Rêya sedsala jinan di rêya yekbûyî ya têkoşînê de ye

  • 09:06 21 Mijdar 2022
  • Dosya
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhana Mornîng Star ya di qadên pirsgirêkên penaber, mafê mirovan û penaberiyê de dinivîse  Bethany Rîelly wiha got: “Li gorî rêya sedsala jinê bi têkoşîna yekbûyî pêkan e.”
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hember Jinê (International DayfortheElimination of ViolenceagainstWomen) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di 1999’an de piştî qetilkirina Xwişkên Mîrabal şûnde hat îlankirin. Îro jinên cîhanê li dijî binpêkirina serdestiya mêr û şîdetê têdikoşin û daxwaza azadiyê bilind dikin. 
 
Tevî jinan gelek maf bi dest xistine jî, di vê demê de bi destê dewlet û pergala civaka serdest êrîş zêde bûne û beramberê vê têkoşîn jî bilind dibe. Jinên cîhanê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Nûçegîhana rojnameya rojane Mornîng Star ya navenda wê li Îngîlîstanê ye  Bethany Rîelly ku di qadên pirsgirêkên penaber, mafê mirovan û penaberiyê de dinîvîse bi wesîleya 25’ê Mijdarê  der barê rewşa jinên Qiraltiya Yekbûyî de axivî.
 
*Li welatê we hûn nêzîkatiya civakê û desthilatdariyê ya li hember jinan û polîtîkayan çawa dinirxînin?
 
Di Qiraliyetên Yekbûyî de mafê jinan di nava salan de beşek mezin baş bûye. Di vî alî de ferqa navbera mûçeyê navbera zayendê de kêm bûye, jin di baskên kar de zêdetir cih girtine û li kargeriyan newekheviyên li hember jinan kêm bûne. Lê hîna gelek pirsgirêk hene. Li gorî min niha di mijara mafê jinan de pêkanînên polîsan û ji ber gelek sedeman baweriya li hember polîsan pir ketiye. Mînak sala borî polîsekî Metropolîtan  jineke ku diçû mala xwe revand, destdirêjî lê kir, kuşt û bûyerek wisa; nîşan dide ku polîs li hember jinan çawa tev digerin. Piştî ev helwestên wek dijminahiya jinê derketin holê şûnde bandor li pêvajoya ku polîs bê lêpirsînkirin bû. Piştî vê der barê şîdeta zayendî îstîsmara nav malbatî û sûcên şîdeta li hember jinê de bandor li xebatên lepirsînên li hember bûyeran kir. Ji bo hikûmet jinan biparêzin di başkirina pergala edelet û hêzên polîsan de pir hêdî tev digere. Ev ji bo dewletê zêde ne di plana pêş de ye. Mirovên Qiraliyetên Yekbûyî jî li dijî vê rewşê gelek bi bertek in.
 
*Li welat jin herî zêde bi kîjan teşeyên şîdetê re tên rû hev? Hûn dikarin vebêjin?
 
Ez bawer im ev girêdayê vê rewşê ye; jin ji kîjan komarê ye. Di dema pandemiyê de şîdeta aborî pir zêde bû. Ferqa navbera mûçeyên jin û mêran de gelek zêde bû. Wê pêvajoyê dihat payîn jin li malê rûnin neçin dibistanê û li zarokan binêrin. Ev di pandemiyê de barekî giran bû li ser jinan. Gelek mafên bi salan bûn bi têkoşînê hatibûn girtin şûnde bir. Li welat îstîsmara nav malbatê û her wiha şîdeta zayendî pirgirêkek mezin e. Li Îngîlîstanê ji sê jinan yek bi êrîşa zayendî re tê rû hev. Jin bi şev dema dimeşin pir baldar in. Her tim fikra ‘gelo wê tiştek bibe’ di hişê wan de ye. Di vê mijarê de bi tedbîr in. Neçar in wisa bin. Li dijî îhtîmala êrîşan neçar in wisa bikin. Li Qiraliyetên Yekbûyî ez dikarim bêjim ku teşeyê şîdetê yê herî zêde ye êrîşa zayendî ye. Piranî hevalên min bi van êrîşan re hatine rû hev û ev bi rastî bi xof e.
 
*Li dijî van teşeyên şîdetê hûn çalakiyên çawa dikin û hûn xwe çawa bi rêxistin dikin?
 
Di kampanyayên binpêkirina mafên jinan de gelek saziyê civaka sivîl hene. Faliyetên lobiyê tên kirin û daxwazname ji bo hikûmetê tên dayîn. Komek bi navê Sîsters Uncut heye. Ev kom li dijî polîtîkayên aboriyê ku bandor li ser jinên sipî û reşik dike, çalakî û protestoyên mezin pêk tîne. Ev kom bi aşkera dibêje ku divê ji pergala girtîgehê polîs ji holê rabin û vê wek tehdîd li hember jinan dibînin. Di roja Jinên Cîhanê de em meşên mezin pêk tînin. Gelek sazî, ji bo parastina jinan hewl didin bandor li polîtîkaya hikûmetê bikin ku qanûn bê derxistin. Her wiha di perwerdeyê de jî ji bo zarok û ciwanên kur jî bê perwerdekirin perwerde tê dayîn. Ji bo hişmendîkirina mirovan rê û rêbazên cuda jî hene.
 
*Li Îranê bi pêşengiya jinan tevgereke mezin tê jiyîn. Der barê vê de hûn çi dibêjin ev wê bandorek çawa li jinên cîhan û Rojhilata Navîn bike?
 
Piştî jinek ciwan hat qetilkirin şûnde bûyeran rû da. Polîsan mudaxale kir. Li gorî min bandorek mezin li Ewropayê kiriye. Ev bûyerek bi xof bû. Jinek ji ber porê wê hatiye dîtin hat qetilkirin.Vê bandor li hemû protestoyên Ewropayê kir. Mirovan bi piştevaniyê porên xwe jêkirin. Rewşa jinên li Rojhilata Navîn welat bi bi welat diguhere. Mînak li Îranê em vê baştir dibînin. Bêguman li Ewropa jî jinên ku hatine çewisandin, li hember mêran serî tewandine û di hewldana ku mêran kêfxweş bikin de, hene. Li gorî min li welatên cuda zextên cuda hene. Ez roja şemiyê çûm çalakiyek protestoyî û çalakiyeke din a ji bo piştevaniya jinên Îranê jî hebû. Ez van protestoyên niha gelek bi cesaret dibînim. 
 
*Dibêjin wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê, hûn di vê mijarê de çi difikirin?
 
Balkêş e ku li hemû cîhanê niha di mafê jinan de şûnde ketinek heye. DYA’yê mafê kurtajê rakir û di pandemiyê de jin hepsê malê kir. Li gorî min hîna gelek tiştên bên kirin hene. Min dixwest bêjim ku ev sedsal wê bibe sedsala jinan lê li gorî min di gelek alî de em hîna dûr in û di Qiraltiyên Yekbûyî de jî pergala edeletê û di alî polîsan de rewşa jinan her diçe ber bi nebaşiyê ve diçe. Lê di heman demê de bangek hişyariyê jî heye. Ger guherînek pêk bê jî divê li her qadê pêşketinek hebe. Di vê sedsalê de dîsa tevgerên penaberan bandor bûne, krîza avhewayê bi badnor bûye. Hîna gelek bûyerên hewayî wê bên dîtin. Jin wê ji krîza avhewayê gelek bandor bibin û min raporeke ku dibêje wê mafê jinan şûnde bikeve xwend. Ji ber vê jî jin li dijî krîza avhewayê jî nebin yek wê ev sedsal nebe sedsala jinan.
 
*Herî dawî peyama we çiye?
 
Li gorî min avakirina rêya sedsala jinê bi têkoşîna yekbûyî pêkan e. Piştevaniya ji bo jinên Îranê tê dayîn li gorî min bi hîsa ku divê têkoşîn bê berdewamkirin dide wan. Ji bo jin bibin xwedî sedsalê divê piştevaniya navneteweyî, yekitiya xwe ava bikin û  kampanyayan bimeşînin, têbikoşin. Li Tirkiyeyê tevî zilma rayedarên Tirk a li ser rojnamegeran, wan nûçeyên xwe bê tirs çêkirin. Li gorî min ev tiştekî pîroz û bi nirx e. Ev tiştekî ku wek sembola berxwedana jinê ya cîhanê bê ditînê ye.