Nameyên ku ji dîwaran derbas dibin (1)
- 09:01 14 Mijdar 2022
- Dosya
Sebahat Tuncel: Têkoşîn û berxwedana jinan wê demê biguherîne
Dîlan babat
ENQERE - Sebahat Tuncel di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî de nivîsek nivîsî û got: “Bila ji bo jinên ji bo azadiyê têdikoşin silav be. Têkoşîna jinê wê demê biguhere. Wê cîhanê biguhere. Dem dema Azadiyê ye. Jin jiyan azadî.”
Bi hemû aliyên şîdeta li hember xwişkên Mîrabel li her derê cîhanê ji aliyê dîktatoran ve didome. Jin li dijî dîktatoran têkoşîna xwe didomînin. Bandora şîdeta mêr-dewletê li malê, kolan, girtîgehan kiriye û jin li dijî vê şîdetê bi îradeyek mezin ji rejîmên dîktatoryal re dibêjin em li virin. Li Rojava jinan bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li dijî hovîtiya DAIŞ’ê berxwedanek mezin da. Ji bo Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê hat qetilkirin têkoşîn bilind dibe. Li dijî polîtîka qirêj ya AKP’ê jî seknek mezin tê nîşandan.
Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî nivîsa şandiye em bi we re parve dikin.
“Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweî jin wê isal li kolan bin. Wê ji şîdet, qetilkirin, destdirêjî, newekhevî û şîdeta mêr û dewletê re bêjin na. Wê bandora feshkirina peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 çawa bandor li jiyana jinan dikin vebêjin. Wê bêjin ‘Hun tenê nameşin’ û bal bikşînin ser piştevanî û têkoşîna rêxistinkirî ya jinan.
Jin wê şîdeta dewleta mêr vebêjin
Wê şîdeta dewletê ya di şexsê Jîna Mahsa Emînî de ku ji bo li gorî pîvanan serê xwe negirt ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, berxwedana bi pêşengiya jinan a li dijî vê şîdetê pêk hatiye, daxwaza wekhevî û azadiya gelan û jinan vebêjin. Şîdeta dewletê tenê ne aydê Îranê ye, li Tirkiyeyê jî bi taybet li hember jinên siyasetmedar şîdetek dijwar a dewletê heye û şîdeta dewlet-mêr a li hember jinan vebêjin. Wê bandora krîza aborî ya li ser jinan vebêjin. Wê nîjadperestiya li hember jinên ji ber şer koçber bûne vebêjin. Wê bal bikşînin ser jiyana jin û zarokan ku çawa ji şer bi bandor bûye û ji şer re bêjin na. Belkî hun me jî bibîr bînin û şîdeta dewlet mêr ya li ser jinên girtî bînin zima. Wê balê bikşînin ser Garîbe Gezer û piştevaniya bi jinên girtî re bê ziman.
Wê berxwedana jinê jiyana nû pêkan bike
Jin divê ne tenê 25’ê Mijdar, 8’ê Adarê, divê her rojê bikin roja berxwedan û têkoşînê. Li dijî patriyarka û kapîtalîzmê heta ku hêza rêxistinkirî a jinê neyê afirandin mixabin wê ji vê pergala koletiyê rizgarbûn tunebe. Zîhniyeta serdest ya mêr ya hezaran salî, pergala kapîtalîst jinê dike kolet, dest dide ser ked û bedena jinê, bi rejîma zextê hebûna xwe li ser hemû civakê heyî dike. Şîdet, newekheviya li ser jiyana jinê îdeolojîke. Hebûna pergalek azadîxwaz a jinê, ji îdeolojiya kapîtalîst a serdest rizgarbûnê pêkane. Bêguman em dizanin ev ne hêsane. Pergala şaristaniya navendî ya 5 hezar salî xwe li her qada jiyanê mayînde kiriye. Lê di asta niha de pergal krîzek cidî dijî, li şûna pirsgirêkan çarser bike, pirsgirêkên nû diafirîne. Têkoşîna jinan ji her demê zêdetir xurt û rêxistinkiriye. Piştevaniya jinê ji her demê xurtire. Azadiya jinê ne pergal an jî utopyayeke. Şoreşa bi pêşengiya jinan pêş ketiye wê li her derê cîhanê wekhevî û jiyaneke azad pêkan bike. Guhertina demê tê wateya guhertina cîhanê. Hêza jinê ya ku demê biguhere heye. Divê neyê jibîrkirin ku; têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinê û destkeftî wê hemû têkoşîna azadî û wekheviyê ya li dijî binpêkirin û koletiyê diyar bike.
Pergala serdets ya mêr xwe li ser talan, şîdetê heyî dike. Ji vir yên herî zêde bandor dibin jin in. Li dijî koletiya kut ê ferzkirin, tişta divê bê kirin têkoşîna ku koletiyê parçe dike ye. Daneyên qetilkirina jinan û şîdeta ku her sal tê aşkerakirin, derdixe holê ku her roj jin tên qetilkirin, tacîz û destdirêjî tê kirin. Ev ne qedera me ye. Em dikarin vê biguherin. Em sedsala 21’ê biki sedsala jinê.
Di derbasbûna pergala şaristaniya navendî de yekemîn şikandina zayendê li dij jinan pêk hatiye. Di pêvajoya neolotîk de bi şikandina zayendê ya ewil a jinê ya di navenda jiyana civakî, siyasî û aborî de cih digirt re, jin ji van qadan hatine derxistin, her tiştê der barê jinê de ‘xerab’ hatiye hesibandin.Dest danîne ser beden û keda jinê. 104 M (qanûnên civakî) ya Înana ji aliyê Enkî ve hatiye dîzîn û ev tê wateya desteserkirina pergala civakî û rêveberiyê. Qanûnên pergala civakî yên jinan bi kedek mezin bidest xistin dijberê jinan hat bikaranîn ji bo kolekirina jinan hat bikaranîn. Di alî jinan de rê li ber encamên giran vekirin û ev bi şikandina duyem a zayendî hîn bêtir girantir bûye. Duyem şikandina zayendî bi dîroka olan re bi hepskirina malê ya jinan encam bûye. Jin gunehkar îlan kirine. Tê gotin ku li gorî çîroka vejînê gunehkara ewil jine û mêr ji rê derxine. Ev gotin li hemû civakê ferz kirine. Zayend ji mêran re rewa lê ji jinan re şerme. Her wiha pergalek binpêkirina zayendê ya bi xof tê avakirin. Hemû ol dibêjin xweda dixwaze ku jin bikeve bplana duyem. Vê derewê li civakê ferz dikin. di sedsala 21’ê de demokratîkbûna ol, metnên pîroz yên azadixwaz ya jinê, hat xwestein ku bi perspektîfek nû bê şîrovekirin û ev di alî azadiya jinê de mijarek girînge. Di hebûna civakê de bawerî qadek girînge. Lê mêran ev qad dagirkirine û bandorek neyînî li ser jiyana jinê dike. Di vê qadê de jin li gorî serdestiya mêr tên teşekirin.
Li Îranê pirsgirêkên jinên Kurd pê re tên rû hev dişibin hev
Jîna Amînî jinek Kurd bû. Ev aliyekî din yê bûyerê derdixe holê. Her cureyê şîdeta li ser jinê polîtîke. Jîna Amînî jî nasnama wê bi qasî polîtîka zayendê bi ya polîtîka nasnamê jî eleqedere. Jin3en Kurd ji bo jiyanek azadixwaz têdikoşin. Ji ber vê dibin hedef. Li Îranê pirsgirêkên jinên Kurd pê re tên rû hev dişibin hev. Dewleta Tirk hemû jinan hedef digire lê bi taybet jinên Kurd hedef digire. Pergala hevserokatiyê krîmînalîze dike, qeyûman tayîn dike saziyan digire û siyasetmedaran digirin.
JINNEWS jî her di hedefê de ye
Rojnamegerên jin jî hedef tê ngirtin. Ji qada kedê qada civaka sivîl jin hedef tên girtin. JINNEWS her tim di hedefê de ye. Girtina rojnamegeran encama polîtîka faşîst, yekparêz, nîjadepereste. Herî dawî Şebnem Korur Fîncanci hat girtin. Qetilkirina Nagîhan Akarsel hemû girêdayê vê polîtîkayê ne. otorîta yekparêz dixwaze rejîma faşîzan bike bin ewlehiya destura bingehîn.
Azadiya jinê azadiya civakê ye
Aşkeraye ku yekane hedefa belgefîlma 100 salî mayîndekirina rejîma faşîste. Erdogan dibêje em desthilatdarin lê wek çandî desthilatdariya xwe ava nekirin û bi vê gotinê jî hedefa dema nû diyar kir.AKP dixwaze hegomonya nû jî li ser jinan ava bike. Bi fehskirina peymana Stenbolê pêngava vê avêt.Niha polîtîka CHP’ê ya bê basîret jî wek derfet dîtiye, mijara sergirtinê kirine navenda guherîna destura bingehîn û ne tenê sergirtinê, têgeha malbatê jî bi nêzîkatiyeke netewperest, olperest daniye pêş xwe. AKP vê dike hincet û îdeolojiya xwe li civakê ferz dike. L ialiyê din jî li hember jinên Kurd gotinên nîjadperest tîne ziman û dixwaze li ser jinan hegomonya çandî ava bike.
Di encamê de azadiya jinê azadiya civakê ye. Têkoşîna jinê ya azadî û wekheviyê têkoşîna azadkirina civakê ye. Ji bo jinên têdikoşin silav be. Berxwedan û têkoşîna jinê wê demê biguhere, wê cîhanê biguhere. Dem dema Azadiyê ye. Jin jiyan azadî.”
Sibe: Hevseroka Çavdêriya Komeleya Koçberiyê Kamîle Kandal ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan pirsên me bersivandine