Pirsgirêk û perspektîfên çareseriyê (4)

  • 09:07 11 Çile 2024
  • Dosya
 
Netew-dewletperestiya Şîe ya Îranê û rola wê li Rojhilata Navîn
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rola dewlet-netew a şîe ya Îranê ya li Rojhilata Navîn û hegemonyaya ku pêk hatiye nirxand û diyar kir ku ger çareseriya pirsgirêkan were rojevê, dibe ku ji sîstemê qutbûneke radîkal çêbibe û modernîteya demokratîk bikeve dewrê.
 
Nirxên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser pirsgirêkên îroyîn ên Rojhilata Navîn û çawaniya derketina pirsgirêka Kurd û çawaniya çareserkirina wê, gelekî balkêş in. Pirtûka Abdullah Ocalan a bi navê "Çareseriya Neteweya Demokratîk" (Parastina kurdên di hawêra qirkirinê de) di vê mijarê de biryar û çareseriyeke girîng dide. Me di bin çend sernavan de nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser pirsgirêkên sereke yên herêmê çawa derketine holê û çawa dikarin bên çareserkirin berhev kirine. Di vê beşê de, bingehê pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn hatine jiyîn û rola dewleta netewe ya şîe li Îranê di çareseriya wan de hatiye behskirin.
 
Nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha ne: 
 
Rêûresma dewletê ya Îranê mîna Komara Tirkiyê bi hêsanî mînîmalîzebûyînê qebûl nake. Şahtiya Îranê ya di dema modern de jî ji Komarê bêhtir li dijî mînîmalîzekirinê li ber xwe da. Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an li dijî sîstema tewazunê û mînîmalîzma dewleta netewe ya bi awayekî xweser li Rojhilata Navîn sînor danîn, helwesteke girîng bû. Ji destpêkê ve li dijî hegemonya Îsraîlê hegemonya xwe ferz kir. Komara Tirkiyê û dewletên netewe yên Ereb rewabûna sîstema dewleta netewe nas kirin ku bi vê Îsraîl pêkan bû, lê Şoreşa Îslamî ya Îranê tevî ku gotin û gavên wê yên hevdu nagirin hene jî statuya hatiye diyarkirin û xêzkirin nas nekiriye, hewl daye hegemonya dijber pêk bîne. Tengezariya Îran û Îsraîlê ya ku roja me ya îro em çavdêriya wê dikin, bi tenê di navbera du dewletên netewe de nîne, di navbera du sîstemên hêzê yên li pey hegemonyayê diçin, derdikeve holê.
 
Şîîtî bi Xanedaniya Safewî re bûye îdeolojiya dewletê
 
Ji ber ku Îran duyemîn hêz e ku li pey hegemonyayê diçe û dixwaze bibe hegemon, divê mirov ji nêz ve li rewşa Îranê temaşe bike. Çawa ku me di cildên beriya vê yên parêznameyê de qala wê kiribû, rêûresma dewleta Îranê ji dema Konfederasyona Med (B.Z. 1000-550) tê. Med û Kurdan çandeke wekhev parve kirine. Zerdeştî û Mîtraîzm du çavkaniyên girîng in ku vê çandê di dîrokê de radigihînin. Dewleta pêşî ya Îranî Împaratoriya Pers bi temamî li ser şopa Konfederasyona Med hatiye avakirin. Bi awayekî, qonaxeke împaratoriyê ye, Kurd jî têde bi rola sereke rabûne. Di gavavêtina ji serdema destpêkê ya koletiyê ber bi serdema antîk a koletiyê de (B.Z. 1000-500) bi roleke bingehîn radibe. Hebûna koledariya antîk a Grek û Romayê bi saya belavbûna Pers-Medan e. Serdema Helenîstîk a bi fethên Skender dest pê kir (300 B.Z.-300 P.Z.), di navbera çanda Rojhilat û Rojava de sentezeke afirîner îfade dike. Roma û Partan, Roma (Bîzans) û Sasaniyan (100 B.Z.-630 P.Z.) bi sedsalan li ser hegemonya dinyayê şer kirin û van şerên wan rê li ber pêxîrtengiyeke mezin vekir. Di encama van şerên wan de Îslamiyet weke hêzeke hegemonîk derket holê. Rêûresma dewleta Îranê ji fethên Îslamî heta bi avabûna Xanedaniya Safewî (650-1500) di demeke bi qasî hezar salî de ji aliyê Xanedaniyên Ereb, Tirk û Moxol ve ku bi çanda xwe re xerîb ketibûn, hat temsîlkirin. Şîîtî bi Xanedaniya Safewî re bûye îdeolojiya dewletê. Hîmên Îrana modern di vê demê de hatine danîn. Bi Împaratoriya Osmanî re li ser erdên Kurdistanê şerên hegemonîk meşandin û ev jî bi Peymana Qesr-î Şîrînê ya 1639’an bi encam bûye. Kurdistan di gavavêtina serdema modern de cara pêşî bi vê peymanê bû du parçe. Ji ber vê peymanê pêkhatina dewleteke modern li Kurdistanê derbeke girîng xwariye. Li cem begtiyên Kurdan polîtîkaya jiyana hevpar a bi hêzên hegemonîk re li ser bingehê xweseriya hundir têra xwe cih girtiye.
 
Kengî hêza hegemonîk desteka xwe kişand di rojekê de hilweşiyan
 
Dewleta Îranê ya çend xanedan guhertin, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn mîna Komara Tirkiyê û Şahtiya Afgan di çarçoveya hesabên hegemonîk ên Ingilistanê de weke dewleteke netewe ya modern ji nû ve hat avakirin. Çawa ku bi M. Kemal re li hev kirin, di berdêla Îraneke mînîmal de desthilatdarî dan Riza Şah. Ingilîstanê di vê demê de Komara Tirkiyê, Îran û Şahtiya Afgan a mînîmîze kirî, ji bo Rûsya Sovyetê di Başûr re nikaribe dakeve li ser riya wê weke dewletên netewe yên bi rola tampon radibin hûnandin û ava kirin. Wê ev qadên navbihurî nekirin rejîmên klasîk ên mêtingeh û ev ne ji bêhêzbûna wê bû, ji ber ku fikarên wê hebûn Rûsya Sovyetê belav bibe. Polîtîkaya dewletên tampon sîstemeke Ingilîz e ku ji serê sedsala 19. ve heta roja me ya îro bi awayekî giştî serketî hatiye pêkanîn. Xanedaniya Riza Şah bernameyeke modernîteyê ya welê meşand ku rêûresma çanda Îranê da aliyekî û teqlîda Rojava kir. Hewl dan wê weke rejîmeke peyk a pêşî Ingilistan, paşê DYE û heta ya Îsraîlê li ser piyan bigirin. Rengê dewleta peyk a dewletên netewe li Rojhilata Navîn bi awayekî herî eşkere bi Xanedaniya Pehlewî hatiye nîşandan. Ev dewletên bi hêza esker û polîs li ser piyan hatin girtin, kengî hêza hegemonîk desteka xwe ji wan kişand di rojekê de hilweşiyan. Dawiya Xanedaniya Pehlewî jî bi vî awayî hatiye.
 
Ew ê bi hêsanî tesfiye nebe
 
Şoreşa Îslamî ya Îranê sala 1979’an bi qasî ku siyasî bû, ewqasî jî şoreşeke çandî bû. Ev şoreşê hêza xwe bi tenê ji rêxistiniya ulemayên Şîî wernegirt; berevajî hêza xwe ya bingehîn ji çanda civakî ya gelê Îranê girt ku rehên wê xwe berdidin kûrahiya dîrokê. Şoreş di destpêkê de mîna Şoreşên Fransî, Rûs û Anatolyayê xwedî naverokeke neteweyî û demokratîk bû. Xwe disipart hevgirtineke berfireh a hêzên neteweyî û demokratîk. Ev hevgirtina neteweyî û demokratîk a ji piştgiriya kominîstan, ummetgirên Şîî û di serî de Kurd ji beşên din ên gelên welatparêz ên Îranî pêkhatî, xwediyên rastî yên serketinê bûn. Lê belê ulemaya Şîî û zumreya bazirgan a çîna navîn ku ji aliyê dîrokî û civakî ve di warê rêûresma rêveberiyê de bi hêz bûn, di demeke kin de hegemonya xwe ava kirin. Hevgirtiyên xwe yên din bi awayekî bêrehm pelixandin. Di Komara Tirkiyê ya salên 1920’î de pêvajoyeke bi heman rengî pêk hatibû. Herçiqasî ulemaya Şîî bingehê şoreşê yê neteweya demokratîk berevajî bike jî ji aliyê naverokê ve bi modernîteya kapîtalîst re li hev nedikir. Olîgarşiya Şîî xwest vê daneheva antî-kapîtalîst a maneya xwe ya dîrokî û çandî gelekî mezin bû, ji bo hebûna xwe rewa bike, li dijî hêzên hegemonîk ên sîstemê weke qertekê bi kar bîne. Hê jî hewl dide li ser vî bingehî bi kar bîne. Bi tevahî hewldana olîgarşiya Îranê ew e, dixwaze vî bingehê antî-modernîst (antî-kapîtalîst) li dijî hêzên hegemonîk ên Rojava weke sîlehekê bi kar bîne di tewazuna dewleta netewe ya Rojhilata Navîn de li statuyeke bi rûmet û erêkirî cih bigire. Weke modernîteyeke cuda, ji aliyê cewherî ve ti nakokiya wê bi modernîteya kapîtalîst re tineye. Nakokiya wê ya bi sîstemê re ew e, mîna dewletên netewe yên Ereb û qonaxên yekemîn û duyemîn ên Komara Tirkiyê bi hesabên taktîk dixwaze ji sîstemê para herî zêde bi dest bixe, were erêkirin û destekkirin, di berdêla vê de jî bi heman rengî wê rê bide wan ku jê sûdê werbigirin û bi vî awayî heman encaman bi dest bixe. Di rêûresma Îranê de cihê bazarê girîng û bi hêz e. Li vir jî awayekî tîpîk ê bazirganiya bazarê heye. Li Îranê jî nakokî tam di vê nuqteyê de dest pê dike. Rêûresma çandî ya bi hêz olîgarşiyeke Şîa ya bi modernîteya kapîtalîst re lihevkirî qebûl nake. Lewma nakokiya li Îranê hertim şensê wê heye veguhere têkoşîneke di navbera du modernîteyên alternatîf de. Çawa ku li cem dewletên netewe yên Tirk û Ereb hat dîtin, ew ê bi hêsanî tesfiye nebe.
 
Bivênevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê
 
Herçiqasî bi giranî di asta devjeniyê de be jî olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk. Nexasim xebatên xwe yên nukleerî bi vê armancê hewl dide weke qerta duyemîn bi kar bîne. Rêûresma Şîatiyê di dîrokê de jî dawa hegemonyayê kiriye. Îraneke hegemonîk a hezar salan li pişt xwe weke sîlehê digire, lê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de ewqasî jî bi hêz nîne, hêza xwe mezin dibîne. Di vê serdemê de ku sîstem herî zêde globalîze dibe, eger berê xwe nede tercîha modernîteya bikok, şensê serketinê yê olîgarşiya Şîa ya Îranê gelekî kêm e. Xwe dişibîne welatên BRIC (Brasil, Russia, India, China) û lewma hesabên wê yên pêkanîna blokekê jî hene. Bi Komara Duyemîn a AKP’ê re li ser bingehê antî-PKK’tiyê hevgirtina hewl dide pêk bîne dixwaze bi Sûrî berfireh bike. Ev hesabên wê hemû qîmeteke xwe tineye. Mîna dewletên netewe yên din, li pêşiya dewleta netewe ya Îranê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hene. Ya yekê, divê mîna rejîma Şahtiyê bi sîstemê re li hev bike. Ya rastî, olîgarşiya Şîa ji vê re amade ye. Lê sîstem wê bi halê wê yê heyî qebûl nake. Lê hevdîtinên ji bo lihevkirinê têne meşandin yan bi riyeke aştiyane yan jî bi riya şer wê li gorî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi encam bibin. Ya diduyan, qutbûneke radîkal a ji sîstemê ye. Lê ev rê jî bi sedema ku hem olîgarşiya Şîa û hem jî hêzên hegemonîk ên Rojava (di serî de Îsraîlê) bêçareserî û bêhêz dihêle, bivênevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê.
 
Sibehê: Li Iraq, Afganîstan û Pakistanê jihevdeketina netew-dewletan
 

Etîketan:

Abdullah Ocalan