Berxwedana çaryeka sedsalê fikra bûye gerdûnî (8)
- 09:06 21 Kanûn 2023
- Dosya
Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çarseriya Şaristaniya Demokratîk
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya "Krîza Şaristaniya li Rojilata Navîn û Çarseriya Şaristaniya Demokratîk" de geşedanên dîrokî, krîzên hatine jiyîn û riyên çareseriyê yên li Rojhilata Navîn dinirxîne.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de birin girtîgeha Îmraliyê û ji wê rojê de bi şoreşa zîhnî ya pêk anî alternatîfên jiyana nû danîn holê. Bi kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ve ji aliyê gelek aliyan alternatîfên wî tên nirxandin.
Abdullah Ocalan bi beşên ‘Têketin û encamê’ re pirtûka "Krîza Şaristaniya li Rojilata Navîn û Çarseriya Şaristaniya Demokratîk" ji 6 beşan ava dike. Abdullah Ocalan di pirtûkê de pêvajoyên dîrokî yên li Rojhialta Navîn hatine jiyîn digire dest, berxwedanên hatine jiyîn, krîzên hatine jiyîn digire û rê û rêbazê perspektîfên çareseriyê datîne holê.
Li ser hişmendiya dîrokê tê sekinadin
Abdullah Ocalan di beşa têketinê de bi giştî kakilê derdixe holê û heman demê de ji bo geşedanên li Rojhilata Navîn bên fêmkirin çarçoveyek girîng datîne holê. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Dema berê xwe didim krîzên civakî û dewletî yên Rojhilata Navîn hewl didim ku nekevim şaşiyên berxwedan û rexneyên hezar salî bi taybet 500 salên dawî. Em neçarin nîşan bidin. Di vê mijarê de ne tenê ji bo pêşerojê ji bo paşerojê vê bi nirx dibînim. Dîrok herî zêde ji bo vê felsefe û zanistek raste. Dîrok miriyan vedibêje lê ji bo jiyanek mirovane. Civakên dîroka wan tunebin nikarin bên îfadekirin. Çiqas hişmendiya dîrokî hebe evqas watedare. Ne tenê evqas, di alî çandî, aborî û dîrokî de ev nirxên jiyanî dikarin bên îfadekirin.”
Berxwedan nehiştin serkeftinê
Abdullah Ocalan diyar dike ku li dijî pergala modernîta kapîtalîst berxwedanên girîng pêş ketine û wiha dibêje: “Li dijî tecrbueya 200s alî ya hegemonya kapîtalîst, rexne û berxwedan pêş ketin. Lê mixabin biser neketin. Ji îslamiyên radîkal bigirin heta komunîst, netewperest, ji lîberalan bigirin heta muhafazakarna biser neketin. Sîstematîka şaristaniya demokratîk div an berxewdanan de pêşxistin, riya rast ya heqîqeta civakî ferz dike..
Netew dewletan krîz giran kirin
Abdullah Ocalan bal dikşîne ser girîngiya çarseriya dîrokî ya li Rojhilata Navîn û van tiştan tîne ziman: “Ji bo herêm bê fêmkirin çareseriya gerdûnî ferz e. Herêm ji 10 hezar salî ji serdema neolîtîk xwedî dibe û ji ber vê jî cih û girîngiya wê jî mezin dike. Rojhilata Navîn biqasî Ewropayê xwedî giraniyeke sentezên şaristaniyane. Hegemonya DYA’yê di salên 2000’î de projeya Rojhilata Navîn lez kir û derket holê ku ev yek alî baş pêk nayê. Asya Bakur û Başurêrojhilat û Amerîka Latin belkî bikaribe bi pergalê re bibe yek. Lê nayê payîn ku herêma kur ola xwe ya şaristaniya navendî ya dîrokê lîstiye wisa hêsan bi wan re bibe yek. Ji pergalê tam qûtbûn jî ne pêkane. Şaristaniya demokratîk hem di dîrokî hem jî di şertên krîza giran de girîngiya xwe her diçe dide hîskirin. Avakirinên ji nû ve yên çarçoveya netew-dewletê de wê krîzan hîn girantir bike. di naqokiya diyalektîka netew-dewletê deye û ev naqokî aktîf dibe. Wek volkanên dikevin faliyetan. Hem şîrketên kapîtalîst hem netew-dewlet nikarin rol bilîzin.
Hesabpirsîna îdeolojîk
Her pergala ku şansê wê yê çareseriyê li Rojhilata Navîn heye, ewil divê hesabpirsîna îdeolojîk a bi netewperestî, zayendperestî, olperestî û pozîtîvîzîmê bi serkeftin ava bike. Di sahneya siyaseta pratîk de jî divê cih bide xebata civaka demokratîk. Ez behsa civakasivîl ya hundirê wê valaye nakim. Divê çanda demokrasiya herêmî ya rast wek hewcedariyek girîng bê pêxistin. Divê dirûşmeya me ev be. Tu xebatên civakî bi qasî xebatên civakî yên demorkatîk ne bi nirxin.”
Abdullah Ocalan di beşa duyemîn de jî dîroka gerdunî û Rojhilata Navîn tîne hember hev û wiha dibêje: “Rastiyên civakî, jeolojik û biyolojîk yên herêmê nav hev de ne. Wateya dîrokî ya gerdunî û berlêvekirina herêmê şematik pêk tên. Têkiliya derbasbûna ji dema neolotîk ya şaristaniyê û rola hegemonîk ya şaristaniya navendî ya li herêmê tê watedarkirin.”
Çavkaniya pirsgirêka Rojhilata Navîn
Abdullah Ocalan di beşa sêyemîn de baldikşîne ser çavkaniyên pirsgirêkên Rojhilata Navîn û wiha bi lêv dike: “Civak êdî îdeolojiyên şer û çalakiyan wek sedem esas a pirsgirêkên civakî nîşan dide û ev texrîbat û aloziyên dertên holê nîşan dide. Encamên ku desthilatdariya hegemonîk li herêmê afirandiye jî di vê beşê de tê nirxandin.”
Îdeolojiya rizgariyê û rojên berxwedanê
Abdullah Ocalan di beşa çaran de îdeolojiyên rizgariyê û rola hêzên berxwedanê ya wek çareseriya li Rojhilata Navîn digire dest û wiha dibêje: “Pergalên kabîleyan û rola olên yek xweda tê nirxandin û aliyên asîmîleyê yên pergalên şaristaniyê tên lêpirsînkirin. Îdeolojiyên rizgariyê û têkçûnên hêzên berxwedanê tên lêpirsînkirin.”
Abdullah Ocalan di beşa pêncan de jî pergala kapîtalîst ya li Ewropayê serkeftin bidest xistiye û li peravên Rojavayê Ewropayê xwe wek hêza hegemonîk a nû ava kiriye digire dest û aliyên krîza pir alî ya li Rojhilata Navî dinirxîne.
Wek çareserî şaristaniya demokratîk
Abdullah Ocalan di beşa şeşan de jî der barê çareseriya pirsgirêkan de bal dikşîne girîngî û rola şaristaniya demokratîk a di dîrokê û roja îroyîn de û wek çareseriya pirsgirêkan şaristaniya demokratîkpêşniyar dike.