Botan li ber xwe dide (1)
- 09:11 1 Kanûn 2022
- Dosya
'Axa me ji bo me pîroz e...'
Sema Çaglak
ŞIRNEX – Botan bi çand, huner, dîrok û têkoşîna xwe bi nav û dengê. Niha jî li hemberî polîtîkayên taybet ên şer ên wekî bê nasname hiştin, koçberkirin û qirkirina xwazeyê ya bi salan e tên meşandin li ber xwe dide.
Li bakurê Kurdistanê, Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopî, Qileban, Hezex, Basan û Elkê, bi erdnegariya xwe, bi berxwedana xwe, bi parastina çand, huner û zimanê xwe navdar in. Me di dosyaya xwe de xwest bajarê Şirnexê û navçeyên wê bi her awayî bigirin dest. Her wiha em ê cih bidin polîtîkayên taybet ên şer li hember herêmê.
Taybetmendiya herêmê
Erdê herêmê ji sedî 75,7 ji çiyayan pêk tê. Pîvana zozan û deştan jî ji sedî 24,3 e. Li herêmê, deşta Silopî û Cizira Botanê bi taybetî genim, kuncî û pambû te çandin. Her wiha bi nîsk û tûtinê jî tê nasîn. Fêkiyên wek sêv, hinar, hêjîr, gûz, tirî, hirmî û mişmiş û hwd. li herêmê şîn dibin. Her wiha li gundên ser qonaxa çîyayê Cûdî jî darê zeytûnan jî hene. Li herêmê sereke dewlemendiya binerd komur e û komura ji derdora sêrgirê ji başûrê Şirnex der tê, têri enerjiya herême giş dike.
Cil û bergên herêmî
Jinên herêmê fîstanên hevrişim ê rengîn ku dibiriqin li xwe dikin. Şalwarekî fireh û goreyên ji hiriyê li xwe dikin. Kefî an jî pûşiyê didin serê xwe. Pêlavên lastîk an jî çaroxê jî li werdigirin. Şal û şapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligekî ku milên wî dirêj û nexşkirî (celehu) tê lixwekirin. Di lingan de goreyên ji hiriyê çêkirî û pêlavên ku jê re dibijin "reşik" tên lixwekirin. Niha jî rojên taybet ên wekî 8'ê Adarê, Newroz û dawetan de cilên herêmî tê tercihkirin.
Şirnex çima bû bajar?
Ev tişt taybetmendiya wê herêmê ya ku rojevî ye. Şirnex di 16'ê gulana 1990'î de bû bajar. Berê navçeya Sêrtê bû. Basan jî girêdayî Sêrtê bû û kirin navçeya Şirnexê. Hezex, Cizîr û Silopî yên Mêrdînê bûn û kirin navçeyên Şirnexê. Qileban û Elkê yên ku girêdayî Colemêrgê bûn jî kirin navçeyên Şirnexê. Belesebep ev tişt nehat kirin ji ber ku di salên 90'î de li Tirkiyeyê şerekî qirêj li hemberî kurdan hat meşandin. Bi hinceta ewlehiyê biryareke wisa hat dayîn.
Li hemberî herêmê her tim nêzîkatiyek û helwesteke taybet hebû. Polîtîkayên taybet ên şer ên ku em her roj nîqaşdikin li herêmê bi awayeke cur bi cur li hember erdnegarî, xweza, jin, zarok, çand, huner û ziman û hwd. hat meşandin. Armanc qirkirin û valakirina herêmê ye.
Heman polîtîka...
Ji bo ku em bersîva van pirsan bibinin divê em hinekî li dîrokê lêkolîn bikin. Her çiqas bingeha polîtîkayên bişaftinê yên li ser kurdan digihêje Împaratoriya Osmanî jî, ev polîtîka di serdema komarê de bi afirandina "Neteweya tirk" re berdewam dike. Armanca bingehîn a komara nû ya ku ji aliyê paşayên Îttîhatperestên Osmanî ve hat avakirin, tirkkirina nasnameyên cuda yên etnîkî yên li van axan û avakirina dewleta netewe ya tirk bû. Bi taybetî jî li ser Gelê Kurd zext û êrişan di serdema komarê de jî berdewam kir. Her cara ku kurdan serî hildan bi qirkirinê re hatin rû hev. Dîroka nêz a Tirkiyeyê li ser vê erdnîgariyê jî bi qetlîaman tijî ye. Mînaka vê ya herî şênber jî êrişên piştî salên heştêyî bi şerê taybet ku li Kurdistanê û bi taybetî jî li herêma Botanê hatine kirin e.
Li herêmê meşandina şerê qirêj
Di çarçoveya van êrişan de di 27'ê tebaxa 1987'an de JÎTEM hat avakirin. Piştî avakirinê li herêmê şerê qirêj dest bêtir kûr bû. Di serî de botan û li tevahiya Kurdistanê ev şerê qirej hat meşandin. Ji salên 1980'ê û destpêka salên 1990’î de bi awayekî şênber bi sedan gundên herêmê hatin şewitandin û valakirin. Cerdevanî li gundiyan hat ferzkirin. Ev tişt bi xwe re koçberiyê anî. Bi hezaran kurd cih û warê xwe terk kirin û berê xwe dan welat û bajarên cuda. Li gorî rapora Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê, ya sala 1998’ê ji sala 1997’an ve 378 hezar û 335 kes koçber bûne. Her wiha di çarçoveya daneyên Vegera Gund û Projeya Rehabîlîtasyonê (KDRP) ku ji aliyê Wezirê Karên Hundirê hatiye amedekirin; ev hêjmar 358 hezar 335 e. Li gorî saziyên navneteweyî û saziyên sivîl ên civakî jî ji salên 80’ê heya destpêka salên 2000'î ev hêjmar di navbera 1 mîlyon û 3-4 mîlyon kes ve diguhere.
Windakirina bi darê zorê
Her wiha di wê pêvajoyê de gelek kes hatin windakirin, li gorî daneyên Navenda Hafizayê, ji 12'yê Îlona 1980'an heta niha li Şirnex û navçeyên wê 211 kes hatine windakirin. Cizîr bi 79 kesan re navçeya herî zêde ya windakirina bi darê zorê ye, Silopiya jî bi 69 kesan di rêza duyemîn de ye. Li Basayê 22, li navend û gundên Şirnexê 21, li Hezexê 11, li Elkê 3 û li Qilabanê 6 kes bi dara zorê hatin winda kirin. Di navbera salên 1993 û 1997'an de bi giranî bûyerên windakirinê pêk hatine. Lê belê di sala 2001'ê de jî windahî berdewam kirin.
Dîsa di 14'ê hezîrana 1993'yan de li Bêspina girêdayî Silopiyayê 6 sivîl hatin qetilkirin. Di 26'ê adara 1994'an de li gundên Koçagili û Kuşkonar ên Şirnexê 38 sîvîl hatin qetîl kirin, di 15'ê çileya 1996'an de jî di Komkujiya navçeya Basayê de 11 kes hatibûn qetilkirin. Dozên ku di derbarê her du qetlîaman de hatin kirin, sewqî Dadgeha Mirovî ya Ewropayê (DMME) hatin kirin û Tirkiye hat cezakirin.
Armanca bê mirov hiştina herêmê
Têkîliya mirovahiyê ya bi axê re hertim xurt bû. Heke herêmek bê mirov were hiştin di heman demê de têkiliya wê ya bi jîngeh, çand û şêwaza jiyana wê jî tê qût kirin. Ji ber ku qutkirina vê rihê têkiliya mirovê ya ku bi erdnigariyê re saz dike qut dike. Bi desteser kirina çavkanî û aboriya gund ku pê debara xwe çêdikin şert û mercên jiyana wan ji holê tê rakirin. Gava gund werin şewitandin ew bi xwe re daristan, bax, baxçe û mêrgan jî tune dike. Bi vî yekê têkiliya mirovê ya bi erdnîgariyê tê tune kirin. Ango li pişt valakirina gundan a di salên 90'î de, armanc qutkirina têkiliya gelên li vê erdnîgariyê bi çand û zimanê xwe re hebû.
'Li ser axa me enkazek hiştin'
Taybet Kanat a 82 salî bi xwe eslê ji gundê Bilikayê ya Silopiyayê ye. Di sala 1991’an de gundê wan hatiye valakirin û ew jî bi neçarî koçî navçeya Silopiyayê bûne. Taybet, diyar kir ku bi valakirina gundan jiyana wan tarumar bûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gundê me hem ji aliyê xweza hem jî ji aliyê çandiniyê ve gelek xweş û dewlemend bû. Mal û milkên me gelek zêde bû. Me bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikir. Ew çaxê xizmetguzarî û mêvan perwerî gelek girîng bû. Parvekirin di nav civakê de rolekê girîng dilîst. Xwestin me ji gund derxîn û zilm û zordarî dest pê kir. Hinekî wan çûn Iraqê, hinekî wan çûn Ewropayê yên din jî çûn metropolên tirkan. Di dawiyê de hemû cih û warên me weran kirin û li ser civaka me enkazek hiştin.”
'Em bê mal û milk man'
Taybet, bilêv kir ku terikîna gund ji bo wê wek mirin bûye û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de li ser gel zilmekê mezin dihat kirin, hemû kes ji neçariyê diçûn. Terîkandina gund ji bo min wek mirin bû. Gava em derketin, zarokên min hemû biçûk bûn. Hevjînê min di van wextan de jiyana xwe jidest da. Ez û zarokên xwe tenê mabûn. Bi sedan pezên me hebûn. Bi xirakirina gundan sewalên me bêxweyî man. Em bêyî mal û milk hatin Silopiyayê. Ev 30 sal in min gundê xwe neditîye. Hesreta min a herî mezin dîtina gundê. Heke ez gundê xwe nebinim ez naxwazim bimirim. Ez gelek bêriya gundê xwe dikim.”
'Ji bo valakirina gund 24 saet dan me'
Cemîle Acar (65) ji gundê Spîndarûkê ya li qûntara Çiyayê cûdî de cih digire ye. Ew jî yek jineke ku di salên 90’î de ji neçarî gundê xwe terikandî ye. Cemîle bi wan hevokan rojên derbasbûyê anî ziman: "Ji bo valakirina gund 24 saet dabûn me. 2-3 hezar pezên me hebûn. Ewqas jî hesp, ker û hêstir tê de hebûn. Hingî hatin gundê me xira kirin, gundiyên me çûn aliyê Stenbol, Mexmûr, Zaxo, mile Iraqê, Cizîr, Silopiyayê, Edene, Mêrsîn û li gelek deverên cuda belav bûn. Koçber bûyîn ji bo me êşekê mezin bû. Ji ber ku ax ji bo me pîroz e. Me hemû dêbara jiyana xwe ji darên fêkî û bax û baxçeyan çêdikir.”
'Daristanên me şewitandin'
Cemîle, destnîşan kir ku niha jî ew polîtîkayên xwe yên salê 90’î dixwazin bixin meriyete û wiha pêde çû: “Di dîrokê de kurd kirin çar perçe, niha jî ev yekê dixwazin pêk bînin. Niha daristanên me dişewitînin, bi hezaran darên me birin. Ji bo ku darên me neyên birîn me 500 daxwazname şand lê dîsa jî ew qirkirin berdewam kir û erdên me bi îhale û hîleyan desteser kirin. Niha em dibînin di van demên dawîn de gelek kurdên me koçî Ewropayê dikin. Bila Gelê Kurd bila axa xwe neterikînin. Bila ji dîrok û berdelên ku hatine dayîn fedî bikin. Îro Gelê Kurd welatê xwe diterikînin, heke biçin axa xwe wê radestî Erdoganê bikin qey!?
'Ciwanên me ji gund derketin'
Gulîstan Kaya ku 55 sal in li gundê Bafê dijî, diyar kir ku ew naxwaze gundê van vala bimîne û got: “Welatî ji her aliyê ve rastî zext û aloziyan tê. An bi binçavkirin û girtinan xelk neçarî koçberiyê tê hiştin an jî ji ber qeyrana aboriyê koçî welatên din dikin. Li gundê me gelek kes çûn e û hê jî diçin. Xelk nikare nanekê bigire, nikare debara xwe çêbike. Ji ber vê neçar dimînin ku biçin. Lê em naxwazin tu kes biçe. Ciwanên me hemû ji gund derketin. Tenê di taxa me de 50 mal koçber bûn. Em jî nizanin çi bikin. Gundê me gundekê hem dîrokî hem kevnar bû. Lê niha li gund tiştek nema. Em dixwazin bila hemû vegerîn ser xaka xwe û gundê me bê xwedî nehêlînin.”
'Ax ji bo me pîroz e...'
Zahîde Dogan 17 sal in li gundê Bafê jiyan dike destnîşan kir ku gundê van bê xwedî maye hiştin û got: “Herkes ji gund çûn, hemû ciwanên me çûn derveyî welat. Niha gund ji pîr û kalên me re maye. Em bi vî yekê xemgîn im. Bi taybetî jî ji ber pirsgirêkên aborî diçin. Gava ez çûyîna wan dibînim dilê min diêşe. Ez naxwazim kes biçe Elmanyayê. Ax ji bo me pîroz e. Axa me ji yên xeribiyê xweştir e. Bila tu kes neçe û axa xwe neterikînin. Di salên 90’î de hemû bi dara zorê ji gund derxistin. Niha jî ciwan bi xwe ji gund derdikevin.”
*Sibê: ‘Em ê xwedî li çand û hebûna xwe derkevin’