6’ê sibatê saleke derbas nebû: Hatay
- 09:05 1 Sibat 2024
- Dosya
Rozerîn Gultekîn-Pelşîn Çetînkaya
HATAY - Tevî di ser erdhejê re salek derbas bû çareserî pêk nehat. Welatî bi êş û windayên xwe re tenê hatin hiştin. Yekane rêbaza çareseriyê jî di bin navê konteynirên 20 metrekareyî de girtîgehên vekirî yên hatine avakirinê bûn.
Navenda wê Bazarcix a Mereşê bû di 6’ê Sibatê de saet di 04.17’an de erdeja bi pîleya 7.8 pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Erdhej 100 saniyeyî berdewam kir. erdheja duyem jî saet di 13.24’an de bi pîleya 7.5 ku navenda wê Elbîstan bû pêk hat. 45 saniyeyî bredewam kir. Vê erdhêjê ligel Kurdistan û Tirkiyeyê bandor li gelek welatên din jî kir. L igorî hejmarên fermî herî kêm 50 hezar û 783 kesî jiyan axwe ji dest da.
Yek ji bajarê ku herî zêde bi bandor bû Hatay bû. Li gorî daneyan 23 hezar û 65 kesî li Hatayê jiyana xwe ji dest da. Hejmara avahiyên hilweşiyan û xesarek giran ditın 100 hezar û 687 bûn. Niha 31 hezar û 624 avahiyên TOKÎ tên çêkirin. Ji bo van avahiyan kesên bibin xwedî xanî wê ji sedî 40 pereyê xwe bidin.
Di beşa ewil a dosya xwe de em têkoşîna gelê Hatayê û piştevaniya ku hat dayîn, her wiha tabloya piştî salekê derketiye holê, pirsgirêkên tên jiyîn em ê bidin.
Hatay venegeriya rewşa normal
Tevî salek derbas bûye tablo hîna wek xwe ye. Ji bo rewş bê ferqkirin Armutlu, Antakya Kevn, Samandag û Kolana Kurtuluş her tiştî radixe ber çavan Tenê hinekî xwe dane hev. Avahiyên xesara giran dîtine hîna li cihê xwe ne, kavil hîna nehatine rakirin.
‘Em terk bikin biçin ku derê?’
Êşa mirinên hatin jiyîn hîna wek roja ewil e. Malbatên ku em bi wan re axivîn diyar kirin ku ji malbata wan herî kêm kesek ji ber îhmalkariya dewletê jiyana xwe ji dest daye. Dema behsa xizmên xwe dikin çavên wan tije rondik dibe û diyar dikin ku ew warê xwe terk nakin, terk bikin wê biçin ku derê?
Ji dewletê bawer nakin
Gelê Hatayê ji ber ku rojên erdhejê de dewletê xwe negîhand wan baweriya wan pê nemaye û her wiha diyar dikin ku di avahiyên ku nû tên çêkirin de nizanin ku mafekî wan yê çawa heye. Ji ber vê gel ji bo hilweşandina avahiyên xwe yên bi xesar doz vekirine. Li kolana em geriyan li ser xaniyan nivîsên ‘em ê şûnde bên’ nivîsandî bûn. Yek ji mijara din ya mirovan difikirîne gelo wê Hatay li gorî xweserbûna xwe bê çêkirin an na. Ji ber gelek avahiyên li Hatayê dîrokî ne.
Konteynir ne bajar, girtîgeha vekiriye!
Yek ji gavên şênber ya yekane riya çarseriyê konteynir bûn. Lê welatiyên li konteniyaran dimînin diyar kirin ku ji bo kes biçin serdana konteyniran divê destur bê girtin û an jî divê nasê wan li konteyniran hebe. Konteynir 21 metrekarene û ji şert û mercên jiyanê dur in. Wek girtigeha vekirîne.
Malbatên ku li konteyniran bicih nebûne û bi derfetên xwe di konên ava kirine de dijîn jî hene. Gelek malbatên ku konên wan di bin avê de man, ji ber sobeyê konên wan şewitîn hene.
Bajarê vikîvala…
Li Antakyayê lambeyên kolanê tune ne, veguhestin her diçe zehmet dibe û bajar wekê ku hatibe terkirinê ye. Di esasê de nehatiye terkirin lê her kesî xwe vekişandiye. Hata gelek nasnameyên cuda dihewîne û niha gelek bêdenge.
Em welatiyên di vê hawirê de hewl didin jiyanek nû biafirînin guhdar dikin.
‘Her roja me wek roja ewil e’
Muyseser Akdar 10 mehin li taxa Cumhuriyet ya girêdayê Samandagê dijî û diyar dike ku ji 6’ê sibatê heta niha her roj wek roja erdhejê derbas dibe û got: “Em di şertên giran de 5 kes di kon de dijîn. Dema zarok hebin rewş hîn zehmetir e. Ji ber tişên em jiyan psîkolojiya me xera bû. Maleke me ya em lê bistirin tune ye. Derve av, baran û ax e. Av ket konê me. Me çend caran serî li keya da. Lê tu titşek nehat kirin. Ev kon bû mutbexa me, cihê razana me. Heta çend rojan cihê tuwaleta me tunebû. Em diçûn avahiyên bi xesar me hewcedariyên xwe dianîn cih. Em ji kaniyê nikarin avê vexwin. Mehek berê weqfê konteynir da me. Daxwaza me xaniyekî biçûk e.”
‘Em êdî bêzar bûne’
Ji Koperatîfa Jinan a Rîmen û endama Komeleya Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê Cansel Aslan jî bi lêv kir ku salek ser erdhejê de derbas bûye û wiha got: “Tu tiştek neguherî. Gotin herêma erdhejê normal bûye lê her tişt her diçe xera dibe. Dema nû erdhej çêbû mirov di şokê de bûn. Şertên têde pir hîs nedikirin. Êşa xwe dijiyan. Fikara wan ya jiyanê hebû. Lê bi hatin a zivistanê re rewş her çû giran bû mirov bêzar bûn. Ji bo zarokan qad tunebûn. Ceyran tunebû. Dihat birîn.”
‘Tundî zêde dibe’
Canselê destnîşan kir ku piştî erdhêjê hemû bar li ser milê jinan maye û wiha vegot: “Piştî erdhejê saziyên vir nexiebitin. Hemû bar li ser jinan ma. Beriya erdhejê jî wisa bû lê piştî vê tablo pir giran bû. Hewcedariyên herî esas yên mirovan nehatine cih. Cihekî ku pirsgirêkên mirovan lê bê çarserkirin tuneye. Cihê çarseriyê tuneye. Der barê pêşerojê de bêbaweriyek heye. Mirov xwe ewle hîs nakin. Li hember jinan li her derê tundî heye. Hawirek bê ewle tundiyê zêde dike. Jin gelek zehmetiyan dikşînin mekanîzmeyeke ku serî lê bidin tuneye.”
Kooperatîfa jinan a Rîmen ha avakirin
Canselê wiha dawî lê anî: “Jinên serî li komeleyê didin em piştgiriya psîko-civakî didin û di mijara hîjyenê de civînan dikin. Ji bo hewcedariyên jinan me xebatên femînîst meşand. Di alî aborî de jî ji bo xurt bibin me mekanîzma ava kirin. Em jinên li dora komeleyê hatin gel hev me Koperatîfa Jinan a Rîmen ava kir. Me bi awayekî fermî di meha îlaonê de vekir lê ji sala borî meha nîsanê de em dixebitin. Me hewl da em li Samandagi qada koperatîfê ava bikin. Hem li Antakya hem li Defneyê em hewl didin mekanîzmayên hilberînê ava bikin.”
‘Tenduristî ji bo dewletê ne di plana pêş de ye’
Hevsreoka Sendîka Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Hatayê Nîlgun Aşkar jî destnîşan kir ku piştî erdhejê yek ji pirsgirêkên herî mezin ya tenduristiyê bû û got ji gelek bajaran dildar hatine û xizemta tenduristiyê dane. Nîlgunê axaftina xwe wiha domand: “Ji meha gulanê şûnde destura dildaran qedya û vegeriyan. Xebatkarên tenduristiyê yên herêmê ximzet domandin. Nexweşxana Dewletê ya Samandagê ji roja ewil a Hezîranê de ji bo xizmetê dan zorê. Me pisa ‘avahî bi ewleye an na?’ pirsî lê me bersivek negirt. Navendên Tenduristiya Malbatê (ASM) bi dorveger xebitîn lê vê pêvajoyê ASM’yan şopandina nexweşiyên kronik nekir. Tenê aşî, tenduristiya jinan û pêşketina pitikan kirin. Ji bo dewletê tenduristî ne di plan pêş de ye. Wek avahî nexweşxana Defne çêkirin lê ekipman kêmin. Li nexweşxaneya dewletê ya Defne tahlil nayên kirin. Mudaxaleyê nexweşên lezgîn nayên kirin. Butçeyê ji tiştên din re vediqetîni n lê ji tenduristiyê re tuneye.”
Nîlgunê dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jin ji destpêka erdhejê de heta niha di mijara hîjyenê de pirsgirêkan dijîn û ligel vê pirsgirêkê barê jinan yê kar zêde bûye. Nîlgunê wiha dawî lê anî: “Jin di vê pêvajoyê de bi gelek pirsgirêkên tendurisityê yên wekê kontrola welidîn, pirsgirêkên genîtal, enfeksyonê çûn nexweşxaneyan. Di civakê de nexweşiyên wekê gurîbûnê hat rojevê. Ji ber hîjyenê teşîta gurîbûnê tê danîn lê pêşniyara me cilên xwe di 90 dereceyî de bişon e.”
Sibê : Li Mereşê saleke erdhejê