25’ê Mijdarê:Jinên bi xwedî derketina zimanê xwe şîdeta asîmîlasyonê hilweşandine (5)
- 09:10 19 Mijdar 2017
- Dosya
‘Zimanê min ji bo min dayika min e, erdnîgarî, ax û çanda min e’
Evrîm Kepenek
STENBOL- Parêzera Laz Arzu Palurî Demîrçî, pisporra butçeya Hemşînî Neşenur Altunkaya û şanoger Rugeş Kiric, sê jinên ji gelên cuda yên li dijî şîdeta asîmîlasyonê zimanên xwe diparêzine. Xala hevpar a van jinan ev e ku asîmîlasyonê jî wek şîdetek cuda dibînin û li dijî vê ji bo zimanê xwe têdikoşin.
Li Tirkiyeyê şîdeta li ser jinê ne tenê di alî bedenê de ye. polîtîkayên asîmîlasyonê jî aliyekî din ê şîdeta li hemberî jinan e. Lê jin bi têkoşînê van vala derxistin. Parêzer Arzu Palurî Kal Demîrçî, pispora butçeyê Neşenur Altunkaya û Rugeş Kirici… sê jinên li dijî şîdeta asîmîlasyonê bi parastina zimanê xwe têdikoşen e. Beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîdeta Li ser Jinan a Navneteweyî em hatin cem hev.
‘Zimanê dayikê têkiliyeke bi paşerojê re ye’
Parêzera 18 salan Arzu Palurî tenê 5 salan pîşeya xwe bi awayekî aktîf xistiye fîlîyatê. Ji ber Arzuyê pêşengî daye nivîsên Lazkî. Arzuyê di 2006’an de ji Weşanên Chîvîyazilari pirtûka Paponî Laz Yemeklerî û Çanda Xwarinê ya lazan derxist. Arzu Palurî bi kurê xwe re jî her tim zimanê Lazkî diaxive.
Arzu Palurî diyar dike ku zimanê dayikê wek şîrê dayikê ye û wiha got: “Mirov herî baş xwe bi zimanê dayikê îfade dikin. Zimanê dayikê bi paşerojê re têkiliyeke. Ziman beriya her tiştî dewlemendiyeke. Her zimanek dewlemendiyeke. Sedema pêşneketina zimanê Lazkî polîtîkayên asîmîlasyonê ye.
‘Ezê xwedî li zimanê xwe derkevim’
Şanoger Rugeş Kirici jî yek jineke ji bo zimanê dayika xwe têdikoşeye. Ji zarokatiya xwe de Kurdî diaxive û dema dest bi dibistanê dike ji ber Tirkî nizanîbûye gelek zehmetî kişandiye. Rugeşê wiha berdewam kir: “Mirov vê wek zehmetî bi nav bikin, şaşe. Ev asîmîlasyoneke li ser min pêk hatibû. Min di temenê biçûk de ev ferq nekir. Ez yek ji zaroka zimanê wê hatibû qedexe kirin bûm. Ezê xwedî li zimanê xwe derkevim û hunera xwe bi Kurdî bikim.”
‘Zimanê min axa min e’
Rugeşê daxuyakirin ku zimanê wê ji bo wê dayik, erdnîgarî, ax û çanda wê yeû ev tişt anî ziman: “Têkoşîna ziman di heman demê de li dijî şîdeta li hemberî asîmîlasyonê ye. bêguman ez têkoşînê nekarim çalakiya li kolanê pêk hatiye bidim nasîn. Bêguman ev jî girînge lê ez zimanê xwe li her qada jiyana xwe heyî dikim têkoşîna xwe didomînim. Ez lîstikên xwe bi Kurdî dinivîsim. Ez li ser sahneyê bi kurdî diaxivim. Jiyana min ya malê jî Kurdiye.”
HADÎG û GOR ji bo Hemşînî dixebite
Pispora butçeyê Neşenur Altunkaya ji daxuyaniya UNESCO’yê gelek bi bandor bûye û ji bo zimanê xwe yê nizane têkoşîn meşandiye. Neşenurê da zanîn ku ew tevlî xebatên zimanê Hemşînî ya Komeleya Pêşxistin û Jiyankirina Çanda Hemşînî (HADÎG) bûye û niha di kovara GOR ya ji bo pêşxistina ziman û çanda ziman tê weşandin de dixebite.
Neşenurê daxuyakirin ku ji ber Hemşînî nizane her tim xwe kêm dibîne û got ew teqez dixwaze Hemşînî fêr bibe.
SIBÊ: Li Tirkiyeyê mînakên parastina cewherî