîtîkayên qetilkirin û windakirinê yên li hember Kurdan derxist holê û nasnameya çapemeniya azad derxist holê. Ji qetilkirina Musa Anter û şûnde bi sedan rojnamegerî mîrate dewr girtin û kevneşopiya çapemeniya azad didomînin. Di salên 90’î de gelek rojnameger hatin qetilkirin û windakirin. Di rojên borî de di 16’ê Hezîranê de daraza AKP-MHP’ê 16 rojnamegerê Kurd girtin.
Li hember rojnamegera operasyon
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kirin û 8 rojan di bin çavan de man. Di 15’ê Hezîranê de derxistin dadgehê û 16 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kirine, hatin girtin. Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Oruç, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.
Ji rojnamegeran bertek bilind bûn
Li dijî girtina rojnamegeran berteka ewil ji hevpîşeyên wan hatin û bi şîara ‘çapemeniya azad nikare bêdeng bibe’ bertek nîşan dan û her wiha rêxistinên jinan, parêzer û siyasetmedaran jî bertek nîşan dan.
Girtina rojnamegerên Kurd zext û şîdeta ji dîroka Osmanî heta Komarê û heta salên 90’î ya li hember çapemeniya azad a Kurd anî hişê mirovan. Me jî ji duh heta îro der barê çapemeniya azad de dosyayek amade kir. Di beşa ewil a dosya me de em rojnameyên di dîroka çapemeniya Kurd de derketine holê derdixin pêş.
Di dema Osmanî de 10 rojname hatin çapkirin
Ji duh heta îro gelek rojname, kovar, televîzyon û ajansan piştgirî dan çapemeniya Kurd, lê ji rojnameya Kurdistan heta salên 90’î di dema Osmanî de tenê 10 rojname hatine çapkirin.
10 rojnameyên Kurd ên di dema Osmanî de weşan kirine wiha ne:
Kurdistan (1898), Kurd Teavûn ûTerakki (1908), Şark û Kurdistan (1908), Kurdistan (1908), Peyman (1909), Amidi Sevda (1909), Yekbûn (1913), Jîn (1919), Gazi (1019), Bangî Kurdistan (1919).
Weşana ewil a Kurd: Rojnameya Kurdistan
Rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîkdat Mîdhat Bedirxan ve di 22’yê Nîsana 1898’an de li Kahîreyê hat weşandin. Bi armanca hişmendîbûna gelê Kurd û xwendin û nivîsandinê 5 hejmarên ewil ên rojnameyê li Kahîreyê hat derxistin. Mîkdat Mîdhat Bedirxan jiyana xwe ji dest dide û li ser vê berpirsyariya weşanê birayê wî Abdurrahman Bedirxan digire ser xwe. Rojname dest bi weşanê dike lê hefteyek şûnde padîşahê Osmanî Sultan Abdulhamîd yê duyem bi fermanê qedexe dike. Li dijî zextên li ser rojnameyê Abdurrahman rojnameyê li bajarên cuda yên Ewropayê çap dike. Hejmarên 6 û 9 li Cenevre ya Swîsreyê, hejmarên 20-23’ê li London a Îngîlîstanê, hejmarê 24 û 29 li bajarê Folkestone ya Îngîlîstanê û hejmarê 30-31 li Cenevreyê tê çapkirin.
Piştgiriya ji bo dîrokê: Roja Rojnamegerên Kurd
Rojnameya Kurdistan ya ji bo dîroka çapemeniya Kurd mîlad e, roja destpêkirina weşanê yanî 22’yê Nîsanê wek Roja Rojnamegerên Kurd tê pîrozkirin. Rojnameya ji 15 rojan carê derdiket û ji 4 rûpelan pêk dihat 4 salan weşan kir û di 1902’an de hat girtin. Di 4 salan de bi giştî 31 hejmar hat derxistin.
Kurd Teâvun û rojnameya Terakkî
Di 19’ê îlona 1908’an de Cemiyeta Kurd Teavun û Terakkî hat avakirin û rojnameya Kurd Teavun û Terakkî di 9’ê Mijdara 1908’an de dest bi weşandê kir. Midûr û nivîskarê rojnameyê Tevfîk, sernivîskar jî Ahmed Cemîl bû. Rojname hefteyê carê bi Kurdî û Tirkî weşan kir. Her wiha zaravayê Kurdî, Kurmanckî û Soranî jî hat bikaranî. Wêjeya Kurd bi giranî hat destgirtin. Rojnameya bi qanûnî weşan dikir, xwe gîhand gelek xwendevanî. Di hejmara ewil a rojnameyê de nivîsa Bedîuzzeman Saîdê Nurdî-el Kurdî ya bi navê ‘Şîreta Bedîuzzeman Saîdê Nurdî’ cih girt. Rojname 9 mehan weşan kir û piştî bûyera 31’ê Adarê hat girtin.
Rojnameya Şark û Kurdistan
Rojnameya Şark û Kurdistan di 20’ê Mijdara 1908’an de piştî îlankirina duyemîn meşrutiyetê li Stenbolê dest bi weşanê kir. Tenê sê hejmarên rojnameyê hene û her hejmar ji 4 rûpelan pêk tê. Der barê rojnameyê de zêde agahî tune ne. Rojname hefteyê du caran hatiye weşandin û zimanê wê Osmanî bûye, piranî li ser Kurdên Hersek û Kurdistanê sekiniye. Saîdê Kurdî û Îsmaîlê Hersekî her tim nivîsîne. Xwediyê rojnameyê Ehmed Şerîfê Herseki, Bedriyê Meletiyê û Îsmaîlê Hersekiye. Midûrê karê nivîsê jî Bedriyê Meletiyiyê ye.
Yekîn rojnameya rojane: Serbestî
Rojnameya Serbestî di 13’ê Kanûna 1908’an de li Stenbolê dest bi weşandê dike. Xwediyê îmtiyazê Mevlandaze Rifat e û midûrê karê nivîsê jî Hasan Fehmi ye. Hasan Fehmî ku rêveberiya îttîhat Terakî bi tundî rexne dikir, di 6’ê Nîsanê de hat qetilkirin.
Bangî Kurdistan
Rojnameya Bangî Kurdistan ku der barê wê de zêde agahî tune ye, li gorî hinek çavkaniyan di 1919’an de li gorî hinek çavkaniyan jî di 2’yê tebaxa 1922’yan de li Silêmanyê weşan kiriye. Nayê zanîn ku çend hejmarên rojnameyê derketine û di salên dawî yên Osmanî de hatiye çapkirin.
Ji bilî vê rojnameyên weke Peyman (1909), Amidi Sevda (1909), Yekbûn (1913), Jîn (1919), Gazi (1919) jî di dema Osmanî de rojnameyên ku naveroka wan Kurdî bûne.
Diyarî Kurdistan
Çapemeniya Kurd a di dema Osmanî de tevî zextan îmze avêt geşedanên girîng di 29’ê cotmeha 1923’yan de bi îlankirina komarê re dîsa bi zextan re hat rû hev. Kesên navdar ên dîroka çapemeniya Kurd, ji weşanên Kurd re pêşengiya xwe domandin.
Yek ji rojnameyên dema Komarê de derketiye Diyarî Kurdistan e. Der barê rojnameyê de zêde agahî tune ye û piştî îlankirina komarê di 1925’an de li Bexda ya Iraqê dest bi weşandê dike. Piştî salekê rojnameyê weşana xwe bi dawî kir.
Yekem rojnameya Kurdî ya bi tîpên latînî: Riya Teze
Yekemîn rojnameya Kurdî ya bi tîpên latînî weşan kiriye Riya Teze ye. Di Adara 1930’î de li Komara Sosyalîst Sovyet a Ermenîstanê ji bo Kurdên li Ermenîstanê dest bi weşanê kir. Rojname wek weşana Partiya Komunîst a Ermenîstanê hat çapkirin û ji aliyê Erebê Şemo û Îshak Marogulav ve hat çapkirin. Zimanê wê jî tenê Kurdî bû. Di rojnameyê de tîpên latînî yanî tîpên Şemo-Marogulav hat bikaranîn. Hejmara yekem 4 rûpel bû û ewil du hefteyan carê hat derxistin. Piştî salekê bi armanca gîhandna mamosteyên Wêje û Zimanê Kurdî ya li Erîvanê di 1931’ê de Akademiya Perwerda Trans Kafkasya hat vekirin. Heta sala 1937’an bi tîpên latînî rojname hat çapkirin û di 1937’an de bi biryara ku Stalîn girt weşan hat sekinadin. Piştî mirina Stalîn di 1955’an de rojnameyê dîsa dest bi weşanê kir. Lê tîpên latînî yên Kurd ji aliyê SSC ve hat betalkirin û bi tîpên Kîrîl hat weşandin.
Traja rojnameyê di nav demê de gihişt 5 hezarî û Kurdên Ewropayê eleqeyek mezin nîşan da. di 2000’î de rojnameyê ji nû ve bi tîpên latînê nivisî û di 2003’yan de dawî li weşana xwe anî. Heta 2003’yan 4 hezar û 800 hejmar derxist.
Rojnameya Kurd a herî temen dirêj
Du sal şûnde di 2005’an de rojname bi alîkariya Kurd û bexşan dîsa dest bi riya xwe kir. Riya Teze di gelek mijaran de nivîs weşand. Rojnameya hîna weşana xwe dike berpirsyariya rojnameyê Tîlalê Kerem, Girganê Cango û Mirazê Cemal dike.
Rojnameya Dîcle Firat
Rojnameya Dîcle Firat di 1962’yan de ji aliyê rewşenbîrê Kurd Edîp Karahan ve dest bi weşanda xwe kir û rojnameya mehane derdiket 8 hejmar derxist.
Yek çapek: Roja Newa
Roja Newa ji aliyê Dogan Kiliç Şihhesananli ve di 1963’an de li Stenbolê hat weşandin.
Sibehê: Di weşangeriya Kurd de kovar