Nameyên ku ji dîwaran derbas dibin (4)
- 09:06 17 Mijdar 2022
- Dosya
Em ne tenê ne, hûn ne tenê ne
Dîlan Babat
ENQERE - Aktîvîsta TJA’yê ya girtî Ayla Akat Ata, ji bo 25’ê Mijdarê bi van gotinan bang li jinan dike: “Hûn ne tenê ne, hûn bûn dengê me. Hûn ne tenê ne. Em di nav çar dîwaran de bin jî em dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ em dibêjin ‘aştiya civakî û çareseriya demokratîk’.”
Jinên ji felsefa ‘jin jiyan azadî’ hêz girtine û dimeşin 25’ê Mijdarê gav bi gav nêzî şoreş ajinan a cîhanê dibin. Em bi vê dosyaya xwe girtiyên jin ên ji bo şoreşa jinê têkoşîn dane û ji ber vê ji aliyê dewleta-mêr ve hatine girtin guhdar dikin. Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi nivîsa nivîsiye bang dike.
Ayla Akat Ata ku niha bi daxwaza sedan salî ceza tê darizandin, ligel nasnameya xwe ya parêzeriyê, bi nasnameya xwe ya siyasetmedarî û aktîvîsta mafê jinan jî tê zanîn. Ayla heta niha di tevgera jinan a Kurd, mafê mirovan de gelek xebat meşandiye û ji 20’ê Sibata 2018’an de ye girtiye. Ayla Akat ku berdevkiya Kongreya Jinan a Azad (KJA) ya bi KHK’ê hat girtin, kir, sedem girtina wê jî axaftinên di çalakî û bernameyan de û xebatên jinan tê nîşandan.
Em niha mafê gotinê didin Ayla Akat Ata.
‘Merheba jinên rêzdar!
Sê xwişkên hev, xwişkên Mîrabel ku li dijî zilma dîktator têkoşîn dan, bi çavsoriyek mezin destdirêjî lê hatin kirin, hatin qetilkirin û cesedên wan ji zinaran de hat avêtin. Ji bo bîranîna wan, ji bo careke din li erdnîgariyek din ev neyê jiyîn bi îradeya piştevanî û têkoşînê; di gotin, fikir, çalakiyê de di 25’ê Mijdarê de jinên bedelan didin ber çavan û ji şîdetê re dibêjin na, silav dikim.
Em bi fîzîkî ne di navbera we de bin jî, em jinên difikirin, xwedî hişmendiyê ne, îtîraz dikin, hildiberînin, rêxistin dikin û ji ber vê jî bûne kirdeya şîdeta dewletê, li girtîgehên ku em dijhiqûqî tên girtin û li salonên dadgehan em ê dengê xwe tevli dengê we bikin.
Şer û pevçûn tên jiyîn û heta îhtîmala şerê nuklerê heye. Bloka rojhilat û rojava tûj bûye. Bi Rêveberên Lîderên populîst re ji dîktatoran re derî tên vekirin û hêza dîktatorên heyî serdest dibe. Rastiyeke cîhanê ya ku têgehên demokrasî, wekhevî û mafê mirovan wateya xwe winda kiriye, ji bo me şert û merc çi dibin bila bibin têkoşînê, hilberandinê ferz dike.
Di paşerojê de me çi jiyaye, em îro bi çi re tên rû hev, dizanin. Serdest, yên biryaran didin her çiqas di qebûlkirin û bi zilmê bê bandor bihêle jî, ev cîhan cîhana jinên ku serî natewîne, natirse û bêdeng namîne ye jî.
Di çavkaniya şîdeta em pê re tên rû hev de , şîdeta di civakê de tê jiyîn û pevçûn û şerên tên jiyînê hene. Pergala serdest, her çiqas di navbera me de dîwaran bihûne jî em hezkirina ku destê xwe didin hev di dilê xwe de dihewînin. Em dibêjin şîdeta li hember jinê polîtîk e. Sînorê şîdeta li ser jinê tune ye. Li malê, dibistanê, kargeriyê kolanê, girtîgehan em pê re tên rû hev. Em di her çîn û statuyê de dijîn di her etnîsîte û çandê de dibînin. Her wiha yên qanûnan amade dikin jî gumanbaran bêceza dihêlin û em şahidiya vê dikin.
Ya pîroz û ya divê bê parastin jin an jî mêr hemû mirov ji ber mirovahiyê xwedî maf û azadiyan e; Yên me ne wek mirov wek jin dibînin, cil û berg, fikir, jiyana me dikin hinceta şîdetê. Rayeye biryarên li ser me ji xwe re maf dibînin û hêza xwe li ser jin û zarokên keç heyî dike jinan hepsê rolên kevneşopîyê dike. Ji ber vê pirsgirêka me bi vê zîhniyet û pergalê re heye. Em qebûl nakin û dibêjin ev ne qedera me ye.
Jinên xwedî cesareta Marîa Mîrabel a dibêje ‘Belkî tiştê herî nêzî me mirin e lê min natirsîne. Ez ê ji bo her tiştê mafdar têbikoşim’,
Jinên xwedî biryarbûna Mînevra Mîrabel a dibêje ‘Ji bo welatê me ku tije êş û elem e têkoşîna çavkaniya kêfxweşiyê ye, rûniştin û bêdengî jî xemginî ye’,
Jinên xwedî biryara Patrîa Mîrabel ya dibêje ‘Em nikarin destûrê bidin, zarokên me di vê rejîma zextxwir de bijîn. Em neçar in li dijî vê bijîn. Ez ji bo her tiştî amade me. Hewce bike jiyana xwe jî didim’, li her derê cîhanê bi têkoşîna didin dibin hêvî.
Jin Jiyan Azadî bi jinên Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî daketin kolanan û bersivek watedar dan rejîmê, mezin dibe.
Em jinên girtî yên ‘Doza kumpasê ya Kobanê’ diyar dikin ku fikrên me di fîrarê de ne, di girtîgehan de bicih nabin. Em fikr û raman û hilberandinên xwe didomînin.
Ez dibêjim fikr û raman…
Çalakiya esas û zelal a ku ferqa mirovbûnê datîne holê.
Çawa tê venasîn bila bê venasîn, xewna bi tirs a desthilatdariyane, bi xeter e.
Ya tê zanîn nayê zanîn;mijara vegotinên malê mirovahiyê bûye û nebûye.
Barê giran ê bixwe re aniye.
Ya sivik dike jî xwebûn û di mirovbûnê de israr.
Ne wisa…?
Gotinên Goethe ‘Ji rûyê erdê derbas dibe diçe/ Nîmetên herî xweş jî. /Fikrên me yên dem bezandine/Li fikrên bandor kirine/ tenê ew heye, ew qas bêdawîbûn’ venabêjin gelo, ger hewce bi bedelê bê dîtin, divê di fikr û ramanê de bê berdewamkirin.
Hûn ne tenê ne, hûn bûn dengê me. Hûn ne tenê ne. Em di nav çar dîwaran de bin jî em dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ em dibêjin ‘aştiya civakî û çareseriya demokratîk’.
SIBEHÊ: Midûra Karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê nivîsî.